Dawî...

Destpêk > Nivîs > Feylesof > Thomas Hobbes

Thomas Hobbes
Parvebike!

Thomas Hobbes – 1588-1679

Ramanwerekî ingiliz e. Oxfordê qedandiye. Ramanwerekî mekanîk maddeperest e. Ji fîlozofan wiha xwestiye ku ew dev ji xwedê, giyan, derêfizîk û hwd. berdin û bala xwe bidin cîsiman. Girîngîyê daye çavdêrî û ezmûnê. Li gor bawerîya Hobbes, tiştê girîng ew e ku mirov di pêşîyê de bi bûyerên xwezayê bizanibe.

Thomas Hobbes cîsiman dike du beş:

1- Cîsimên xwezayî

2- Cisîmên çêkirî ( cîsimên nexwezayî)

Cîsima herî çêkirî, dewlet e. Dewlet, ji pêvçûna mirovan der çûye. Çimku, mirov xweperest e û her dem ji bo berjewendiya xwe têdikoşe. Ji ber vê yekê jî, bi mirovên din re pev diçe û şer dike. Gotiye ku, ‘Mirov, gurên hevdu ne.’

Ji ber vê yekê jî, divabû sazîyeka ku hemûyan bîne rêzê, hebûya. Li gor bîr û bawerîya wî, dewlet ji vê bêgavîtîyê derketiye holê. Tiştê ku ji bo dewletê bi kêr tê, baş e û tiştê ku bi kêr nayê jî, xirab e. Dewletê, wekî sazîyeke pîroz dîtiye.

Ahmet Cevîzcî, di pirtûka xwe ya bi navê –Paradîgma- de wiha dibêje:

‘Hobbes, di jiyana xwe de bûye şahîdê du şoreşan, ku yek jê entellektuel û ya din jî sîyasî ye. Di ya sîyasî de dijşoreşvanek e, ku vê şoreşa sîyasî xwestibû ku bi hêza parlementer demokrasîyê monarşîya mitleq bi sînor bike. Di vî warî de, dijşoreşvanek e. Lê dema ku mirov behsa şoreşa entullektuelî bike, ew şoreşvanekî temam e. Ango, dema ku zanistên xwezayê û rêbazên zanistî xwestin ku bikevin dewsa dilêrîna dinyayê ya Arîstotelesperest ku dilêrîneka Serdema Navîn bû û di vê dilêrînê de xwedê, wekî navenda hemû tiştî dihate dîtin.’

Bi armanca derbaskirina demên xwe yên vale, di 84 salîya xwe de bi zimanê latînî çîroka jiyana xwe nivîsandiye. Di 87 salîya xwe de wergera wî ya Homeros hatiye çap kirin. Thomas Hobbes di felsefeyê de materyalîzmê, di sîyasetê de monarşîyê û di warê exlaqê de jî, exlaqa xweşiyê parastiye.

Berhema wî ya herî navdar, ‘Leviathan’ e. Leviathan, navê cinawerekî ku di Tewratê de derbas dibe, ye û li cem Hobbes, nîşana dewleta ku serwerê hemû tiştî ye, ye. Thomas Hobbes, ji ezmûngerîya (empirîsîzma) Francîs Bacon ketumet bûye û li gor bawerîya wî, dinya yekîtîya cîsimên ku ji aliyê zagonên livdarîyê ve têne revêbirin e.

Mirov û heywan jî, perçeyên vê tevahîyê ne û jiyana wan ya ruhî û fizikî jî, bi temamî girêdayê van zagonên livdarîyê ye. Bi vî rengî jî rih, ferîşte û xwedê, tune nin. Ev yekên navborî, hilberên ramanî ne.

Li gor bawerîya Hobbes, di gerdûnê de yek hilikek tenê heye ku ew jî madde ye. Mijara felsefeyê jî madde û cîsimên ku lewnê maddeyê ne, ye. Cîsim jî encax bi ezmûn û çavdêrîyê, dikarin werin zanîn. Babetên li derveyê maddeyê jî (xwedê, rih û ferîşte), mijarên îlahîyatê ne û bawerî ne.

Ali Gurdilî

[email protected]

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî 

Beyî nîşandana çavkaniya malperê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.


Nûkirina Dawî : 07 Nov 2013 6:33

Şirove

Ji bo vê nivîsê 2 şirove hatine kirin

  • alanhelbest 08.11.2013 În 8:11:27

    sipas te gelekî xweş nivîsandiye ….lê min piçek têbîn û rexne li ser hene ..li ser asteya bêje û peyvêt gotarê û ne di derbarê ramana wêde …
    te gelek gotin û axivtinên biyan ..ne kurdî bi kar tîne ..û zimanê serekî ko te ew bi kar anîye ewe erebî …bi hêvya ko felsefevan an wekû bi kurdiya herî rast dibêjin “pîtolhozan” bi kurdîke zelaltir ji vê mijarêt xwe pêşkêş bike

    li gel silav û rêz

    • Felsefevan 08.11.2013 În 18:58:51

      Spas hêja, mala te ava. Xwiya ye ku nivîsandina me ji hevdu hebekî cewaz e, cihê ye. Term û têgehên ku cenabê te dibêje ‘biyanî’ ne, peyvên gelemper in. Bikaranîna wan, ne lawazî dewlemendiya zimanê me ye. Wekî zanyarî, em zêdetir li ser wateya peyvan disekinin. Bandûra Zimanê Erebî jî, tiştekîdin e. Ez bi xwe bi Erebî nizanim. Lê helbet bandûra zimanê Erebî, li ser zimanê me jî dibe ku hebe. Ziman zindî ye, kurdiya herî rast an herî çewt, ez bawer im ku tune. Mesela peyva ku tu dibêjî a pîtolhozan em bikar naynin. Em dibêjin feylesof an jî feylesof… Êdî başiya cenabê te…

Şirove bike


Ji bo hun şirove bikin divê hun wekî endam têkevinê.


WEŞANÊN FELSEFEVAN (02) / (PDF)