Theodîse di Ramanên Platon de

Theodîse di Ramanên Platon de

Theodîse di Ramanên Platon de

Li gor bîr û baweriya Platon, çavkaniya xirabiyan ne Xwedê ye. Wate, xirabî ji Xwedê nayên. Di dîroka felsefeyê de şirovekirina theodise’yê ya yekem, ji aliyê Platonî ve hatiye kirin. Lewre di gelek ramanên Theodise’yî yên ku piştî Platon hatine kirin de, bandûra ramana Platon eşkere xwiya dike. Platon wiha bawer kiriye ku çavkaniya xirabiyên li dinyayê, ne Xwedê ye. Lewre jî, divabû xirabî ji derekê din werin. Xwedê, ji hinek bûyerên ku têne serê mirovan berpirsiyar e, lê ne ji tevahiya bûyeran. Ew ne sebebê hemû tişta ye, bes sebebê bûyerên baş e û tu têkiliya wî, bi bûyerên xirab re tune. Ji ber ku Xwedê baş e, xirabî jê nayên. Tiştên ku baş in, em dizanin ku ew gelek kêm in, lewma jî ji Xwedê ne tiştên xirab, tiştên baş têtin. Lewre, ji Xwedê kêm tişt têtin. Lewre jî, nabe ku em Xwedê mîna sebebê xirabiyê bibînin û divê em wiha nebêjin. (Platon-Dewlet)

Platon madeyê jî, wekî çavkaniya xirabiyê nabîne. Lêbelê meriv dikare bibêje ku li gor nêrîna wî çavkaniya xirabiyê, ruhên xirab in. Mesela di Timaeus’ê de dibêje ku heta ji destê Xwedê hatiye wî xwestiye ku dinyaya me bişibîne heyînên herî xweşik, spehî û bêhempa yên ku dikarin werin têgihiştin. Lêbelê ramangirên Platoparêz û Plotinus bi xwe jî, madeyê wekî çavkaniya xirabiyê nirxandine.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

22.05.2016

Çavkanî: Pirsgirêka Xirabiyê / Gotar – Ali Gurdilî    

Bersivekê binivîsin