Theodîse di Ramanên Gottfried Wilhelm Leibniz (1646-1716) de

Theodîse di Ramanên Gottfried Wilhelm Leibniz (1646-1716) de

Theodîse di Ramanên Gottfried Wilhelm Leibniz (1646-1716) de

Leibnizî bi ‘teoriya cîhana pêkan’, pirsgirêka xirabiyê şirove dike. Li gor vê teoriyê Xwedê, dinyayeke ku pêkan e (a ku maqûl e) xulqandiye û ji bo pêkanîna vê yekê jî, mecbûr bû ku çavê xwe ji hinek xirabiyan re bigre. Derbarê xulqandina gerdûnê de, Leibniz mîna Augustînus nafikire û bawer nake ku Xwedê gerdûnê ji tunehiyê xulqandiye. Ramana wî ya derbarê vê yekê de, bêtir dişibe ramana Platonparêzan ya ‘madeya ku heye’.

Lêbelê Leibniz nabêje made, dibêje ‘monad’. Xwedê ji nav monadên ezelî û ebedî, ku hejmara wan bêsînor e, yên guncan çalak dike. Wate, xulqandin aktîvîzekirina îdeayên ku mîna hêzê ne. Di dema pêkanîna vê yekê de, bêguman Xwedê hêza xulqandina alemên bêsînor e. Lêbelê piştî hesabeke kûrûdûr, vê dinyaya a ku herî pêkan e û bêhempa ye xulqandi ye. Lêbelê heyîn, kêm in û netemam in û tekane heyînê ku temam e, Xwedê ye. Heke hemû heyîn temam bûna, dê ew jî bibûna Xwedê. Ji ber vê yekê jî, li dinyaya me normal e ku xirabî heye. Sebebê vê yekê ne Xwedê ye, kêmasiyên mirovî ne. Ango ‘heyîn’ tekûziya xwe ji Xwedê, netekûziya xwe jî ji tebîeta xwe digrin. Ji ber xulqandina Xwedê tiştek (heyînek) nabe baş, lêbelê ji ber ku ew baş e ji aliyê Xwedê ve hatiye xulqandin. Wate başî yan jî tevgera ehlaqî, ji Xwedê serbixwe ye û xulqandina dinyayê, ji nexulqandina wê çêtir e.  

Leibniz wiha bawer dike ku dinyaya me di rewşa xwe ya herî baş de ye û îmkan tune ku em bikaribin vê dinyayê baştir bikin. Hemû mirov dikarin ji xwedayeke afirîner bawer bikin, lêbelê a girîng ew e ku meriv bikaribe ligel hebûna xirabiyan ji Xwedê hez bike.    

Ali Gurdilî 

felsefevan@hotmail.com 

29.05.2016 

Çavkanî: Pirsgirêka Xirabiyê – Gotar / Ali Gurdilî 

Bersivekê binivîsin