Thales û Teoriya wî

Thales û Teoriya wî

Thales û Teoriya wî

Dîroka felsefeya rojavayê, adeten ji vegotina jiyan u dîtinên Thales, filozofê ku xelqê Miletusê bû, tê dest pêkirin. Jiber ku berya Thales de tu ramyarekî filozof yê hatibe nasîn nîne. Ji vî alî ve bi wateyekî dikane were gotin ku ew yekemîn filozof bûye. Hin kesan, bona îspat bikin Thales “yekemîn filozof”e, gotinekî Arîsto ji xwe re kirine delîl; Arîsto di berhema xwe ya bi navê Metafizîk de dibêje: “Tales yê ku felsefe damezrand….” 

Ji vê hevokê diyar dibe ku ew bi rastî yekemîn fîlozof bûye.

Lê pirsgirêk ev e ku hemî kesên Metafizîk wergerandine zimanên din, hevoka Arîsto bi vî awayî vernegerandine an tercume nekirine; meselen hinekan ev hevoke wuha kulubandine zimanê xwe: “Thales yê ku felsefekî wisa damezrand…..” ev gotine, luzûmen/bipêwîstî wateya yekemîn filozof bûna Thales nade. Dibe ku bi riya serlidana berhema Arîsto ya ku bi zimanê Yûnanî ye, pirsgirêk bête çareserkirin. Lê di her halî de, ku em ji gotina Arîsto raborin, ya rast ev e ku berya Thales de em rastî tu filozofekî naskirî nayên. 

Silsilek an rizêkek ji nêrînên zanistî yên Thales hejmartine ku emê têkildarî wan nebin. Çimkî ev nêrînene, kêm-zêde di hemû pirtûkên diroka felsefê de cih girtine u hawce bi tehlîl kirin u fikrînekî hew qas dorfereh nîne. Meselen tê gotin: Wî, kusûfa rojê ya ku berya zayinê di sala 585 de rûda bû, pişbînî kiriye. An tê gotin: Yekemîn salnameya nucûmî (teqwim) wî nivîsiye. Ji nava nêrînên Thales, emê tenê sê nêrînên sereke u bingehîn vebijin u bikin mijara likolînê. 

Sê Nêrînên Bingehîn Yên Thales

  1. Esasê Hemû Tiştan Av e

Xuya ye Thales yekemîn ramyar e ku bawer kiriye li paş piratîya cîhana xwezayê de yekîtîyek li ser kar e; ango hemû tiştên cûrecûr yên cîhanê pêk tênin, xwedî yek çavkanî ne u ji yek tiştî hatine çê kirin. Bi gotinekî din hemû mevcûdat u heyberên cîhana maddî, sûret u rûyên guherbar yên regezekî herî sereke u herî dawî ne; regezê ku hemû jê çê bûne u serancam dê dîsa lê dagerin. 

Heke em bi riya şibandinekê rave bikin dikanin bijên: Tişt, mîna pêlên oqyanûsekî ne; li gel ku ji hev cuda e u ne yek in u her yek xwedî bandûr u taybetmendîyên cuda ne, hemû ji zikê avê têne der u dîsa vedigerine avê. Wekî ku av regezê yekemîn u dawîn yê pêlan hemîyan e u her pêlek ji avê dest pê dike u bi avê dawî dibe (helbet pêl di heman hal de ku pêl in av in jî, ne ku sêrida av bûn u niha pêl in u paşê bibin av). 

Cîhana xwezayê jî, li gor dîtina Thales xwedî rewşekî wuha ye, ango tişt hemû ji tiştekî ku ‘maddetu-l mevadd’ ê cîhane ye,[1] hatine çê kirin. Thales dibê: Ev maddetu-l mevadd an jêderka hemû tiştan, av e. 

Derheqê vê raya ku me neqil kir de, du xal hene ku hêjayî gotinê ne: A yekem, pê hesîna bi vê yekê ku di pişt piratîyan de yekîtîyek heye (piratîyê de yekitî) [2] bi serê xwe karekî zor girîng e u zihnekî zehf deqîq u jêhatî yê felsefî dixwaze. Lewra ya ku em bi alîkariya sehekên xwe ji cîhanê bi dest dixin, jibilî piratî u cûrecûriyan ne tiştekî din e; ango em di cîhanê de mewcût u heyberên rengareng u cûrecûr dibînin ku her yek xwedî şikl, endaze u rengekî taybetmend e u eser u xusûsiyetên ji hev cûda ji xwe didin der. Eger em tenê bi riya sehek u hissên xwe bi cîhanê re rûbirû bibin, em qet cîhanekî yekpare u yeksan nabinin. Lewma, ferq kirina vê yekê –ku berya Thales me ji tu kesî nebistiye- nîşaneya hizrekî kûr e. 

Xala diyem ev e ku baweriya bi ‘piratîye de yekitî’ xwedî pêşferzekî (presupposition) ye ku ji eslê wênê (yanî ji bawerîya navborî) girîngtir e. [3] Ev pêşferz jî, pejirandina ferqa di navbera ‘heyîn’ (reality) u ‘xuyîn’ ê (appearanse) de ye. Zîra heger em tenya li sehekên xwe guhdar kin, em tu caran yekîtîyekê îdrak nakin; li gel vê hindê heke kesek îddîa bike li pişt piratîyên ku sehekên me şanî me didin de yekîtîyek heye, şor u gotina wî kesî bi tevahî li dijî wî tiştî ye ku sehekên me ji me re dibijin u pejirandina îddîaya wî kesî pêwîst dike ev yekê were qabûl kirin ku ‘heyîn’ u ‘xuyîn’ ji xeynî hev in ango ji hev cuda ne; ‘heyîn’ yanî tiştê ku birastî hebe ye (=şey’un fî  nefsîh ango tiştê ji xwe heyî) u ‘xuyîn’ yanî tiştê ku xuya zihnê me dibe an xwe pêşkeşî zihnê me dike ye (=şey’un leda ezhanîna ango tiştê li cem zihnê me).

Bi tabîrekî din, her tiştê ku di alema tebîetê de ji xwe heye, ‘heyîn’ e u her tiştê ku em bi riya sehekên zahirî/xuyakî ji alema tebîetê an ji xwezayê îdrak dikin ‘xuyîn’ a alema tebîetê li ber hêza îdrakger u têgijer ya me ye.  

‘Xuyîn’a cihanê –her wekî me got- piratîyan u cûrecûrîyan dide nîşan dan ango ji piratîyê hikayet dike. Pes/nexwe eger em qailî yekîtîyekê bin ku ev kesretên/piratîyên hane lê werin dagerîn, em neçar in qebûl bikin; cîhan, xwedî ‘heyîn’ ekî ye ku ‘yekîtî’ya cîhanê pêk têne u xwedî ‘xuyîn’ekî ye ku ‘piratî’ya wê ye. Ango cîhan dikane bi awayekî be u di zihnê me de bi awayekî din xuya be. [4] An ne, heger kesek bawer neke ku ji ‘xuyînan’ wêdetir ‘heyîn’ek heye, nikane bibêje; li gel hemû piratîyên ku dibîne, yekîtîyek li ser kar e. Ferqa di navbera ‘heyîn’ u ‘xuyîn’ê de tê wê maneyê ku bi riya ‘xuyînan’ kifş bûna rastiyê an bi gotinekî din, li hev hatina (mutabiqet-a) zihn u eyn (rastîya li devreyî zihn) bi hêsanî ne mumkîn e pêk were. [5] 

Ev îddîaya Thales ku dibê; “esasê hemû tiştan av e”, ji du îddîayan pêk hatiye: A yekem ev e ku “tişt, xwedî esasekî ne” u ya duyem jî ev e ku “ev esasê hanê, av e”. 

Heya niha me her çi got, derheqê îddîaya yekem de bû, lê bersiva vê pirsa hane ku misdaq an mînaka eynî ya beramberî wî ‘esas’î çi ye; bi riya îddîaya diyem hatiye dayin. Îddîaya yekem, şorekî/gotinekî xurt u metîn e, feqet îddîaya diyem şorekî rast nîne; helbet her du îddîayên hane, hevdû pêwîst nakin ango ne mulazimê hev in u mirov dikane îddîaya yekem kabul bike u di heman demê de ya diyem red bike. 

Thales çawa an ji kuderê fêm kir ku jêderk u maddetu-l mevaddê cîhana xwezayê, av e? 

Bo dirokzanên felsefeyê, bersivandina vê pirsê karekî çetin e. Hinekan gotine: [6] Sedemê ku ev fikre xistiye zihnê Thales, jiyana deryavanîyê bûye ku bi xelqê Miletusê re hebû ye. Lewra kesê ku zêde bi avê re mijûl dibe, dibîne dema av riwîn e, xwedî hêndek xusûsîyet e u ji ber germayê vediguhêre tiştekî letîftir/teniktir (helm) u hinek eserên din ji xwe nîşan dide, her wisa dema ev ava hane diqerise hîn zêde tîr/sift dibe (tekasuf=density) u vediguhêre qeşemê, eser u taybetmendîyên cûda peyda dike; dîtina van bûyeran dikane bibe sedemê vê yekê ku zihnê bîner, vê cereyanê sirayetî hemû heyokan bike u wana wek şiklên teniktir an jî tîrtirê avê bizane. 

Aristo di Metafizîkê de ji vê mijarê re du delîlên felsefî yên din bibîrdixîne, lê wekî ku ji dirokzanên felsefeyê pir kesan îtiraf kiriye, her du delîl jî mubhem u zehf telvîhev in. Lewra mirov qanî jî nakin. Delîlê yekem wuha ye: “Şayed wî (ango Thales) dîbe ku xwarina hemû tiştan ter e u germahî jî, ji terîyê çê dibe u heyîna xwe ji wê distîne; u pê re ew gihîştibe vê rawêjê” [7].  

Delîlê diyem jî ev e: “Wî dîye ku tovê hemû tiştan xwedî tebîetekî terok (mertûb) e; hîmê tebîeta tiştên terok jî, av e u pê re gihîştiye vê engaştê.”  

Aristo bi xwe jî ferq kiribû ku her du delîl qanîger nînin. Lewma li pê delîlekî din dikeve u ji xwe re delîlekî sêyem peyda dike ku ewe hêdî ne delîlekî felsefî ye u ew jî, ev e: ‘Dibe ku Thales ketibe bin bandûra bîr u baverîyên ol u mezhebên berê u gahabe encamekî hane…’ 

Qasî ku xuya dike, Aristo tu girîngiyek bi wî delîlî jî nedaye, çiko dibêje: “Bi her hal, tê gotin ku Thales derheqê sedemê herî yekemîn de bawerîyekî wisa beyan kiriye” [8] 

Meseleya dî ev e ku mebesta Thales ji “av” ê çiye? Gelo hema ew ava ku em bi nîşana H2O didin şanî kirin e an tiştekî din e? Av li gor raya diyema Thales dibe ku ava sade be, lê li gorî raya yekemîn li ser wateya avê, îxtilaf/gengeşî heye. Kesên mîna Emîl Beriyê, qebûl nakin ku ewe tê wateya ava sade, bilam kesên wekî Rassel dibêjin: Mebesta ji avê, hema ew wateya hane ye ku em hemî pê dizanin. 

Li gorî Rassel, ev raya ku dibê hemû tişt ji avê çê bûye, mirov bi tu awayî nikane wek reyekî ehmeqane qebûl bike: “Bîst sal berî niha, teorîya ku hatibû pejirandin u ketibû rewacê digot; hemû tişt ji hidrojenê çê bûne, pêwîste neyê jibîrkirin ku hidrojen sêduduyên avê pêktîne”. [9] 

Di derheqê wateya peyva esil/hîm de jî, dû şirove derxistine pêş: Li gorî şiroveya yekem, peyva esil tê wateya tiştê yekemîn u li gorî şiroveya duyem, tê wateya jêderk an hêmanê hemû tiştan. Gorî şiroveya yekem, berê, tiştê ku esl u esasê her tiştî ye, çê bûye u pişt re tebdîlî tişt an tiştên dî bûye u ew tiştene jî bi xwe tebdîlî tiştên dî bûne u hwd… 

Ev şirove bi vê yekê re lihev e (nakûk nîne) ku niha esl u esasê hemû tiştan tine be, çimkî di tebdîl bûnê/vegoherînê de heya ku yê tebdîl dibe ji nav neçe, yê ku lê tebdîl dibe dernakeve holê. Bi gotinekî din, hetanî yê vedigore bi vegorînê re ji nav neçe, ji hundirê wî tiştek dernakeve heyînê. Helbet eve, tenê dema ku eslê hemû tiştan yek be wisa ye, lê heke ev eslê hane ne yek be belkî çend tişt bin, îmkana vê yekê heye ku eslê hemû tiştan hîna jî hebe. 

Bilam gorî şiroveya duyem, eslê tiştan her tim bi heyberan re heye; her wekî maddeya felsefî ya ku di goherîn u vegoherînan de her tim wekî xwe dimîne u tûşî guherînê nabe, tenê rû u sûretên (formên) maddê ji nav diçin u ciyê xwe didin sûretên dî. 

Gelo mebesta Thales ji wan her dû wateyan kîjan e?

Di vê babetê de di navbera dirokzanên felsefeyê de nêrînekî hevbeş u yekgirtî nîne. Hinek dibêjin mebesta wî, ‘tiştê yekemîn’ e u hinek jî bawer dikin mebesta wî, ‘maye’ ango ‘jêderk’a yekemîn e.

Anaksîmender –ku emê paşê qala wî bikin- gotina Thales ya derheqê eslê tiştan de wisa red kiriye wekî ku mebesta Thales ji têgeha ‘esil’ wateya diyem bûye. Ji gotinekî Arîsto jî, eynî encan derdikeve:  ‘Li gorî ew (Thales) dibêje, yê ku heyber gî, jê ne u jê çê bûne u herî dawîyê, dê têde tine bibin –gewher/cewher baqî dimîne lê hemû erez u halên wî diguhêrin-eslê/mebdeyê/regezê [10] heyberan e” [11]  

  1. Erd li ser Avê Sekiniye

Sêwirana/tesewwura ku derbareyê erdê de bi Thales re hebû, ne mîna ‘kadekî soberok li ser avê’ bû, belkî li gorî ditîna wî, mîna qursekî ku li ser avê soberokî be bû ango bi şeklê stûwanekî kêm-bilind bû; lewra Arîsto dibêje: ‘Thales, erd wekî laşê dara qutkirî ya li ser avê soberokî be, dizanî.’ 

Derheqê vê nêrîna Thales de jî dû xal hene ku em pê îşare bikin: A yekem ev e ku; heke em vê nêrînê (li ser avê sekinîna erdê) bi nêrîna yekemîn re bipîvin, em ê bibinîn ku nêrîna yekemîn ji hêla çiyetî (mahîyet) ve nêrînekî felsefî ye. 

Bilam nêrîna duyem ji vê hêlê ve nêrînekî tecrubî ye; lewra pêkan/mumkîn e ku îro jî kesek bi awayekî ciddî alîgir u parezvanê nêrîna yekemîn be ango bawer bike esl u esasê hemû tiştan av e u heger bixwaze bawerîya xwe bi riya dêlîl bipeyitîne pêwîste delîlekî felsefî wêne. [12]  

Bê goman red kirina bawerîya wî jî,  bi riya delîlê felsefî dikane pêk were. Çiko; esasen gava em qala “eslê tiştan” dikin, pêwîste em ji heddê/sînorê tiştên mehsûs/sehokî derbas bin ango ji tîxubê tiştên sehkirî wêdetir biçin. U her delîlê tecrubî yê ku bona red an îspat kirinê hatibe anîn, bi çi awayî dibe bila bibe, têkildarî  ‘xuyîn’a cihanê ye, hal ev e ku eslê/hêmanê tiştan têkildarî ‘heyîn’a cihanê ye. Bilam nêrîna duyem wisa nîne u bi hêsanî dikane pê delîlê tecrubî were red kirin.

A duyem jî ev e ku nêrîna duyemîn a Thales, ne li ser hîmê nêrîna wî ya yekemîn e, ne jî encama wê ye; yanî semedî were pejirandin ku ‘av, li ser erdê sekinîye’, ti pêdivîyek pê nîne ku em qebûl bikin ‘hêmanê hemû tiştan av e.’ 

Bi gotinekî dî, ev nêrîn her dû, di ber hev de ne, ne di dirêjahiya hev de; ango ne li pê hev in, belkî li ber hev in. Li ser vê yekê, ji van dû nêrînan her yek bi serê xwe dikane were pejirandin; bilam Arîsto di vê babetê de, wekî ku nêrîna duyem encama nêrîna yekemîn be, axaftî ye: ‘Thales yê ku damezrînerê felsefekî wiha ye, dibêje ku av, hîm u esas e (lewma dibêje ku erd li ser avê soberokî ye)’ [13] 

Divê em vê xalê jî li her dû nêrînên ku me ji Thales neqil kir zêde bikin: Carna di hinek olan de, hindek nêrîn tên dîtin ku ger çi mîna gotinên Thales in lê di rastîyê de ji xeynî hev in u pêwîste ew nêrîne bi van gotinan re neyên telvîhev kirin. Meselen di Qurana Pîroz de hatiye gotin ku: وَجَعَلْنَا مِنَ الْمَاءِ كُلَّ شَیْءٍ حَیٍّ ‘Me her tiştê zindî ji avê afirandîy’ (Embiya/30). 

Hinekan wateya vê ayetê bi wateya nêrîna yekemîn ya Thales re eynîhev zanîne, lê qet wisa nîne; ferezen heke ev ayet wuha bûya: ‘we cealna mine’l-mai kulle şey’in heyya’ (me her tişt ji avê zindî kir) nêzikatîyekî maqûl di serê mirov de disêwirî, bilam di vê ayetê de ‘ceale’ fiêlekî (kiryarekî) yek -mefulî ye (u tê meneya xuliqandin, afirandin u çê kirinê), peyva ‘heyy’ jî rengdêra ‘şey’ e, ne ku bona ‘ceale’ têrkerê (mefulê) diyem e. Lewra ji nav sê qisim heyberan tenê dû qisim ango heywanat u nebatat dikanin mebesta Quranê bin ne ku tişt hemû. [14] 

Hinek kesan jî goman kirine ev ayete: ‘Textê Xwedê li ser avê ye’ (hûd/7)  wekî nêrîna diyem ya Thales e. Lê wekîhev bûna van li ser bingehekî sehîh nîne u heta eger em wateyên zef bilind yên ku di van her dû ayetan de hene li ber çav negrin, maneya zahir ya va ayetan jî bi nêrîn u ditînên Thales re li hev nayê; îzaha vê yekê bila bimîne daku di ciyê xwe de were dayîn. 

  1. Asinruba/Miqnatis Candar e

Ji bona em vê ditînê fêm bikim dibe em lê binêrin ka çima mirovan bawer kirine ku ji bilî wî qalibî maddî (peyker an beden), xwedî tiştekî dî yê bi navê ‘rih’ (= nefs, can, giyan an revan[15]) in? [16] Ango pê hesîna bi vê xalê, cara yekemîn li kuderê dest pê bû u zihnê mirov çiwa gihêşte vê yekê ku mirov candar u xwedî rih in? Xala diyem ev e ku çi qewimîye daku hinek mirov ‘candarbûnê’ li heyberên din jî belav bikin u hemûyan an ji wan hinekan ‘candar’ bihesibinin? 

Ku em werin ser pirsa yekem, hîna bersivekî ku dawî li hemû niqaşan anîbe lê nehatîye dayîn; mirovnasan (anthropologists) vê derbarê de nêrîn u dîtinên cûda îzhar kirine ku eger çi ji wan hinek ji yên din bihêztir in lê ji wan tu yek qethî/teqez nîne. Em ji van nêrînan îşaretî çendekan bikin: 

1- Hin kesan gotine: Gava însên xwe di avê de an di sethekî din î sîqalkirî de didît bi xwe re difikirî, eqlê xwe dişixuland u digot ji bilî min kesekî din jî (di avê de an di neynikê de) heye ku eger em nebêjin beşekî min e, zef mîna min e. Însên bi vî awayî, bawerîya xwe bi heyberekî din anî ku ji demên qedîm/antîk ve jê re ‘hemzad/hevza’ (heyberê ku bi welidîna mirov re ew jî diwelide) digotin. Di rastiye de, yê ku em jê re ‘nefs’ dibêjin hema ‘hevza’yê fîlozofên berê ye. Heke ev nêrîn rast bûya, dibû ku mirov bawerîya xwe bi candar bûna hemû tiştan banîya, çiko teswîr u wêneyê her tiştî di avê de (an di neynikê de) xuya dibe. 

2- Hin mirovnasan gotine: Heydar bûna mirov ji vê yekê ji cîhana xewnê hatiye der; mirov di xewna xwe de dibîne ku diçe derna, bi hin kesan re hevdîtinê pêk tîne, deng dike u hwd… Dema mirov ji xewê şiyar dibe serincê didê (mulaheze dike) ku li alîyekî bi guwahîya kesên dî, li cîyekî sekinî maye u di heman demê de bi guwahî u şahîdiya xwe çûye cîyên dî u kar u xebat encam dane. Li alîyê din nikana ji van guwahîyan tu yekê înkar bike, lewra bawer dike ku ew, dû ta ye: Yek beden e (ku mijara guwahîya kesên din e) u yê din rih e (ku mijara guwahîya wî ye); ev nêrîne ji ya pêşîn zaf qewîmtir u bihêztir e. 

3- Hinek mirovnasên din, “dîtina mirîyan di xewê de” kirine palpişt u dibêjin: Însanên ku dimrin (bi taybet di çend rojên yekem yên piştî mirinê de) pir caran dikevin xewnên heval u hogirên xwe. Ev yekê dibe sebeb ku ferd, digel wî heyberî ku defnî axê hatiye kirin, bi heyberekî dinê jî ku bi tevahî mîna wî ye –ku di xewnan de wan dibîne- bawer bikin. 

4- Hin kesan jî hewl dana ku vê yekê bi palpiştîya “serpêhatîyên mirîyan” bidin peyîtandin; di domahîya dirokê de carna dibû ku di hin kesan de ku li gorî dîtina kesên din temamen mirî dihatin hesibandin, hal u rewşên cûda peyda dibûn (mînanî kêm bûna dereca germahîya bedenê, hetanî sifrê daketina pestoyê xwînê, vebûna pelkên çavan, sekinîna qelb u hwd… bi gotina deqîqa îlmî, ji nav çûna hemû nîşanên jiyanê), bilam ew ferdên ku mirî hatibûn hesibendin ji demekê şunde dîsa vedigerîyane jiyanê u di derheqê ew tiştên ku li domahîya peyda bûna nîşanên mirinê bi wan re dîtibûn de gotinên balkiş dihanîn zêmin. 

Ji van gotinan re “serpêhatîyên mirîyan” dibêjin. Ev yeke (vegerîna li jiyanê) îro li gel pêşveçûna zanist u teknîkên nû u hebûna techîzat u alavên pijîşkî, ji berê zef pirtir diqewime u bi riya fenomenê “îhya”yê yan “ji nû ve zindî kirin”ê (resuscitation) gelek kes pêştî ristek emeliyatên pijîşkî li jiyanê vedigerin. Li gorî mirovnasan, “sepêhatîyên mirîyan” bona însanan di wateya îspat bûna rih (nefs) de bûye. [17] 

5- Hinekan gotine: Merasîmên ku ol u mezheban destûr dane ji bona mirîyan werin li darxistin, bûye bais ev hizre têkeve zihê mirovan ku mirî şayet hîna ji kesayet u nasnameyekî berxwedar in ku hema rihê wan e. Ev nêrîne –wekî ku xuya ye- nêrînekî sexîf u bê bingeh e. jiber ku ya rast ev e ku adap u emelên dînî yên jibo mirîyan tên lidarxistin, encama bawer anîna bi hebûna nefsê ye, ne ku bawer anîna bi hebûna nefsê, encama adap u merasîmên dînî be;  eve, telvîhev kirina cîgehê sedem (îllet) u encamê (melûl) ye. 

Ku em werin ser pirsa diyem pêwîste bête îzan kirin: Ajo u saîqên ku hinek fîlozofên qedîm/antîk (qudema) sewqî bawer anîna bi anîmîzmê (tevcandar engarî; hizra ku hemû tiştan candar diengarîne an dihesibîne) kirine u bûne baîs ku ev fikre di zihnê wan de zîl bide, ji bonî me ne diyar in; lê mirov dikane ji rizêkek emare u qerîneyan xalekî fêm bike ku ew jî ev e: Wekî xuya dike, însan ji despêka jiyana xwe li ser vê gilovera axîn bi vir ve, li ser vê bawerîyê bûye ku heger heyberek <candar> bête hesibandin pêwîste; ya “hereket” bike (biherike) ya kanibe tiştekî din bide “herikandin” (yan jî ev her dû xislet pê re hebin; yanî him biherike him jî biherikîne); ango pîvanê candar bûnê,“hereket”e (çi bi forma herikînê/livînê çi jî bi ya herikandinê/livandinê be). Nexwe jibonî ku candar bûna heyberekî were peyitandin; ya pêwîste em îspat bikin ku ew heybere livok (muteherrik) e yan livanger (muherrik) e.[18]           

Yûnaniyên qedîm/antîk ku ji hêla olî ve bi şirkê (îzedanperestî=polythesim) qaîl bûn, bawerî pê anîbûn ku Xwedê dikanin di qada cîhana heyînê de tiştan bidin livandin u her xwedayek jiber ku dikanî tiştek ji halê sukûnê derxista, navê ‘xwedê’ lê dikirin. Hinek fîlozof jî (wekî Thales) peyda bûn ku herikîn u herikandin an jî livîn u livandin wek pîvana zindî bûnê dizanîn, bilam bi hebûna xwedayan an îlahan bawer nedikirin. 

Hîngê, di vê cihana tijî hereket ya bê Xwedê de, jibilî ku sedemê herikînê di tiştê herikok/livok bi xwe de bête zanîn tu çarekî din tinebû. Ji dîtina van fîlozofan ve, rih (giyan an revan) sedemê herikînê an hereketê bû; ango heya derketina van fîlozofan, li ser dû xalan îttifaq hebû: Yek ev bû ku nîşana jîndarî an zindî bûnê, herikîn u herikandin (yan jî, ji her dûyan yek) e, ya din ev bû ku yê tiştan diherikîne an wana dixe hereketê xwedayek ji xwedêyan e. Fîlozofan xala yekem pejirandin lê ya diyem înkar kirin; bi gotinekî din, di tiştê herikok an livok bi xwe de li pêyî sedemê herikînê digerîn, ne di xwedêyan de, ango sedemê herikînê ji yê diherike dizanin ne ji xwedêyan.           

Gava ev qediyeya hekanî ku: “heke tiştek herikî/livokî be, muherrikê/livangerê wî di hundirê wî de cî girtiye (ango candar e)” hate pejirandin, ev pirse tê holê ku gelo tişt  ‘hemû’ herikî u livokî ne (u lewma ewe hemî candar in ku dibe anîmîzm) yan ji wan tenê ‘hinek’ wuha ne? Thales –li gor xuya dike- ji nav tiştan tenê hinek tişt herikokî u livokî dizani bû; ango hemû tişt candar nedihesiband; lê hin dîrokzanên felsefeyê – yên wekî Capleston- [19] gotine: Nêrîna Thales, awayekî din yê anîmîzmê (hemû candar engarî) bûye. 

Me got ku li gor ditîna Thales, ‘herikandin’ jî mîna ‘herikîn’ê nîşana candarbûnê ye. Lewra Thales, asinruba/miqnatisê candar diengaşt (dihesiband); zîra asinruba heger çi tiştên din nade livandin, lê bi kişandina wan ber bi hêla xwe ve, wana mecbûrî livîn u herikînê dike. 

Gelo ji alîye mentiqî ve durist e ku em ‘herikandin’ê an jî ‘herikîn’ê wekî pîvanê xwedî rihdar an candarbûnê li ber çav bigrin? [20] Kesê ku bi riya hereketê/livê hebûna rih dipeyîtine ango îspat dike, ji hêla ontolojîk/heyetînasî ve duçarî bi xwe re muqayesekirinê (qiyasa bi nefsê) ango mirovwar engariyê (anthropomorphism) bûye an bi gonetekî kelamî, duçarî ‘teşbîh’ê ango ‘şibihandin’ê bûye. 

Mirovwar engarî tê vê manê ku mirov ew tiştê (yên mîna hestan, îhsasan u înfîalan) ku di nava xwe dibîne li tiştên din belav dike ango li wan temîm dike; meselen eger kesek bibêje ku heyber hemî aşik u evîndarê hev in (an jî hemî dijberê hev in), ew kese qaîlî cûreyek ‘qîyasî xwe kirin’ê an ‘mirovwar engarî’ yê bûye. Helbet tenê ji ber ku rayek an nêrînek ji qîyasî xwe kirinê u ji gelemperî kirinê derketibe holê, wê nêrînê bê bingeh dernaxa; belkî pêwîste derbareyê wê nêrîne de behs u nîqaşekî cûda were kirin. Em vê nîqaşê haweleyî beşa ku têkildarî Soqrat e dikin. [21]  

Ferzan Yezdanî

belqis55@yahoo.com.tr

22.01.2015    

Jînenigarî: Ferzan Yezdanî, xwendakar û şagirtekî kurd e. Li sala 1980’ê li navçeya Dîlokê ya bi navê Nizibê/Belqîsê di meha Çileyê de çavê xwe li cîhanê vedike. Zarokatiya xwe li gundê xwe derbas dike. Li gund dibistana seretayî diqedine û dûre, fêrî Quranê û adabên olî dibe. Li ser pêşniyara memosteyê xwe yê Quranê û eleqedariya ku pêre hebû, berê xwe da medresêyên seydayên kurd û li cem wan dest bi hînbûna zanistên neqlî/dînî dike. Piştî ku hînî zanistên neqlî dibe, bere bere pêre eleqeya bi zanistên eqlî peyda dibe. Li ciyekî ku kevneşopiya zanistên eqlî bi taybet ya felsefî têde zindî ye, digeriya. Lewra piştî lêgerînekî kurt diçe Îranê û li vir tehsîla xwe tevî rêbaza klasîk ya medresî bi ya nûjen jî didomîne. Beşa pisporiya wî felsefe ye û niha di asta perwerdehiya bilind de, teza xwe dinivîse. Ji bilî zimanê zikmakî bi farisî, erebî, tirkî u heya redeyekî bi îngilîsî dizane. Zewicî ye û bavê çar zaroka ye.           

[1] Di terkîba ‘maddetu-l mevadd’e, pêyva ‘mevadd’ (ku muzaf ileyh e) pirejmarê peyva ‘madde’ (muzaf) nîne, çiko ‘mevadd’ li vêrê tê wateya ‘tiştên cihana xwezayê’ u ‘madde’ tê wateya ‘maye’ ango ‘jêderk’ a wan tiştan. Li gorî vê yekê, ev îstilah an biwêj naye vê manaye ku ‘madde’ bi xwe yek ji ‘mevadd’ a ye.   

[2] Unity in Plurality.

[3] Helbet ev bawerîya hane xwedî hinek pêşferzên dine jî, lê ya berbiçav hama ew bû ku hate gotin.

[4] Veqetandina “heyîn” u “xuyîn”ê ji hev ya ku me derbarê Thales de anî zimên, mîna veqetandina hane ye ku Kant di navbera wan her dûyan de pê qaîl bû. Lê dû ferqên wan ji hev hene: A yekem ev e ku gotina Kant –qe ne be li gor îddîaya wî bi xwe- “pêşferz” nîne, belkî

“mesele”ye, çimkî pêşferz ji wî tiştî han re tê gotin ku ji yên din tê xastin wînî qabûl bikin bêyî ku delîlek ji re peyda kiribin. Lêbelê mesele mihtaçê delîl anînê ye u ji yên din tê xastin ku wênê, bona ku delîla wê bihêz e, bipejirinin u Kant ji vê îddîayê re delîl anîye. Ferqa diyem ev e ku gotina Thales tenya derheqê cîhana xwezayê de ye. Lê veqetandina Kant, ferq xistin navbera mijara nasînê her wekî ku heye u her wekî ku li zihnê me xuya dibe ye, çi mijara nasinê, tiştekî ji cihana xwezayê be u çi jî tiştekî ji cîhana derveyî xwezayê (ango metafizîkê) be ferq nake. Bi gotinekî din, şora Kant ji ya Thales ji alîyê misdaqî/mînakî ve amtir u gelempertir e.             

[5] Beravajî vê pêşferzê, di Felsefeya Îslamî de “mutabiqeta zihn li gel eyn” wek pêşferzekî hatiye pejirandin, zîra di vê felsefeyê da, “mîna hev bûna alema/cîhana aqlî u alema eynî” tê xastin u ev jî tê vê manê ku; li hev hatina zihn u eyn an mutabiqeta zihn li gel rastîya derveyî zihn, gengaz e. 

[6] Bn. Frederick Copleston, Dîroka Felsefeyê (A History Of Philosophy), cîlda yekem: Yûnan u Rom, vergera Seyid Celaleddin Muctebevî, çapa diyem, Şirketê Întişaratê Îlmî u Ferhegî u Întişaratê Sirûş, Têhran, r. 32.

[7] Metafizîk (Mabedet-Tebîa), r. 12, 13. Ji ber ku tu nivîseka Thales negiştîye ber destê me u berya Arîsto jî tu kesî derheqê nêrîn u dîtinên Thales de danezanek çê nekriye, em di van babetan de serî li gotinên Arîsto didin. Li ser vê yekê, melûmatên me derheqê wî de, melûmatên dereceya diyem in. 

[9] Dîroka felsefeya Rojavayê, Vergera Necef Deryabenderî, Çapa Pêncem, Têhran, 1365 h., r. 59.

[10] Stoikheion. 

[11] Metafizîk, s. 12.

[12] Bi gotinekî îroîn, delîlê pêşîn (apriori) pêwîste were anîn ne delîlê paşîn (aposteriori). 

[13] Metafîzîk

[14] Jibîlî vê jî, li gorî nêrînekî deqîqtir/hûrtir, tiştên zindî (heyy) tenê şamilî heywanan dibin u şamilî rehekan nabin.    

[15]  Em ferqên ku di navbera van peyvan de hene, li vira nagrin ber çav.

[16] Helbet gava nobet hate likolîna bîr u bawerîyên Soqrat, emê nêrîn u nezerîyatên ku derbareyê rih de hatine îbraz kirin bi dorferehî bigrin dest.

[17] Îro serpêhatîyên mirîyan di nava mijarên nû yên kelamî/teolojîkî de jî, ciyê niqaşê ye u ji bona peyîtandina “xulûda nefsê” yanî ebedî bûna wê, jê sûd tê girtin.

[18] Li hinek zimanan de, dema ku navê tiştan hatine danîn ev pîvan(ê hereketê), li ber çav hatiye girtin; meselen Ereb ji heyberê ku canê wî nîne ango bêcan be re “cemad” dibêjin. Cemad tê wateya heyberê ku bê liv u bê hereket e.  

[19] Dîroka Felsefeyê, cîlda yekem: Yûnan u Rum, r. 33.

[20] Ev şore di felsefeya îslamî de bi qeydekî an bi şertekî hatiye pejirandin. Ew şert jî ev e: Hereket an liv, tenê gava ku ne yeksan be (la ala wetîretîn wahîde ango ne li ser rewşekî monoton be) dikane bibe nîşana hebûna rih an nefsê. Çimkî livîna yeksan u yekreng ya tiştekî, ji tebîeta wî tiştî tê der ango liva wî tiştî, livekî tebîî (dijberê liva qesrî) u xweza ye. Lê ji ber ku tiştekî tenê, nikane xwedî livînekî neyeksan be, di liva neyeksan de qet’en tiştek li ser kare ku jê re nefs (rih) tê gotin.  

[21] Xala ku li dawîya vê beşê de pêwîste were bibîrxistin ev e ku di warê nêrînên Thales de u esasen di warê bîrûboçûnên her fîlozofekî de divê mirov pişta xwe pê berhemên ku misilmanan nivisîne girinede. Ji ber ku misilman di warê dîroknivisînê de hew qas ne bi hêz bûne (1). Wek mînak Şehristanî di berhema xwe ya bi navê el-Mîlel wen-Nîhel  de –ku di warê dîroka bîrûbawerîyan de ji pirtûkên herî serekê yên misilmana ye- dibêje: Thales bawer pê anîye ku gerdûn xwedî “mubdî” bûye (ji yê ku bê kereste, bêyî ku ji tiştekî alîkarîyê bigre, ji tinebûnê diafirîne re “mubdî” tê gotin v.) u ji bilî vê, digotiye: Hin dem bihorîne ku têde “mubdî” hebûye lê di heman demê de “mubedda” tinebûye. Şeristanî pişt re ji rûpelekî zêdetir cih dide parastina ditîna Thales u li ser vê babetê nîqaş dike ku çiwa mumkîn e ku “mubdî” hebe lê “mubedda” yanî yê ku tê îbda kirin ango tê xuliqandin pêk nehatibe (2). Eve di halekî de ye ku tu kesî ev şore bi liv nekriye ango negotiye ku Thales bawerî bi xwedêyekî anîye u hebûna mubdî, bêyî hebûna mubedda (xaliqê bê mexlûq) pejirandiye. Li alîyê din di berhema Îbnî Qiftî ya bi navê Tarîxu-l Hukema de hatiye gotin ku Thales şagirdê Fîsaxûris e u li ba wî, fêrî felsefê bûye u yekemîn kes e ku ji heyberan re aferînendeyek li ber çav negirtiye(3). Hal ev e ku Thales berya Fîsaxûris jiya bû u fasileya zemanî ya ku di navbera her dûyan de heye, ji tu kesî re veşartî nîne.

(1) Şehîd Mutahherî di vê derbarê de dibêje: “Li nava beşên îlm u merîfetê yên giridayî çanda îslamî de, beşa ku ji alîyê seyra dîrokî ve ji hemû beşên din zêdetir nenasî maye, felsefe ye… Fîlozofên îslamî ne tenê bala xwe li seyra dîrokî ya van meseleyan nedane, hin caran ji ber hêndek sedemên taybet rê li ber telvîhevî u çewtkarîyê vekirine u gotinên ku ji vî alî de rê li ber mirov şaş dikin anîne zimên.” Bn. Murteza Mutahherî, Mecmûeyî Meqalat, Întişaratê Cîhan Ara, Têhran, r. 9-178.

(2) Ebu-l Feth Muhemmed Bîn Abdulkerîm Bîn Ahmed eş-Şehristanî, el-Mîlel wen-Nîhel, Teshîha Muhammed Seyid Keylanî, Daru-l Marîfe, Beyrût, r. 61-64. (3) Îbnî Qiftî, Tarîxu-l Hukema, Vergera Farisî ya sedsala yazdehemîn, bi xebatkarîya Behîn Darayî, Întişaratê Zanîngeha Têhranê, r. 1-150.

 

Bersivekê binivîsin