Thales

Thales

Thales, berî zayînê di navbera salên 624- 548- an de jiya ye û di felsefeya rojava û antîk de, lêger û fizîkçiyê yekemîn tê hesibandin. Ji Mîletosê ye û avakarê “naturalîzmê” ye. Thales, li ser nesneyan çavdêriyên emprîk ava kiriye û dîtinên xwe bi pêşniyaran pêşkêş kiriye. Avê cewhera pêşîn û hêmana ewilî dîtiye û li gorî dîtina wî; dinya mîna dîskekê pehn e û li ser rûyê erdê dilive.

Thales, di nava cosmogoniya “madeyên cosmîk” de, rolê avê pirr girîng dibîne. Lewra, di ramanên wî de, okyanûs cosmîka herî girîng û kevn e û xîmê her tiştî ye. Bêguman, Thales avakarê dêfelsefeyê ye. Lewra yekemîn car yên ku gerdûnê bi nêrîneka tabiî, ango naturalîst şirove kiriye û yên ku berî hemû kesî li ser vê mijarê rawestiya ye Thales e.

Bi van ramanên xwe yên zanistî û naturalîst jî, di dîroka felsefî de bûye pêşeng. Ji ber vê çendê jî, berê zanayên ku piştî wî hatine, daye şirove û rêbazên zanistî. Thales, zîndetiya cosmîkê hêmana herî girîng dibîne û li gorî wî; cosmîk zindî ye û av jî cosmîk e. Ango, av jî zindebar û nemir e. Thales, bi van nêrînên xwe re di dîroka felsefî de, dibe beşdarê ekola Hylosîzmê.

Thales, felsefeyê bi avê destpêkandiye û avê, mîna hilika hemû tiştî dîtiye. Li gorî vê felsefeyê, tiştên ku di gerdûnê de hene, şeklên taybetî yên corê avê ne. Ango, dêmade av e.

Di vê niqteyê de fîlozofan, du pirs lê kirine.

1- Thales, çima gotiye ku dêmade av e û çima, avê mîna prensîba yekemîn dîtiye?

2– Madeyên din ku av dayîka hemûya ye, ji avê çawa û çî wextî çêbûne?Lê mixabin, Thales van pirsan nebersivandiye û angaştên xwe şirove nekiriye.

Di nava cosmogoniya de (made, obje, wanek) rolê avê pirr girîng dîtiye. Lewra di ramanên wî de, okyanûs cihekî mezin digrin. Lewra, okyanûs cosmîka herî girîng û kevn e. Li gorî dîtin û dinyabiniya Homeros jî; okyanûs bingeha hemû tiştî bû û erd, paşê çêbû bû. Di vê babetê de, dibe ku Thales ketibe bin bandûra Homeros û jê ketumet bibe. Mirov bi hêsanî dikare bibêje ku bingeha ramana vê demê, prensîbekê nihaî ye û fîlozofan lêkolandiye da ku bibînin û pêşkêşê mirovahiyê bikin.

Ji Gotinên Wî Yên Li Ser Exlaqê

1- “Ji rêya xirab, dewlemend nebe!”

2- “Hemû tişt, bi Xwedêyan tije ne.”

3- “Ji bavê xwe, tiştên xirab negire.”

4-“Xwedîpîvan be.”

5- “Hilika her tiştî av e û av, tiştê herî baş e.”

6- “Bêkarî û berdoşî, tiştekî xemnak e.”

7- “Hevrêya kefaletê, bobilat e.”

8- “Divê mirov, hakime xwe be!”

9- “Ji şewatê zêdetir, bila te bihezidin.”

10- “Tiştê herî birûmet, tiştê herî pîr e û sond jî; tiştekî herî birûmet e.”

11- “Tiştê ku zahfî jê çêdibe û yekîtiya wê ye, av e.”

12- “Te ji bo dê û bavê xwe çî kiribe, li benda wan be.”

Hylosîzm: Di dîroka felsefeyê de ekolek e û di vê ekolê de cosmîk, ango made, tiştekî zîndî tê dîtin. Di zimanê yewnan de Hylosîzm: hyle= made û zoon= zîndî ye.

Thales Fîlozofê Pêşîn e. 

Thales B.Z. di sedsala 6 an de (624-548) jiyaye û li Îyonyayê û ji heft (7) zanayên mezin ên yewnanî hatiye hesibandin. Wek hemû fîlozofên îyonyyayî, wî jî li ser xweza û gerdûnê fikirî ye, lêkolînan pêk anîye û di warê matematîk û esmannasîyê (astronomîyê) de serkevtinên baş bi dest xistiye.

Serkevtineka wî ya mezin ku heta roja me jî hatiye, zanîna wî ya rojgirtinê ye. Li gor hesabên Thales, wê di 28 Gulana 585 an de (B.Z.) roj bihata girtin û ev bûyer, wê rojê qewimîye. Roja ku Thales gotiye wê roj were girtin, (28 Gulan 585) wek tarîxa destpêka felsefeyê tê pejirandin.

Sedemê vê yekê jî ew bû ku Thales, vê encamê bi rêya aqil û zêhna xwe bi dest xistiye. Hege mirov felsefeyê wek rêya lêgerîna zanayî û rêya gihêjtina rasteqîniyê bipejirîne, wê demê mirov bi hêsanî dikare bibêje ku ên ku wê dîrokê wek destpêka felsefeyê dipejirînin, mafdar in. Lewra divabû ew dîrok wek destpêka bikaranîna aqil û zêhnê bihata hesibandin, ku ev yek jî roja derketina felsefeyê ye.

Derheqê Thales de gelek anekdot hene û mirov dikare ji van anekdotan gelek ramanên balkêş fêr bibe. Mesela, tê gotin ku Thales çûye Misrê û dirêjahiya sîya pramîdan di dema nîvro de hesab kiriye û bi vê yekê re jî, bilindahiya pramîdan hesab kiriye. Ji bilî vê yekê, tê gotin ku Thales dûrahiya keştiyên di behrê de jî hesab dikir. Li Misrê xwe fêrî geometrîyê kiriye û ê ku geometrîyê anîye Yewnanîstanê, dîsa Thales e.

Xwediyê Teoremên Manendîyê (benzerlîk, dirûvtî) ku îro jî di geometrîyê de têne bikaranîn û pejirandin, dîsa Thales e. Mirov dikare bibêje ku Thales ne tenê zanyar bû, ew di heman demê de ramanwer û alim bû jî. Li gor rîwayetan, tê gotin ku diya wî dixwaze ku wî bizewicîne û ji bo vê yekê jî, her dem jê dixwaze ku ew bizewice. Lê Thalesê zanyar, her dem ji diya xwe re dibêje; “Hê zû ye.” Lê piştî wextekê dirêj, vê carê jî dibêje: “Ji bo zewacê, êdî dereng e.”

Dîsa rojekî jê tê pirsîn, ka çima zarokên wî tinin? Dibêje: “Ji ber ku ez ji zarokan gelekî hez dikim…”

Helbet mirov dikare bibêje ku Thales ne bi xêra van anekdotan wek fîlozofê pêşîn an jî bavê felsefeyê tê hesibandin. Thales bavê felsefeyê ye. Lewra yê ku yekemîn car li ser gerdûn, zayîn, mirin, ciwanî û kalitî, stêrk, heyv, ba û li ser hemû tiştên ku di gerdûnê de diqewimin fikirîye û xwestiye ku prensîba yekemîn ya ku wan behrêlî dike û bi rê ve dibe bibîne û bizanibe, Thales e.

Thales vê pirsê pirsî ye û bersiva wê daye.

[wek tê zanîn Thales, avê wek prensîba “madeya, archeya” yekemîn dîtiye û gotiye ku hemû tişt ji avê der çûye.]

Ji ber ku yekemîn car vê pirsê Thales pirsî ye, bavê felsefeyê û fîlozofê yekemîn “pêşîn” tê hesibandin.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî 

Beyî nîşandana çavkaniya malperê, wergirtina nivîsaran qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin