Teyro – Şahînê Bekirê Soreklî

Teyro – Şahînê Bekirê Soreklî

Teyro

Şahînê Bekirê Soreklî 

    Kesereke kûr kişand û ji beşekî tarî yê hebûna wî hat dengekî xêrnexwaz (yan gelo xêrxwaz!): “Berde vî karî; jiyana te ket payîza xwe; porê te bêtir û bêtir spî dibêye!  Tu gotarên dirêj ji kê re dinivîsînîye; ji kê re peyvan dihûniye; ji kê re hevokan dirêsiye!  Va bûn nêzikî 30 salan tu gotaran bi vî zimanî berdidiye nav ava rûbarê.  Kî bizanibe ka ava wê rûbara bêşop xwe berdabe nav çi gola bênav!  Gelo çendan ji ava wê rûbarê vexwaribin û çend ji wan amade bin ber mirina te bibêjin ku taseke ji wê avê hema carekê be jî tîbûna wan şkandibe!  Dest ji vê “sewdayê” berde û bi payîza jiyana xwe şa bibe; li dû wê zivistan e.”

Û nivîskarî kutek li kompiyûtera reben xist, ji şkefta nivîsandinê reviya û berê xwe da deryayê.  Bash e ku li vî bajarî derya heye û dihêle ew keser û axînên xwe di nav ava wê ya kûr de bigorîne! 

Li kêleka deryayê teyrekî dibîne û wê bizavê dike ku bi wî re dostaniyê deyne:

Ho lo teyro, ho lo teyro, çi xweşik tu li ser pêlên deryayê difiriye!

Jiyana te serbest, tu azad î, li ser ava hênike hêşin virde-wêde difiriye, lo lo teyro!

Were bide li min slavê, ji te re bibêjim çîroka teyrên devera ku welatê daya min lê ye.

Jiyana wan wek ya te hêsan niye; bo teyrên wan herêman jiyan dijwar û kurt e, ciwano teyro.

Kevokê deryayê rast jî ber bi wî dihê û bi çavên xwe yên biçûk lê dinihêre, wekî ku meraq li bihîstina çîrokê hebe û jê tika bike:  De bibêje, nivîskaro, de bibêje!” 

Û nivîskar bizava axaftina bi zimanê teyran dike:

Ez ê çîrokê kurt bibirrim, dosto; çîrok yeke pirr dirêj e; teyrê bedew, pirr dirêj e.

Evîndarê teyrên azad im, kevoko, ez ji mêj ve, pirr ji mêj ve.

Lo lo teyro!  Teyrên devera ku gora daya min lê ye ji mirovan bizdoyî ne, her dûr difirin ji wan; 

neyarî û pênebawerî di navbera wan û “benî adem” de gellekî kûr in; ax lo teyro, rast jî kûr in.

Lo kevoko, li warê diya min evîndarî û nakokî bi hev re diçin, bêpîvan û bêsînor in.

Teyrên wan deveran ne wek te bextiyar, lê her bi tirs û her bi xem in. 

Li “warê pêxemberan” zindîmayîn ne hêsan e; tolaz teyran zû dikujin, diêşînin; teyrkuj in ew, rastîkuj in, mirovkuj in, jiyankuj in, yezdankuj in; ew xwekuj û hertiştkuj in!

Kevokê deryayê xwe badide û dûr difire; ji peyvên wî pirr ditirse û careke din venagere.

Û nivîskar li pê digirî:

Vemegere teyro; ji yên wek min her dûr bimîne; û bibexşîne ku min ew peyvên dojehî bi te dan bihîstin, biborîne!

Ho lo teyro, ho lo teyro, çi xweşik li ser pêlên deryayê difiriye. 

Hêvîdar im li teyrkujan, jiyankujan, hertiştkujan rast nehêyî, xweşiko teyro. 

Ey Yezdanê dilovano!  Ger hat û li dû mirinê dîsa li vê cîhanê vegerandim;

qurbane Te, min wek teyrekî vegerîne lê li şûneke ku ji warê hertiştkujan dûr be. 

Şahîn. B. Soreklî 

(03/2006)

Bersivekê binivîsin