Tevgera Pozîtîvîzmê û Auguste Comte

Tevgera Pozîtîvîzmê û Auguste Comte

Tevgera Pozîtîvîzmê û Auguste Comte

Di dîroka felsefeyê de, di warê mijara zanayiyê de; tevgera rasyonalîst wekî tevgera yekemîn hatiye hesibandin. Rasyonalîzmê/aqilperestî, rexne li zanayiyên olî girtiye,  zanayiyên ku bi rêya wehiyê hatine hilberandin qebûl nekiriye û aqilê mirovî, wekî çavkaniya resen ya zanayiyan dîtiye. Dûre, tevgera ezmûngeriyê/empirisîzmê derketiye holê û ezmûnê wekî çavkaniya bingehîn ya zanayiyan dîtiye. Felsefeya rexneyî ya ku ji aliyên Immanuel Kantî ve hatiye damezrandin, li dijî herdu tevgeran jî derdikeve û wan rexne dike. Li gorî bîr û baweriya Kantî jî, zanayiyên me bi ezmûnê dest pê dikin, lê bi ezmûnê temam nabin.

Ji bo ku zanayî bikaribin werin hilberandin, pêdivî bi aqil jî heye û ne aqil, ne jî ezmûn; bi serê xwe tenê nikarin zanayiyan hilberînin. Li gor dîtin û dinyabiniya Kantî, ezmûn û aqil, bi hevdu re zanayiyan hildibirînin. Kant, ya aqil wekî aşekî dibîne. Li gor baweriya wî, daneyên ku bi ezmûnê têne bidestxistin, aqil wan dihêre.  

Felsefeya Pozîtîvîst [Kirûgerî] jî, piştî felsefeya rexneyî derketiye holê û di sedsala 18 an de, ji aliyê Auguste Comte (1789-1857) ve hatiye damezrandin. Nêzîkayîtêdana Immanuel Kantî ya derheqê hilberandin yan jî bidestxistina zanayiyê de, ji aliyê felsefeya pozîtîvîst ve gellekî hatiye berfirehkirin. Kant xwestibû ku, sînor û derfetên metafizîkê destnîşan bike. Her weha mirovî dikare bibêje ku Kantî, di vê xalê de xwestiye ku ji bo zanistên/ilmên  siberojê; sînorên aqilê mirovî raxê holê. Felsefeya Pozîtîvîst, vê mengiya/ramana bingehîn ya Immanuel Kantî, berfirehtir kiriye.

Ê baş e, ramana bingehîn ya pozîtîvîstan çîbû?  

Pozîtivîstan, wiha bawer kirine ku tu qîmet û rastiya pêşniyarên metafizîkî, olî, exlaqî û hunerî, tune. Her weha, ji bilî pêşniyarên pozîtîv, ti pêşniyarên din jî, qebûl nekirine. Ango, angaşta Felsefeya Pozîtîvîst ew e ku pêşniyarên metafizîkî, olî, exlaqî û hunerî, ne xwediyê ti qîmet û rastiya ne. Lewra ji bilî pêşniyarên pozîtîv, pêşniyarên din, ne rast in.

Li gorî Auguste Comte aqlê mirovî, ji sê dewran derbas bûye…

1- Dewra Teolojîk

2- Dewra Metafizîk

3- Dewra Pozîtîv

Di dewra Teolojîk de, mirov derheqê xwe û gerdûnê de ne xwediyê zanayiyên têr in û hemû bûyeran, bi afirander û hêzên xwedayî ve girê didin. Kêm be jî, di vê dewrê de mirovan hinekî aqlê xwe bikar anîne û xwe gihandine dewra metafizîkî.

Di Dewra Metafizîkî de jî, aqilê mirovî li ser kar e, lê kêm be jî bandora hêzên metafizîkî berdewam e û sedemên bûyeran/kirûyan, bi hêzên metafizîkî ve têne girêdan.

Di Dewra Pozîtîv de jî, mirov bûyeran êdî bi heyînên olî û metafizîkî şirove nakin. Bûyer, bi ezmûn û çavdêriyan têne şirovekirin. Di vê dewrê de ne tenê bûyerên xwezayî; herweha ol, huner, exlaq, kevneşop û adetên civakî jî, bi awayekî pozîtîv têne şirovekirin. Herweha, di siberojê de oleka pozîtîv û exlaqekî pozîtîf jî, dê bikaribe were damezrandin…

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

01.04.2014

Jêder

1- Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê. Ali Gurdilî. Çap nebûye.

2- http://www.felsefevan.org/pozitivizm-buyergeri.html

Ger çavkaniya gotaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye.

Bersivekê binivîsin