Teoriya Teqdîrê Îlahî ya Augustinusî û Dadgehên Engizîsyonê

Teoriya Teqdîrê Îlahî ya Augustinusî û Dadgehên Engizîsyonê

Teoriya Teqdîrê Îlahî ya Augustinusî û Dadgehên Engizîsyonê

Dazanîna Teqdîrê Îlahî ya Augustînusî (P.Z.354-430) herçuqasî ji aliyê dêrê ve bi awayekî fermî nehatibe pejirandin jî, di demekê dirêj de bandûreke mezin li filehtiyê kiriye û bûye sebebê gelek encamên girîng û trajîk. Li gor vê dazanînê, beyî teqdîra Xwedê mirov tu carî nikarin bi awayekî serbixwe (bi serê xwe) rizgar bibin û ji bo ku mirov bikaribin rizgar bibin, pêdiviya wan bi înayet (qencî) û dilovaniya (rehm) Xwedê heye. Ruhên ku diçin cehnemê jî, ruhên ku ne çûne ber dilovaniya Xwedê yan jî ruhên ku ji rehma Xwedê bêpar mane ne.

Ji ber vê yekê jî, kesên lanetlêbûyî (naletkirî) bi teqdîr û hilbijartina Xwedê hatine lanetkirin. Ev dazanîn piştî çend sedsalan, ji aliyê Dadgeha Engizîsyonê ve wekî palpişt û spartek hatiye bikaranîn û bûye sebebê tehde, zilm û îşkenceyan. Li Dadgeha Engizîsyonê mîna ku li ruhên cehenemî tê kirin, tehde û îşkenceyê li mirovên nebawer yan jî heretîk kirine û bi hezaran mirov, bi rê û rêbazên hovane hatine kuştin. Ev mînak jî nîşanî me dide, ku teoriya feylesofekî çawa dikare di destê hinekan de bibe alaveke zordestiyê yan jî bibe sebebê bikaranînên nêtxirab.

Herweha, ev yek nîşanî me dide ku ramanek çawa dikare bibe sebebê gelek encamên pratîkî yên bêhempa jî. Bandûra ramanên wî yên bi vî rengî, ji hezar salan zêdetir hatiye hîskirin û ramanên wî, bi berdewamî hatine bikaranîn. Bandûra ramanên Augustînusî helbet ne tenê li ser Dêra Qatolîk, li ser reformsazên Dêra Protestan yên wekî Luther, Calvîn û Jansen jî gelekî hebûye.

Ali Gurdilî
felsefevan@hotmail.com
02.05.2016

Çavkanî: Dîroka Felsefeyê – Ali Gurdilî

Bersivekê binivîsin