Teoriya Herakleîtos ya Logosê

Teoriya Herakleîtos ya Logosê

Teoriya Herakleîtos ya Logosê (B.Z. 530-475) 

1- Çend mirov digihêjin fêrî xwendin û zanebûnê, lê hemû mirov û civak nikarin bigihêjin logosê.

2- Pisporî ne zanîna tişta ye. Lê, zanîna logosê ye. Lewra, hêza her mirov û civakê nagihêje logosê û jê fêhm nake.

Wek tê zanîn, Heraklîtos bi zimanekî dadayî û tevlîhev felsefeya xwe pêşkêş kiriye û zimanekî giran, bikar aniye.

Wateya logosê, li gorî ferhengê gotin e. Lê, di çar wateyan de jî tê bikar anîn.

1– Hêman ‘prensîb’

2- Aqil  ‘zereng’

3- Şirove

4– Zagon ‘qanûn’ e.

Dîtinên wî yên li ser logosê

1- Di gerdûnê de tiştê naguher, zagona veguhêrînê ye.

2– Her veguhêrîn di çerçoweyekê de ava dibe û bi vî awayî, di gerdûnê de tu tişt “obje , wanek ‘made” winda nabe.

3- Her celeb, tişt an cor; carekê din, bi lewnekê nû û bi rêyeka din tê holê û navê vê zagonê, logos e. Lewra, logos mîna gotinê bi gerdûnê ve girêdayî ye û têde, heyînek e.  

4- Çi celebên ku di gerdûnê de hene, ew bi alîkariya logosê bi hevûdu re girêdayî ne û bi hevre ne. Ango, diyalektîk in.

5- Zagona serwer ya gerdûnê logos e, ew di naveroka hemû objeyan de ye û beşdarê her tiştî ye.

6- Zagonên gerdûnê bi alîkariya logosê bihevgihan in û logos, wan xwedî dike. Ew zagon, pêre xurt û berfireh dibin.

7- Logos, di gerdûnê de hemû tiştî digihîne hevdu û zagonên guherînê disalixîne.

8- Berjewendiya aqilê îlahî, digihêje aqilê mirovan. Ango aqilê îlahî, ji aqilê mirovan re bi kêr tê û aqil û hiş, di gerdûnê de nîrxên herî giranbiha ne.

9- Giyana mirovan, ji wê logosa îlahî para xwe distîne ku ew logosa îlahî jî, agir e.

10- Agirê ku di naveroka giyana mirov de heye, digihêje aqilê îlahî û têkilî wî dibe.Ango, têkilî logosê dibe. Di felsefeya Herakleîtos de, wisa xwiya dike ku di destpêkê de logos aqilê îlahî ye. Lê piştra, dibe tiştekî daringî “madî” ku ew jî, agir e.

Li gorî dîtinên Herakleîtos

Divê mirov guhên xwe nedin hemû tiştî, divê ew guhên xwe bidine logosê û ji logosê fêhm bikin. Ew mirovên ku ji logosên fêhm bikin û li aliyê logosê bin, ew mi-rovên pispor û raser in. Mirov ancax bi aqilê gelemper, “yên mezin û gerdûnî” dikare derkeve qata raser û pisporiyê.

Herweha, divê mirov we bigihîne wî aqilê tevgişt û zagonên veguhêrînê fêr bibe. Dê wê demê, mirov Jiyana xwe qenctir bidomînin. Herweha, divê mirov zagonên veguhêrînê bipejirînin û li hember ranebin. Lewra ev zagon, logos e.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Ger çavkanî neyênîşandan, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin