Teoriya Çar Regezan Ya Empedoklesî

Teoriya Çar Regezan Ya Empedoklesî

Teoriya Çar Regezan Ya Empedoklesî| Ali Gurdilî

Piştî xwendegeha Îonyayê, felsefe ji hêla lêgerîna xwezayê dûr bûye û ber bi vac/mentîqê ve çûye. Ew rewş, di felsefeya Herakleîtos, Pythagoras û Parmanîdes de jî xwiya dike. Belam bi felsefeya Empedokles re, felsefe careke din diqulipe ser xwazayê. Encax, mirovî dikare bibêje ku felsefeya Empedokles bi pirranî, felsefeya Parmanîdes di naveroka xwe de dihewîne.

Dema ku mirovî çavên xwe li felsefeya Empedokles digerîne, mirov wê demê rastê lihevhatina hêmanên dijber, yên dema felsefeya grekan tê. Berê, dema me qala Parmanîdes kiribû me gotibû, ku ew him li hêla mengîweriyê/îdealîzmê û him jî li hêla pêzaweriyê/materyalîzmê dimîne. Empedokles jî, li felsefeya Parmanîdes ya pêzawer/materyalîst xwedî derketiye û vê felsefeyê xurttir jî kiriye.

Ê baş e, bingeha ramana Parmanîdes çi bû?

Mirovî dikare bibêje ku ev pêşniyar bû: ‘Heyîn, qet nazivire tunebûnê û tunebûn jî, qet nazivire heyînê. Wesfên wan, berê çi bin ew wisa dimînin.’ Ger em vê hêmanê weke hêmaneke madî bipejirînin, wê ji vê ramanê ramanekê din derkeve holê, ku ew jî ev e: ‘Ji bo madeyê, pêşî û paşî qet tune, ew qet ne hatiye afirandin û winda jî nabe.’  

Li hêla din jî, wekî ku me berê jî got; Herakleîtos giringiya bûyîn û guherînê raxistibû ber çavan. Empedokles, li van teoriyên Herakleîtos jî xwedî dertê. Belam, li gorî Empedoklesî di vê babetê de nakokiyek xwiya dike, ku divê ev yek jî were çaresekirin. Lewra, ji aliyekî ve rastiya bûyînê nayê pejirandin, (Parmanîdes) li hêla din jî rastiya bûyînên tiştan û tunebûna wan tê pejirandin. (Herakleîtos) Empedokles, di felsefeya xwe de van herdu ramanên cuda, li hev aniye.   

Angaşta Empedokles Ya Li Ser Vê Babetê.

1- Wanek/obje ji yekkeriyan têtin holê û winda dibin. Belam, rûçikên wan ne hatine afirandin û winda jî nabin.

2- Perçeyên biçûk yên madî, guherîna wesfên xwe û çêbûnê li derve dihêlin. Ya ku winda dibe, yekkeriya wan e. Niqteyekê balkêş û giranbiha: Piştra, Atomparêz li ser vê niqteyê radiwestin û ev raman, dibe bingeha felsefeya wan.

3- Nihaî made, ne tenê av yan hewa ye. Lewra, madeyek bi serê xwe tenê nikare bibe madeya nihaî/bingehîn.

4- Madeyek, bi serê xwe tenê nazivire yan venaguhere madeyekê din. Empedokles, guherînên wesfî napejirîne.

5- Ji tunebûnê, hatina heyînê û ji heyînê/hebûnatiyê çûna tunebûnê ne gengaz e. Ev nêrîna wî, wî dibe ramana element yan regezan. Belam, ew bi xwe nabêje regez, lê di felsefeya xwe de regezan wek qurmê/kokê her tiştî dibîne.

6- Li gorî felsefe û dinyabiniya wî, çar madeyên bingeh hene, ku ew jî ev jî…

1) Ax

2) Av

3) Hewa û

4) Agir in.

Madeyên din, (ji bilî van çar regezan) ji tevlîbûna wan têne holê. Ango, madeyên curbicur ji tevlîhevbûn yan jî, jihevçûna van çar madeyan têne holê. Ango, hebûnê. Bi gotineka din: <Çêbûn, jihevçûn û tevlîhevbûna van madeya ye.> Ew made jî, ax, av, hewa û agir in. Ancax, ji bo ku ev çar made bikaribin madeyên cûrbicûr biafirînin, ji wan re tevger/livdarî divê. Ango, hêzeka tevgerî pêwîst e.

Li gorî felsefeya îonyayê jî: Hêza tevgerê, di naveroka madeyan de jixwe hebû û herdem bi wan re bû. Ava Thales û hewaya Anaksîmenes, di naveroka xwe de, xwediyê hêza tevgerê/livdariyê bûn. Belam, Empedokles vê yekê napejirîne û li ber vê angaştê radibe.

Lewra, li gorî raman û felsefeya Empedoklesî

1- Made, bêqeyd û bêmerc mirî ye û di naveroka xwe de livdariyê nahewîne û hilnagire. Hege tevger di naveroka wê de tunebe, yek rêyek jêre dimîne ku ew jî alikariya hêzeka ji derve ye. Û ev hêz, pêwîst e.

2- Ji bo yekbûn û jihevçûnê, du hêzên dijber pêwîst in. Ev hêz jî…

1- Viyan/hez  

2- Buxz/kehr in. Yan jî, aheng û ne aheng e. Ev herdu hêz, herçiqas bi alî giyanê ve bin jî; Empedokles wan mîna hêzên cosmîk dibîne û wiha jî  pêşnûma dike.

3- Viyan û buxz, du hêzên cismî ne. Çawa ku viyan mirovan nêzîkê hevdu dike, buxz jî wan ji hevdu dûr dike. Ev rastî, ji bona cisman jî wiha ye.

4- Ev du hêzên mirovî, şeklê kişandin û dahfdanê ne, ku xwe di van şeklan de nîşan didin, yan jî xwiyakirina wan in ku, ev girêdanî berawajî jî dibe.

5- Çêbûna dinyayê, lixweveger e, bêdestpêk û bêdawî ye. Belam, ji bo hebûnê destpêk pêwîst e û ev niqte jî, sfer ango, girover e. Di vê giroveriya ewilî de, ev çar made bi temamî di bin bandûra hev de mane û tevlîhev bûne. Herweha, av ji hewayê û hewa jî ji axê bêferq e.

6- Di navbera van çar regezan de, yekîtiyek heye û di her hêla giroveriyê de wekhev ax, hewa, av û êgir heye. Li ser vê giroveriyê jî, du hêz hene ku ev hêz, viyan û ahêng in. Belam, buxz hêza xwe li hawirdorê giroveriyê de nîşan dide û hêdî hêdî di demekê dirêj de, buxz nêzîkahiyê li giroveriyê dike. Herweha, yekîtiya giroveriyê dipelişîne û wan dixe dema jihevçûn û veqetandinê.

7- Ev jihevçûn û veqetandin, heta dema yekîtiya perçên wekhev dom dike û yekîtiya madeyên mîna hev, hewayê çêdikin û ev dem, berdewam dike.

8- Regezên avê, avê dixin nava jihevçûnekî û ji vê jihevçûnê, agir çêdibe. Dema ku ev pêvajo diqede, buxz li gerdûnê dibe hêzeka serwer û viyanê, dahf dide derve. Belam, viyan piştî demekî dîsa madeyê dixe bin bandûra xwe û ev pêvajoya lixweveger, di gerdûnê de herdem dom dike. Di vê niqteyê de, Empedokles li bersiva vê pirsê digere: <Di vê rewşê de ango di nav vê tevgera lixweveger de, cîhê dinyayê gelo li kû ye?>

Bersiva vê pirsê jî, di felsefeya wî de wiha xwiya dike: <Dinya, di navbera girover û jihevçûnek yekkerî de, di nîvê rê de ye û bi aliyê jihevçûna giroverî de, di riya xwe de dimeşe.>

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

17.04.2014

Jêder…

1- Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê. Ali Gurdilî. Çap nebûye.

2- http://www.felsefevan.org/teoriya-car-4-regezan-ya-empedokles.html

Ger çavkaniya gotaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye…

Bersivekê binivîsin