Teorîya Empedokles ya Çar (4) Regezan

Teorîya Empedokles ya Çar (4) Regezan

Teorîya Empedokles ya Çar (4) Regezan 

Piştî xwendegeha Îonyayê, felsefe ji hêla lêgerîna xwezayê dûr bûye û ber bi vac “mentîqê” ve çûye. Ew rewş, di felsefeya Herakleîtos, Pythagoras û Parmanîdes de xwiya dike. Belam bi felsefeya Empedokles re, felsefe cardin diqulipe ser xwazayê. Ancax, mirov dikare bibêje ku felsefeya Empedokles; bi pirranî felsefeya Parmanîdes di naveroka xwe de dihewîne. Dema ku mirov çavên xwe li felsefeya Empedokles digerîne, mirov wê demê lihevhatina hêmanên dijber, yên dema felsefeya grekan dibîne. Berê, dema me qala Parmanîdes kiribû; me gotibû ku ew him li hêla mengîweriyê (îdealîzmê) û him jî li hêla pêzaweriyê (materyalîzmê) dimîne. Empedokles jî, li felsefeya Parmanîdes ya pêzawer xwedî derketiye û xurttir kiriye.

Ê baş e, bingeha ramana Parmanîdes çî bû?

Ev pêşniyar bû: “Heyîn, qet nazivire tunebûnê û tunebûn jî, qet nazivire heyînê. Wesfên wan, berê çî bin ew wisa dimînin.” Ger em vê hêmanê wek hêmanek madî bipejirînin, wê ji vê ramanê ramanekê din derkeve, ku ew jî ev e: “Ji bona madeyê, pêşî û paşî qet tune, ew qet ne hatiye afirandin û winda jî nabe.” Li hêla din jî, wek me berê jî vegot; Herakleîtos giringiya bûyîn û guherînê raxistibû ber çavan. Empedokles, li van teoriyên Herakleîtos jî xwedî dertê. Belam, li gorî Empedokles di vê babetê de nakokiyek xwiya dike, ku divê ev yek jî bête çaresekirin. Lewra, ji aliyekî ve rastiya bûyînê nayê pejirandin, (Parmanîdes) li hêla din jî rastiya bûyînên tiştan û tunebûna wan tê pejirandin. (Herakleîtos) Empedokles, di felsefeya xwe de van herdu ramanên cuda li hev razî dike.

Angaşta Empedokles Ya Li Ser Vê Babetê.

1- Wanek “obje” ji yekkeriyan têtin holê û winda dibin. Belam, rûçikên wan ne hatine afirandin û winda nabin.

2- Perçeyên biçûk yên madî, guherîna wesfên xwe û çêbûnê li devre dihêlin. Ya ku winda dibe, yekkeriya wan e. Niqteyekê balkêş û giranbiha: Piştra, Atomparêz, li ser vê niqteyê radiwestin û ev raman, dibe bingeha felsefeya wan.

3- Nihaî made, ne tenê av an hewa ye. Lewra, madeyek bi serê xwe tenê nikare bibe madeya nihaî.

4- Madeyek, bi serê xwe tenê nazivire an venaguhere madeyekê din. Empedokles, guherînên wesfî napejirîne.

5- Ji tunebûnê, hatina heyînê û ji heyînê çûna tunebûnê ne gengaz e. Ev nêrîna wî, wî dibe ramana element an regezan. Belam, ew bi xwe nabêje regez, lê di felsefeya xwe de, regezan wek qurmê her tiştî dibîne.

6- Li gorî wî, çar (4) madeyên bingeh hene, ku ew jî ev in:

1) AX

2) AV

3) HEWA û

4) AGiR.

Madeyên din, (ji bilî van çar regezan) ji tevlîbûna wan têne holê. Ango, madeyên cur be cur ji tevlîhevbûn an jihevçûna van çar madeyan têne holê. Ango, hebûnê. Bi gotineka din: “Çêbûn, jihevçûn û tevlîhevbûna van madeya ye.” Ew made jî, ax, av, hewa û agir in. Ancax, ji bona ku ev çar made bikaribin madeyên cûr bi cûr biafirînin, ji wan re tevger divê. Ango, hêzeka tevgerî pêwîst e.

Li Gorî Felsefeya Îonyayê Jî: Hêza tevgerê, di naveroka madeyan de ji xwe hebû û her dem bi wan re bû. Ava Thales û hewaya Anaksîmenes, di naveroka Xwe de xwediyê hêza tevgerê bûn. Belam, Empedokles vê yekê napejirîne û li ber radibe.

Lewra, li gorî raman û felsefeya Empedokles.

1- Made, bêqeyd û bêmerc mirî ye û di naveroka xwe de livdariyê “tevgerê” nahewîne û hilnagire. Hege tevger di naveroka wê de tunebe, yek rêyek jêre dimîne ku ew jî alikariya hêzeka ji derve ye. Û ev hêz, pêwîst e.

2- Ji bona yekbûn û jihevçûnê, du hêzên dijber pêwîst in.

Ev hêz jî

1- Viyan “Hez”

2- Buxz “Kehr” e. An jî, aheng û ne aheng e. (bihevçandî û bihevketin e.)

Ev herdu hêz, herçiqas bi alî giyanê ve bin jî; Empedokles wan mîna hêzên cosmîk dibîne û wiha pêşnûma dike.

3- Viyan û buxz, du hêzên cismî ne. Çawa ku viyan mirovan nêzîkê hevdu dike, buxz jî wan ji hevdu dûr dike. Ev rastî, ji bona cisman jî wiha ye.

4- Ev du hêzên mirovî, şeklê kişandin û dahfdanê ne, ku xwe di van şeklan de nîşan didin, an jî xwiyakirina wan in ku, ev girêdanî berawajî jî dibe.

5- Çêbûna dinyayê, lixweveger e, bêdestpêk e û bêdawî ye. Belam, ji bona hebûnê destpêk pêwîst e û ev niqte jî, sfer ango, girover e. Di vê giroveriya ewilî de, ev çar made bi temamî di bin bandûra hev de mane û tevlîhev bûne. Herweha, av ji hewayê û hewa jî ji axê bêferq e.

6- Di navbera van çar regezan de, yekîtiyek heye û di her hêla giroveriyê de wekhev ax, hewa, av û agir heye. Li ser vê giroveriyê jî, du hêz hene ku ev hêz, viyan û ahêng in. Belam, buxz hêza xwe li hawirdorê giroveriyê de nîşan dide û hêdî hêdî di demekê dirêj de, buxz nêzîkahiyê li giroveriyê dike. Herweha, yekîtiya giroveriyê dipelişîne û wan dixe dema jihevçûn û veqetandinê.

7- Ev jihevçûn û veqetandin, heta dema yekîtiya perçên wekhev dom dike û yekîtiya madeyên mîna hev, hewayê çêdikin û ev dem, berdewam dike.

8- Regezên avê, avê dixin nava jihevçûnekî û ji vê jihevçûnê, agir çêdibe. Dema ku ev pêvajo diqede, buxz li gerdûnê dibe hêzeka serwer û viyanê, dahf dide derve.Belam, viyan piştî demekî dîsa madeyê dixe bin bandûra xwe û ev pêvajoya lixweveger, di gerdûnê de her dem dom dike.

Di vê niqteyê de, Empedokles li bersiva vê pirsê digere: “Di vê rewşê de ango di nav vê tevgera lixweveger de, cîhê dinyayê gelo li kû ye?”

Bersiva vê pirsê, di felsefeya wî de wiha xwiya dike: “Dinya, di navbera girover û jihevçûnek yekkerî de, di nîvê rê de ye û bi aliyê jihevçûna giroverî de di riya xwe de dimeşe.” 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyan, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin