Teolojî, Ol û Felsefeya Ol

Teolojî, Ol û Felsefeya Ol

Teolojî, Ol û Felsefeya Ol| Ali Gurdilî   

Di civaka me de wiha te bawerkirin ku felsefe bêolîtî ye û yên ku bi felsefeyê re mijûl dibin jî, ji rê derdikevin. Çimkî felsefe tu carî qîma xwe bi zanayiyên olî nayne û li hemberî zanayiyên olî yên doxmatîk, serî hildide. Felsefe dixwaze ku bizanibe ka bingeha van zanayiyên olî ji kû derê tên û gelo amizgerê mantîq û aqilê mirovî ne yan na? Helbet em dizanin ku felsefe bi vê helwesta xwe re, dibe dijberê ramana olî. Lê hege mirovî rastiyeke vebêje, mirov dikare bibêje ku felsefe ne tenê ol; herweha herdem zanist û rêbazên zanistî jî rexne kiriye û bi vê helwesta xwe ya rexnegir re jî, bûye motora dahfdana hemû zanistan jî.

Dema ku em çavê xwe li dîroka zanistan bigerînin; em wê demê dibînin ku zanistên wek psîkolojî, sosyolojî, mantîq, erdezyarî, tenduristî û hwd hemû ji felsefeyê veqetîyane/der çûne û di roja me ya îroyîn de, gihêjtine serxwebûna/xweseriya xwe.

Belam ew çiqasî ji felsefeyê dûr ketibin bila dûr ketibin, felsefe tu carî dev ji şopandina wan berneda ye û bernade jî. Çimku çavên felsefeyê herdem li ser wan e û wê herdem bi rêbazeke mantiqî û aqilane, wan rexne jî bike. Wer ku xwiya dike ku felsefe ne tenê bi ol re, herwiha bi heyîn, hûner, siyaset, exlaq û bi zanayî re jî têkildar e û ew nêzîkayîtêdana ku nîşanî ol/dîn dide, nîşanî babetên navborî jî dide.

Mesela felsefe dibêje…

1- Gelo heyîn heye, yan na? Kok û hilika heyînê çi ye? Heyîn diguhere yan na?

2- Gelo armanca tevgerên mirovî yên exlaqî hene,y an na? Mirovî di tevgerên xwe de azad e, yan ew di bin zordestiyeke de ye?

3- Dehsthilatî, çavkaniya xwe ji ku distîne, yan jî meşrûîyeta wê ji ku te?

4- Peywendiya delal û rast, delal û baş çi ye gelo?

5- Gelo Xwedê heye, yan na? Gelo delîlên hebûna Xwedê hene, yan na? û hwd.

Pirsên ku felsefe ji hûner, zanayî, exlaq û ji heyînê dike, wisa ji ol jî dike. Ji bilî vê yekê, tu nêzîkayitêdaneke felsefeyê ya taybet ya ku ji bo ol nîşan dide tune. Felsefe bi çi awa û rêbazî li meseleyên din mêze bike, li babeta ol jî wiha mêze dike. Helbet bi prensîba mantîq û aqil…

Çewtiyeke me a din jî di warê Teolojiyê de dertê holê…

Teolojî û felsefe, tu dibê qey wek hev têne pejirandin/dîtin. Lê ev yek jî zanayiyeke çewt e. Çimkî babetên teolojiyê; lêgerîna hebûna Xwedê, li hember Xwedê rewşa mirovî, berpirsiyariyên olî û çavkaniyên baweriyê û hwd in. Herweha mirov dikare bibêje ku her oleka ku heye, xwediyê teolojiyeke taybet e û bi vê yekê re dixwaze bawerî û zanayiyên xwe yên doxmatîk beyî ku di bêjinga aqil û rexneyê de werin derbas kirin, werin pejirandin.

Teolojiya îslamê, teolojiya filehtiyê û hwd. Çimku teolojî naxwaze ku tu bawermend, ji zanayiyên olî gumanan bikin û baweriya wan sist bibe. Felsefeya ol jî, bi nêrîneke kûr a felsefî li ser ol radiweste û dixwaze ku bingeh, hilik û wateya ol fêr bibe. Çimku ol jî wek siyaset, hûner, exlaq û dewletê, saziyeke civakî ya sereke ye. Felsefe dema ku dest bi ol jî dike, bi awayekî giştî/tumelî li ol mêze dike. Mesela felsefe tu carî nabêje ka <şertên îslamê çi ne?>, <mirov çawa dikare destava xwe bigre?> û hwd. Felsefe bi nêrîneke giştî li ol mêze dike û dibêje ku <gelo Xwedê heye yan na?> Yan jî <gerdûn hatiye hatiye afirandin yan na?> û hwd.

Di felsefeyê de dîsa babeteka din jî, wateya Xwedê ye…

Wesfên Xwedê çi ne? Xwedê tiştekî çawa ye? Ew li derveyê gerdûnê ye, yan di nava gerdûnê de ye? Têkiliya Xwedê bi gerdûnê re çi ye gelo? Ev pirs û pirsên bi vî rengî, her dem bala zanyarên olî û ramanweran kişandiye û her remanwerekî li gor ramanên xwe, tiştekî yan jî wateyekî li Xwedê bar kirine.

Wekî zanayî, mirov dikare di babeta Xwedê de ramanweran bike sê lod…

1- Yên Ku Baweriya Xwe Bi Hebûna Xwedê Tînin.

A- Teîzm

B- Deîzm

C- Panteîzm

2- Yên ku baweriya xwe bi Xwedê naynin: Ateîzm

3- Agnostisîzm: Yên ku di babeta Xwedê de dudil in û wiha bawer dikin ku mirov nikare hebûn Yan jî tinebûna Xwedê îsbat bike. Çimku dibêjin ku delîlên vê yekê tune nin.

Di baweriya Teîzmê de Xwedê heyînek mitleq e, afiraner e, li derveyê gerdûnê ye û hemû tiştî îdare dike. Hege Xwedê nexwaze, pelek jî nikare bilebite.

Di baweriya Deîzmê de jî baweriya Xwedê heye û Xwedê afirander tê dîtin. Lê Deîst dibêjin ku, piştî afirandinê Xwedê xwe têkilî kargerandina / îdarekirina gerdûn û dinyayê nekiriye û lewma jî, tu kes nikare xirabiyên ku hene li Xwedê bar bike û ya Xwedê berpirsiyarê xirabiyan bibîne. Çimku di gerdûnê de aqil serwer e û mirovî bi destê xwe qedera xwe kifş dikin. Parastkarê vê nêzîkayîtêdanê yên navdar: Locke, Cherbury, Voltaire û Reuseau ne. Di derketin û berfirehbûna tevgera laîsîzmê de, mirovî dikare bibêje ku rola vê nêzîkayîtêdanê gelekî heye. Çimku di vê nêzîkayîtêdanê de bawerî bi Xwedê heye, lê bawerî bi wajbawerî û xurafeyan tune ne.

Di baweriya Panteîzmê de jî, Xwedê û gerdûn yek têne dîtin. Ango, Xwedê gerdûn e û gerdûn jî Xwedê bi xwe ye. Ango hemû heyînên ku hene, perçeyek ji Xwedê ne; herweha ew Xwedê bi xwe ne. Ramanwerê ku herî zêde piştgiriya vê baweriyê jî kiriye, Spînoza ye.

Dema mirovî çavên xwe li felsefeya Mewlana ya mirov, Hacî Bektaşî Welî, Yunus Emre û hwd. digerîne mirov dikare bibêje ku hindek şopên Panteîzmê di ramanên wan de jî têne dîtin.

Mesela Mewlana dibêje: ‘Tu kê bî, çi bî, were!’ Di vê gotinê de wateya veşartî ew e ku, mirov ji nûra Xwedê, wekê perçeyeke tê dîtin.

Dîsa Hacî Bektaşî Welî jî dibêje: ‘Hez ji yên ku hatiye afirandin bike, ji ber afirander.’

Ji bo ku mirov ji aliyê Xwedê ve hatiye afirandin û Xwedê hindek wesf ji xwe daye mirovan, mirov wek heyîneke pîroz tê dîtin. Heçî Ateîst in, ji binî ve baweriya xwe bi Xwedê naynin û di babeta tinebûna Xwedê de jî, hindek babetên ku wê ez ê li jêr aresteyî we bikim, pêşkeş dikin…

1- Delîlê Hebûna Xirabiyan: Gelo çima, Xwedê rê li ber van xirabiyan danade û nabe asteng? Hege em bibêjin hêza wî têrê nake, wê demê em em çawa dikarin bibêjin ku ew heyînek mitleq û bêkêmasî ye? Na, hege em bibêjin ku ew naxwaze rê li ber van xirabiyan bigire, wê demê jî, em nikarin bibêjin ku ew heyînek e ku dilê wî pakij e/dilpak e.

2- Delîlê Sosyolojîk: Ateîst vê delîlê jî, wek delîleke tinebûna Xwedê nîşan didin û wiha dibêjin: <Ol jî; wekî hûner, dewlet, siyaset, malbat û hwd. saziyeka civakî ye û ne hatiye afirandin. Ol, ji têkiliyên mirovan yên civakî derketiye holê û tu wateyeka wê ya pîroz jî tune.>

3- Delîlê Psîkolojîk: Li gorî vê delîlê jî tê gotin ku ramana Xwedê, di zarokatiya mirov de jiber tirs û xofa mirovî dertê û piştre vediguhere ramaneka mitleq. Piştgirê vê angaştê yê sereke: S. Freud e û wek ku hûn zanin; Freud gelek girîngiyê dide dema zarokatiya mirov û gelek tiştî, bi binehişê şirove dike.

4- Delîlê Madî: Li gorî vê angaştê jî tiştekî ku hebe, divê wesfeka wê ya madî jî hebe. Lê wesfeka madî ya Xwedê tune. Tiştê ku her hebû û eternal e (Bêpêşî û Bêdawî ye) made bi xwe ye. Made ne hatiye afirandin û ew, her hebû. Ji ber vê yekê jî, Xwedê tune.

Helbet di vir de wê ez ê niheqîyê nekim û delîlên yên ku baweriya xwe bi Xwedê tînîn jî vebêjim…

1- Delîlê Teolojîk: Li gor vê delîlê her bandêrek, (rêkûpêkî) hewcedarê bandêrvanekî ye. Her weha sîstema gerdûnê jî hewcedarê hebûna Xwedê ye. Çimku ji rêkûpêkî re, aqil divê. Ji ber vê yekê jî Xwedê heye.

2- Delîlê Ontolojîk: Descartes dibêje: !Ji ber ku Xwedê heye, Xwedê heye.’ Li gor vê delîlê <ez fikrê Xwedayê mitleq, di hişê xwe de dibihisim. Yekî ku ji mitleqîtiyê bêpar be, ew nikare bibe heyînek bêkêmasî. Heyînbûn tune be, bêkêmasîbûn jî tune. Ji ber vê yekê, Xwedê heye.>

3- Delîlê Qozmolojîk: Ger Xwedê tunebûna, dinya jî tunebû.

4- Delîlê Hudusê: Li gorî vê delîlê jî, gerdûn hatiye afirandin. Tiştê ku hatibe afirandin jî, divê afiranderekî wî/wê hebe, ku ew jî Xwedê ye. Ji ber vê yekê jî, Xwedê heye.

Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku tu carî ne bûye karê felsefeyê ku, hebûn yan jî tunebûna Xwedê îsbat bike. Ji xwe bersiveka mîsoger a ku felsefe lê digere jî tune. Çimku ji bo felsefeyê, pirs giringtir in û bersiv jî xwediyê taybetmendiyên şexsî ne. Ji ber vê yekê jî em dibêjin felsefe kirdewar/xwer e/oznel e û zanist jî, nesnel e. Di her bersiveka fîlozofekê de, nêzîkayîtêdana wî a xweser heye û mirov nikare bibêje, ku dê ev bersiv ji aliyê hemû mirovan ve were pejirandin. Fîlozofek dertê û bi hezar rûpelan berhemeke diafirîne, lê fîlozofên ku piştî wî tên; dibe ku ramanên wî nepejirînin. Lê di zanistê de dema em bibêjin av di 100 c yan de dikele, li her derê ev wiha ye. Çimkî ev yek zanayiyeke misoger e û mirov dikare vê yekê biceribîne. Lê mirov nikare di babeteke metafizikî de ceribandinan bike.

Mesela felsefeyê jî, ev e. Tiştê ku ji bo felsefeyê girîng e, zanayî bi xwe ye. Helbet dema ku li zanayiyê digere jî, bi awayekî aqilane û mentîqî, vê yekê pêk tîne. Rexnegiriya felsefeyê, pirs û lêgerîn jî, ji vê niqteyê dertên. Nexwe, neku felsefe dixwaze hebûn yan jî tunebûna Xwedê îsbat bike…

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

08.04.2014

Jêder…

1- Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê. Ali Gurdilî. Çap nebûye.

2- http://www.felsefevan.org/8943.html 

Ger çavkaniya gotaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye.  

Bersivekê binivîsin