Çima Felsefe?

Çima Felsefe?

Tengezar Marînî: Çima Felsefe? 

Çima Felsefe ?

Em di jiyaneke lezgîn û civateke take de dijîn. Ji bo em bibin xwedan pîşeyên nû fêr bibin û xwe bi zanebûnê biçek bin, pêdiviya me bi felsefeyê heye. Felsefe bo babetên hizra pilandanîna jiyaneke nû û guncayî. Felsefe, evîna berbi cindîtiyê ve ye. Ev her kes dizane, her kes dike, lê her kes nizane ku dike. Pirs ên li dûv felsefeyê tên, bêsinor in, lê sinorê hişmeniyê têper nake.

Gelek caran dema pirs destnîşan dibe, mirov bawer dike, ko bersiv jê re tune: Bo nimûne, çima mirin heye?, Çawa Evîn peyda dibe? Çima mirov karê xerab dike?

Pêdiviya me bi felsefeyê heye, dako xebat bo peydakirina bersivdana van pirsan bibe û di lêpirsînê de berdewam bibe, çiko geriyan li bersivê û rêya wê armanc e, ne bersiv, ji ber bersiv di veguherîneke berdewam de ye.

Felsefe, wate, afirandina berdewam  bo pirsan û geriyana berdewam li bersivan. Di navbera  pisporiya zanistê û hişkirina sinoran di navbera wan de, Mirovayetî heye, ko li çareseriyekê ji kêşeyên xwe re dixwaze, li rêyekê digere.

Felsefe, pêkolê dike, ku paşindeya zanistê binase, loma jî faktorekî kartêker e, li ser disiplîna jiyanê û ji disiplînên heyî jî tête hingavtin. Platon û Aristotalis, dema li ser Genetîkê û berhemên wê rawestiyan, wan xwest pirs ên sincî, rewiştî û exlaqî, destnîşan bikin.

Eger nojdarî, li ser pirsa peydakirina Embryo yan, an jî rêbazên kartêker kar dike, felsefe,  pirsa watedariya jiyanê têne arayê û dixwaze bizanibe, ji kû destpê dike.

Eger zanist, xwe bi şiroveyan, bizavê dike di rêkên çavdêrî an jî hişmendiyek mentîqane li kar e, felsefe dipirse: Rastî çi ye? Em ji metodên çadêriyên xwe piştrast in.

Felsefe pirs ên mîna: Mirov çi ye? Çi ye ya dikarim bizanibim? Ez çi bikim? Biyava xewnên min çendî dirêj û pehin in? Ez çawan dikarim, mirovekî bextewer bim? Mirin çi ye? Giyan dimire? Azadî çi ye? Çi sinorê wê, ne pirsa felsefeyê ye. Hebûn û heyîn çi ne? Xwedê heye yan na? Ev pirs yên felsefeyê ne. Jiber ku pêdiviya mirovan bi bersivadana van pirsan heye, mirov pêdivî bi felsefeyê jî heye.

Tengezar Marînî 

28.02.2016

Ji bo pîrozbahiya Roja Felsefeya Kurdî ya 09ê adarê, me ji kek Tengezar Marînî pirskir bê ‘Çima pêviya me bi felsefeyê heye?’; mala wî ava û wî jî dilê me nehişt û vê bersiva xwe ji bo me bi rê kir. Ev bersiv, dê piştre wekî PDF dosye jî ligel 100 bersivan were weşandin. Malî ava mamosteyê hêja, em gelek spas dikin.

Bersivekê binivîsin