Dawî...
Teleolojî
Parvebike!

Teleolojî

Şeklê ramana ku gerdûn û jiyanê, bi armancan şirove dike, ye. Ji sedemitiyê cihê ye û wekî dijberê wê, wiha bawer dike ku di bingeha hemû tiştî de armancek heye û ew tişt, herdem ber bi wê armancê ve diqeside. Di encamê de, heke sedemîtiyek hebe jî, ev yek ji ber sebebên armancê pêk tê. Ango, ew sebebê ku ber bi armancê ve berhêlî dike û dibe vir. Bi vî awayî jî, wekî ramaneke armancê şekil digre.

Li gor vê ramanê, her tişt ber bi armanceke ve diqeside û ji layê wê armancê ve tê destnîşankirin û hemû bûyer jî, li gor zagona wê armancê diqewimin. Bi vê nêrîn û meyla xwe re jî, teleolojî gerdûn û jiyanê li gor têkiliya armanc-navgînê şirove dike û dibe felsefeyeke bi vî rengî. Li gor vê felsefeyê, ne tenê jiyan û tevgerên mirovan, lêbelê temamiya xwezayê û dîrok bi xwe jî, ji aliyê armancan ve têne berhêlikirin û destnîşankirin.

ing: teleology

fr: téléologie

tr: teleoloji

Ali Gurdilî

[email protected]

09.11.2015

Çavkanî: Ferhenga Felsefeyê – Ali Gurdilî        

Heke çavkanî neyê nîşandan, wergirtina nivîsan qedexe ye. 


Nûkirina Dawî : 08 Nov 2015 23:52

Şirove

Ji bo vê nivîsê 0 şirove hatine kirin

Şirove bike


Ji bo hun şirove bikin divê hun wekî endam têkevinê.


WEŞANÊN FELSEFEVAN (02) / (PDF)