Têkiliya Psîkolojî û Zanistên Din

Têkiliya Psîkolojî û Zanistên Din

Têkiliya Psîkolojî û Zanistên Din 

Tu zanistek bi serê xwe tenê, beyî ku bi zanistên din re bikeve hevkarîyeke, nikare bûyer û kirûyên (olguyên) ku li wan vedikole rohnî bike. Bi taybetî jî, zanisteke wekî psîkolojîyê. Psîkolojî ji bo misogerkirin û peyîtandina encamên xwe û ji bo qontrolkirina wan, pedivî bi hevkarîya zanistên wekî îstatîstîk û matematîkê dibîne. Ji bilî vê yekê psîkolojî ji bo têgihiştina çewtiyên sehekî, mecbûr e ku bi zanista fizîkê re hevkarîyê bike. 

(Mesela carinan dema ku şewq li berdaxeka me ya çayê dide, kevçiyê ku di nava berdaxê de ye; mirov dibêje ku qey ew xwar e, an jî şikestiye. Lê em pê dizanin ku ew kevçî ne şikestiye, bi tenê sehekên me wisa me dixapînin û kevçîya di berdaxê de, bi me wisa didin xwiyakirin. Ji bo têgihiştin/şirovekirina vê bûyerê jî, pêdivîya psikolojîyê, bi optîkê/fizîkê heye.) 

Ji bo şirovekirina bandûra avzêya derûnî ya li ser tevgerên mirovî, psîkolojî hewcedarê bîyolojîyê ye û bêgav e ku hevkarîyê pêre bike. Herweha ji bo zelalkirin/şirovekirina têkiliyên mirovan yên bi mirovên din û dorhêla xwe re ku organîzmayeke zindî ye, pêdivî bi bîyolojîyê heye. Dîsa wek vê yekê, psîkolojî bêgav e ku bi zanistên din yên ku babeta wan jî mirov in re hevkarîye bike. Yên wekî zanistên sosyal an jî em bibêjin zanistên civakî. Ji bo têgihiştin/şirovekirina tevgerên mirovan yên civakî, ku mirov ji adet, kevneşop, bawerî û helwestên civaka xwe ketumet dibe; pêdivîya psîkolojîyê bi zanista sosyolojîyê heye. 

Mirov, di heman demê de çalakîyên ekonomîk jî pêk tîne. Hildibirîne, serf dike û parve dike. Ji bo têgihiştina bandûra van têkilîyan ya li ser tevgerên mirovan, psîkolojî divê bi zanista ekonomîyê re jî bikeve nav têkîlîyan. Psîkolojî carinan dixwaze ku serî li jiyana mirovên berê jî bide û ji bo vê yekê, carinan serî li zanista antropolojîyê jî dide. 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com 

Çavkanî: Destpêka Zanista Psîkolojiyê – Ali Gurdilî