Têkiliya Felsefe û Zanistê

Têkiliya Felsefe û Zanistê

Têkilîya Felsefe û Zanistê

Em dizanin ku heta demên hemdem jî, felsefe û zanist ji hevdu ne serbixwe bûn. Thalesê fîlozof ku wek avakarê felsefeyê tê hesibandin; di heman demê de esmannas, fizîkzan û matematîkzan bû jî. Bi serdema hemdem re fizîk, kîmya, tip, bîyolojî û mekanîk, yeko yeko ji felsefeyê veqetîyan û bala xwe bi tenê dane beşeka heyînê ya ku bi wan re têkildar e. Mesela bîyolojîyê bala xwe da heyînên zîndî, fizîkê bala xwe da heyîna fizîkî û hwd. Van zanistan ji bo vekolandina babetên xwe, hindek rêbazên nû peyda kirin û bi vî awayî dest bi vekolandina babetên xwe kirin. Helbet ji bo pêkanîna armancên xwe, divabû sînorên xwe jî kifş bikirana, da ku bikaribin bi awayekî taybet li babetên xwe vekolin. 

Lê vê helwestê, zanistan ji felsefeyê dûr ne xist, beravajîya vê yekê em dikarin bibêjin ku ew zêdetir nêzîkê hevdu bûn. Lewra zanist heyînê perçe perçe dikin û bi vî awayî zanayîyan hildiberînin. Ev zanayî jî ancax bi saya felsefeyê dikarin werin gelemperî (giştî) kirin. Felsefe jî, ji bo dîtina babetên xwe yên vekolandinê, hewcedarê zanista ye. Lewra bala felsefeyê her dem li ser encamên felsefeyê ye û bi vê yekê felsefe, her dem hindek ramanên nû hildiberîne, ku ev raman jî rê li derketina hindek tevgeran vedikin. 

Wek mînak: Di destpêka sedsala 20 an de dozîneya (teorîya) Albert Einstein ya rolativîteyê (îzafîyetê) û di warê geometrîyê de lêzêdekirinên Godel, wiha kirine ku di felsefeyê de jî ekolên wek post-modern (piştî nûjentiyê) û dîmanatîyê (îzafîtî, rolativîzm) derkevin holê. Li hêla din jî, mirov dikare bibêje ku felsefe û zanist, xwediyê mengîyek (îdealek) hevpar in jî. Felsefe bi pirsên xwe yên tevayî û zanist jî bi encamên xwe re, dixwazin têbigihêjin gerdûn, xweza û jiyanê û wan şirove bikin. Digel vê yekê, di navbera wan de mirov dikare bibêje ku cewazîyên berbiçav jî hene. 

Cewazîyên Felsefe û Zanistê 

1- Razberkirin û têgehên zanistê, êdî taybet in û yên felsefeyê jî, êdî tevayî (tumel) ne. 

2- Zanist li mijarên xwe tu nirxekî bar nake. Wek baş, xirab, delal û hwd. Felsefe, hem li bûyeran, hem jî nirxan vedikole. Zanist, bi tenê li bûyeran (olgu) vedikole. 

3- Pêşnîyarên zanistê, dikarin werin îsbat kirin. Lê ne gengaz e ku mirov pêşnîyarên felsefeyê îsbat bike. 

4- Pêşnîyarên zanistî, derheqê pêşerojê (diwarojê, siberojê) de dikarin hizran (texmînan) bikin. 

5- Zanist û çalakîyên zanistî dikarin werin fêr kirin. Lê ji ber ku ji bo pêkanîna felsefeyê rêbazeke destnîşankirî tune; fêrkirina wê jî gelekî zehmet e. 

6- Pêşnîyarên (onermeyên) zanistî di teknolojîyê de têne bikaranîn, lê bi vî awayî sepandineke (peyîkandin) felsefeyê tune. 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com 

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Bersivekê binivîsin