Têkiliya Felsefe û Ol

Têkiliya Felsefe û Ol

Têkiliya Felsefe û Ol   

Ol, sîstemeka bawerîyê ye. Afiraner (Xwedê) bi rêya wehîyê hindek delk û zagonan bi rê kiriye û ji evdên xwe jî xwestiye ku ew li gor van delk û zagonan tevbigerin. Ev yek wê wan hem li vê dinyayê bike evdên baş û hem jî, wê wiha bike ku ew bikaribin ji bo dinya din (axretê) xwe baş amade bikin. Olên xwedîpirtûk li ser jiyan, mirin, afirandin û derheqê civakên berê de jî hindek zanayîyan didin mirovan û wiha dixwazin ku bi vê yekê, jiyana mirovan watedar bikin û wan wek mirovên negunehkar bigihînin dinya din.

Bê guman mirov dikare bibêje ku di seranserê dîrokê de, di navbera ol û felsefeyê de têkiliyeka xurt hebû ye. Di dema derketina holê ya felsefeyê de, ol ew desthilatdar bû ku hemû bûyerên gerdûnê şirove dikir û tekane desthilatdar bû. Felsefeyê jî, bi rexnekirina mîtos (çîrok, efsane) û raveyên olî, dest pê kiriye û di pêkanîna vê yekê de jî, rêberê felsefeyê, her dem aqil bû ye. Di serdema navîn de, felsefe û ol, cardin tevlîhev bûne û vê carê jî, ji bo xurtkirina bawerîyên olî, felsefe hatiye bikaranîn.

Têkiliya Di Navbera Felsefe Û Ol (Dîn) 

1- Ji hêla babetên xwe ve felsefe û ol, gelekî nêzîkê hevdu ne. Felsefe jî, ol jî; li babetên wek wateya jiyanê, baş, rast, exlaq (sinc, akar, rewişt), wesfa spehîyê, bextewarîya mirov û hwd. vedikolin.

2- Felsefe û ol, bi awayekî cuda xwe nêzîkê mijarên (babetên) xwe dikin. Bingeha ol, bawerî ye û ol, doxmatîk (hişkbawer) e. Danezanînên ku bi rêya wehîyê hatine hinartin, ji rexne û lêpirsînê re dadayî ne. Heçî felsefeyê, em dizanin ku ew bi rêya aqil û bi awirek rexnekar, xwe nêzîkê babetên xwe dike.

3- Bawerîpêanîna olekî, ji bo pêkanîna felsefeyê ne asteng e. Ger wiha bûna fîlozofên bawermend yên wek Îbnî Sîna, Farabî, Ehmedê Xanî, Îbnî Ruşt û hwd. wê tunebûna.

4- Felsefe ji hêla hilika xwe ve warek entellektuel e (bingeha wê zêhn e) û ol jî, ber bi pratîkê ve ye. (Kirin an jî nekirina hindek tevgeran)

5- Mijareka ku bingeha wê bawerî be, bi rêya zanayîyê (bilgîyê) nikare ji holê were rakirin. Ji ber vê çendê jî, tiştekî sosret e ku dibêjin felsefe dijminê (dijê) ol e. Awira rexnekar û gumanber (şikber, septîk) ya felsefeyê, ne ji bo cîhgirtina ol e. Awireke bi vî rengî ya rexnekar û gumanber, dibe ku bingeha wan zeximtir jî bike.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Bersivekê binivîsin