Têkiliya Felsefe û Ol

Têkiliya Felsefe û Ol

Têkiliya Felsefe û Olê  

Ol, sîstemeka baweriyê ye. Afiraner/Xwedê bi rêya wehiyê hindek delk û zagonan bi rê kiriye û ji evdên xwe jî xwestiye ku ew li gor van delk û zagonan tevbigerin. Ev yek wê wan, hem li vê dinyayê bike evdên baş û hem jî, wê wiha bike ku ew bikaribin ji bo dinya din/axretê, xwe baş amade bikin. Olên xwedîpirtûk li ser jiyan, mirin, afirandin û derheqê civakên berê de jî hindek zanayiyan didin mirovan û wiha dixwazin ku bi vê yekê, jiyana mirovan watedar bikin û wan wek mirovên negunehkar bigihînin dinya din.  

Bê guman mirov dikare bibêje ku di seranserê dîrokê de, di navbera ol û felsefeyê de têkiliyeka xurt hebû ye. Di dema derketina holê ya felsefeyê de, ol ew desthilatdar bû ku hemû bûyerên gerdûnê şirove dikir û tekane desthilatdar bû. Felsefeyê jî, bi rexnekirina mîtos (çîrok, efsane) û raveyên olî, dest pê kiriye û di pêkanîna vê yekê de jî, rêberê felsefeyê, her dem aqil bûye.

Di serdema navîn de, felsefe û ol, cardin tevlîhev bûne û vê carê jî, ji bo xurtkirina baweriyên olî, felsefe hatiye bikaranîn.

Têkiliya Di Navbera Felsefe û Ol (Dîn) De

1- Ji hêla babetên xwe ve felsefe û ol, gelekî nêzîkê hevdu ne. Felsefe jî, ol jî; li babetên wek wateya jiyanê, baş, rast, exlaq (sinc, akar, rewişt), wesfa spehiyê, bextewariya mirov û hwd. vedikolin.

2- Felsefe û ol, bi awayekî cuda xwe nêzîkî mijarên (babetên) xwe dikin. Bingeha ol, bawerî ye û ol, doxmatîk/hişkbawer e. Danezanînên ku bi rêya wehiyê hatine hinartin, ji rexne û lêpirsînê re dadayî ne. Heçî felsefeyê, em dizanin ku ew bi rêya aqil û bi awirek rexnekar, xwe nêzîkê babetên xwe dike.

3- Bawerîpêanîna olekî, ji bo pêkanîna felsefeyê ne asteng e. Ger wiha bûna fîlozofên bawermend yên wekî Îbnî Sîna, Farabî, Ehmedê Xanî, Îbnî Ruşt, Mewlana Melayê Cizîrî û yên din, dê tunebûna.

4- Felsefe ji hêla hilika xwe ve warek entellektuel e (bingeha wê zêhn e) û ol jî, ber bi pratîkê ve ye. (Kirin an jî nekirina hindek tevgeran)

5- Mijareka ku bingeha wê bawerî be, bi rêya zanayiyê nikare ji holê were rakirin. Ji ber vê çendê jî, tiştekî sosret e ku dibêjin felsefe dijminê ol e.

Awira rexnekar û gumanber (şikber, septîk) ya felsefeyê, ne ji bo cîhgirtina ol e. Awireke bi vî rengî ya rexnekar û gumanber, dibe ku bingeha wan zeximtir jî bike…

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

26.03.2014

Jêder

1- Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê. Ali Gurdilî. Çap nebûye.

2- http://www.felsefevan.org/tekiliya-felsefe-u-ol.html

Ger çavkaniya gotaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye.

 

Bersivekê binivîsin