Têkiliya Felsefe û Hunerê

Têkiliya Felsefe û Hunerê

Têkiliya Felsefe û Hunerê

Ya rast ew e ku kes nizane ka hunerê di kîjan demî de dest pê kiriye. Hinekan gotiye ku huner, ji sehrê derketiye û hinekan jî, wiha xwestine ku wêneyên li dîwarên şikeftan jî; bila wek hunerê werin dîtin. Lê çî dibe bila bibe, hege derheqê pêkanîna şekil û awayê tiştekî de, hindek ramanên cihêreng hatibin vegotin; bê guman li wir felsefe jî hebû ye û têkilî wî karî bûye. Felsefe û huner herçiqas du warên cuda bin jî, derheqê têkilîya di navbera wan de, mirov dikare çend tiştan bibêje:

1- Felsefe û huner, du qadên afirander (kreatîf) in û ji herduyan re jî, ramaneke afirander divê. Lê ji ber ku ji hunerê re hunerwerî (meharet) jî divê, ew ji felsefeyê vediqete.

2- Felsefe, çalakîyek rasyonal e. Lê huner, bang li hestên mirov dike û şixulkarîyeka nîgaşî (xeyalî, hêmayî, îmgesel) li pêş e.

3- Hem felsefe û hem jî huner, ji ber ku du xebatên kirdewar (oznel, subjektîv) in; mirov dikare bibêje ku, ew dişibin hevdu. Lê ji hêla bikaranîna navgînan (alavan) ve, ji hevdu vediqetin.

Felsefe, hêmanên (prensîbên) aqil û mentîqê bikar tîne û hunermend jî; reng, nîgar (desen), firçe, tuwal, boyax, herî, seramîk û hwd. (nesneyên girgîn, somut) bikar tîne.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Bersivekê binivîsin