Têkiliya Felsefe û Hunerê

Têkiliya Felsefe û Hunerê

Têkiliya Felsefe û Hunerê

Ya rast ew e ku kes nizane ka hunerê di kîjan demî de dest pê kiriye. Hinekan gotiye ku huner, ji sehrê derketiye û hinekan jî, wiha xwestine ku wêneyên li dîwarên şikeftan jî; bila wek hunerê werin dîtin. Lê çî dibe bila bibe, hege di derheqê pêkanîna şekl û awayê tiştekî de, hindek ramanên cihêreng hatibin gotin; bê guman li wir felsefe jî hebû ye û têkilî wî karî bûye.

Felsefe û huner herçiqas du warên cuda bin jî, derheqê têkiliya di navbera wan de, mirov dikare çend tiştan bibêje…

1- Felsefe û huner, du qadên afirander/kreatîf in û ji herduyan re jî, ramaneke afirander divê. Lê ji ber ku ji hunerê re hunerwerî/meharet jî divê, ew ji felsefeyê vediqete.

2- Felsefe, çalakiyeke rasyonal e. Lê huner, bang li hestên mirov dike û şixulkarîyeka nîgaşî (xeyalî, hêmayî) li pêş e.

3- Hem felsefe û hem jî huner ji ber ku du xebatên kirdewar (oznel, subjektîv) in, mirovî dikare bibêje ku ew dişibin hevdu. Lê ji hêla bikaranîna navgînan/alavan ve, ji hevdu vediqetin.

Felsefe, hêmanên/prensîbên aqil û mentîqê bikar tîne û hunermend jî; reng, nîgar, firçe, tuwal, boyax, herî, seramîk û hwd. (nesneyên girgîn, somut) bikar tîne…

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

26.03.2014

Jêder

1- Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê. Ali Gurdilî. Çap nebûye.

2- http://www.felsefevan.org/tekiliya-felsefe-u-hunere.html

Ger çavkaniya gotaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye. 

                      

Bersivekê binivîsin