Têgihîştina Şuûr/Têgijê Li Cem Kant

Têgihîştina Şuûr/Têgijê Li Cem Kant

Têgihîştina Şuûr/Têgijê Li Cem Kant 

      Cîhan a ku em pê re bi rêya sehekan ve di nav pêhesîn û hevhîkariyê de ne: ew fenomen e ku ji alîyê zêhnê ve dihê hilberandin. Her tişt a tê zanîn-dîtin ew e ku dikeve nav pêhesîna sehekan, pê re, ji alîyê zêhnê ve di sfer/gilopera dem-war, sedem-encaman de dihê helsegandin û bi vî hawî hin formne ku wek ”wate” tên binavkirin hildide.

Gava em dixwazin tiştekî -herî dûr be jî- binasin, em bi mayîna di nav ”têgihîştiştina xwe” de pêktînin vê çalakiya venasînê. Kant vê teherê ya «bi mayîna di nav ”têgihîştina ez”ê de pêkhanîna kiryara venasînê» wek pirsgirêkek bi rîsk dîtiye, û dibêje bi vî hawî encamek mîna ku hîç tiştek ”bi xwe-di xwe de” li derveyê me tune ye dertê holê. Loma hêj di serî de dibêje: şuûra ampîrîk a sedema ceribînên kirdeyê divê ji şuûra di wateya herî resen-xwerû de ye, were veqetandin.

Tişt ”bi xwe- di xwe de” nenas in, lê em dikarin wan binasin bi navgîniya wan mercên formel ve, ku hişê me daneya bihîzyar/berhes ligor van mercên formel aprîorî kifş dike. Li cem hiş behreyek mantiqî heye: serwextkarî/feraset a ku hemû ezmûnên aprîorî pêkan, li ber awayên darizandinne mantiqî yên ku zanînek objektîv ji wan diseride, bi rêxistî diket. Pêwîst e ku daneyek berhes/bihîzyar wek wanek/obje bihê hildan ji alîyê behreya pêhesînê ve, ku serwaxtkarî pêrepêre-bixweber yekîneyek mantiqî ya ku bê wê ne mumkûne obje were têgihîştin, dixe nav vê pêhesînê.

Ev ”dane-hîtî” ya bihîzyar/berhes mercê -de facto- yê çalakiya yekîneya serwextkarî/ferasetê ye, ku bê wê di qada têgihîştinê de amûreke bihê birêxistîkirin çênabe. Ev yekîneya em pêdizanin yekîneyek subjektîv e ji ber ku ligor pircûretiyek hîsî ya ku serwextkariya kirdeyê haj pê heye, pêktê; lê ji hêleke din ve objektîv e, ji ber ku ew a ku ji layê ferasetê ve tê hilberandin sazbûnek mantiqî ya daneya derve ye ji bo hişî. 

Ev yekîne kirdeyê bi rêya serwextkariya xwe ve dixe nav daneyan, û bi vî hawî qada şuûr/têgijê dorpêç dike.  Ji ber vê yekê ye, ji bo ku tiştek bibe şuûr/têgij pêwîst e ku ev tişt ji alîyê konsepta serwextkarî/ferasetê ve wek wanek/obje were kifş kirin. Yekîneya Kirdeyê hemû objektîvîteya teswîrên cîhê naverokên xwerû subjektîv hildide nav xwe û  objektîvîteya teswîran bi saya serwextkariya xwe bi rê xistî dike; teswîrên ku kirde ji wan haydar e, heke subjektîvîteyek wan hebe, ev subjektîvîte bi tenê wê bûyerê destnîşan dike ku objektîvîteya van teswîran ji lay çalakiya spontane ya feraseta kirdeyê ve tê hilberandin. 

Ya ku bi bixweberî wek subjektîvîteya teswîran di şuûrê de peyda dibe, pêkhatinek spontane ye ji ber kiryara sentez kirina wanekan tê holê, û ku kirde vê yekê wek hilbera têkilîyek ku ji alîyê wî ve hatiye şixwulandinê  hîs dike. Kant dibêje bêyî çalakiya yekkirina senteza wanekan yekîneya şuûra ”ez”ê çênabe.

Çunkû ne hewcî ye ku resenîtiya kirdeyê wek mercê yekîneya fenomenal a qada ezmûniya şuûrê, di nasnameyek rasteqîne ya binateya fenomenala ”ez”ê de were perçîn kirin. Ango,bi wî hawî ku ”kirde” pê bi xwe bi xwe xwûyabe di nav yekîneya teswîrên ji lay serwextkariya wî ve hatine organîze kirin de. Lewra ligor Kant ”ez”ê wek heyîn/hebûnek xweser, resen raçev kirin-têgihîştin ne berqed/mumkûn e. Yekîneyek gewherî na, lê qewimînek li ser ”têgihîştina hundurîn” e binateya qada zêhnî ya ku ji kêşa îdeyên bê sekin di nav rûdan-pêşveçûnan de ne çêdibe. Lê ”ez” hey dikare bibet kirdeya veceribînên xwe, lêker û waneka hemû sêwirandin û hizirînan. 

”Xwetêgij”/şuûra ez” ê pêş-merciya yekîneya ezmûnê ye, lewra ev yekîne ji aliyê serwextkariya kirdeyê, bi navgîniya ramanan ve digihîje bal hemû teswîrên bi rêya sehekan ve tên nav qada têgihîştinê. Ev şuûr/têgij a weke ”ez dihizirim” ew şîyan e ligel hemû teswîrên ”ez”ê hevaltî/hevratî dike. Ev yekîneya xweser a şuûrê pêwîstîyek jêneger e ji bo şixwulîna mantiqî ya bi teswîran ve.  

Kant vê yekîneyê wek ”apersepsiyon” bi nav dike di wê wateyê de ku pêşengiya hemû hizirîn-pêhesînan dike û pê sêwirandina wanekan, ji hêla wate/hîsa hundurîn ve girgînbûna ”ez”ê mumkûn dibe. Di vê çarçobeyê de ”ez/kirde” ya Kant ji ya Descartes cuda dibe; lewra ”ez” heke ji bo Descartes ”tiştek-gewherek” be, ji bo Kant ”erkek-şîyanek” e: şîyan û erkek ku pircûretiya sansasiyonên derve sentez dike, pêşî li aloziya tînbarî/întibayan digire, û   pê  teswîrên cuda yên tiştan di nav dîzayn û sazûmanekî de peyda dibin. 

Orhan Agirî 

18.02.2014 

Çavkanî: La Conscience (Têgij/Şuûr),  Flammarion, Paris, 2005. Olivier Putois 

Ger çavkaniya malperê neyê nîşandan, wergirtina nivîsaran qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin