Têgehên Sereke yên Felsefeya Exlaqê

Têgehên Sereke yên Felsefeya Exlaqê

Têgehên Sereke Yên Felsefeya Exlaqê

1- Baş çi ye?

Ji hêla exlaqê ve ya ku tê xwestin e. Tiştê ku bi kêrî pêkanîna armancên mirov tê û ji bo mirovên din jî sûdewar e, baş e. Mesela alîkariya mirovan, rastî û hwd.

2- Xirab çi ye?

Dijberê baş e. Tiştê ku mirov bi îradeya xwe dike û ji bo gihêjtina bextewarî û mengîyan dibe asteng, tevgerên xirab in. Mesela gotina derewan, zererdayîna mirovan, derewçîtî û hwd.

3- Berpirsîyarî çi ye?

Ji hêla exlaqê ve berpirsiyarî, pejirandina encamên tevgerên mirovan bi xwe ye. Têkiliyeka nêzîk di navbera berpirsiyarî û serbestiyê de heye.

4- Serbestî çi ye?

Mirovê ku xwe di bin tu zordarî û tehdeyan de hîs neke, li gor dilê xwe hinek tiştan bixwaze û li gor vê yekê tevbigere, mirov dikare bibêje ku ew mirov, mirovekî serbest e. Ji peyva serbestiya exlaqê, divê mirov serbestîya îradeyê fêhm bike. Di felsefeya exlaqê de pirsa (pirsgirêka) herî sereke, serbestbûn an jî ne serbestbûna îradeya mirov e. Yên ku ne serbest in û bi serbestî nikarin hilbijêrin, ew ji encamên tevgerên xwe nikarin wek berpirsiyar werin dîtin.

5- Erdem çi ye?

Tevgerîna me ya amizgerê başî, rastî, ziravbihistiyarî û edaletê ye. Mirovê ku li gor van pîvanan tevdigere, ew mirovêkî/ka xedîerdem e.

6- Wicdan (ûcdan) çi ye?

Rewşeka hindûrîn ya hestên me ye, ku li hember xirabiyan dibe asteng û mirov ber bi ya baş ve diajo. Di dema tevgerekî mirov ya xirab de, ya ku mirov xemgîn dike û di dema tevgereka mirov ya baş de jî ya ku mirov bextewar dike, ûjdana mirov e.

7- Daraza Exlaqî çi ye?

Bi başî an jî xirabî, nirxandina tevgerên şexsa ye. Mesela dizîkirina Ehmed tevgerek xirab e.

8- Zagona exlaqê çi ye?

Baş an jî xirab, kirin an jî nekirina hindek tiştan, ji aliyê zagonên exlaqê ve têne destnîşankirin.

9- Biryara Exlaqî çi ye?

Bi awayekî serbest û bi îradeyek serbest, li hember zagona exlaqê biryarsitandina sitûxwarkirinê ye, an jî em bibêjin biryara lihevhatina zagona exlaqê ye.

10- Tevgera Exlaqî çi ye?

Tevgerên me yên piştî biryara exlaqî ne. Pêşîyê mirov biryareka exlaqî dide û piştra, mirov li gor vê biryarê tevdigere.

11- Îrade çi ye?

Hêza biryardayînê ya kirin an jî nekirina tiştekî ye. Mesela dema ku mirov birçî be û tu pereyên mirovekî tunebe ku ji xwe re tiştekî bikire û bixwe, dehnên mirov yên xwezayî dibêjin bidize. Aqilê mirov jî dibêje, na nedize. Hege mirov li gor dehnên xwe yên xwezayî tevnegere û guh bide dengê aqilê xwe, wê demê mirov dibe kesekî bi îrade. 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyan, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin