Têgehên Hiqûqê

Têgehên Hiqûqê

Têgehên Hiqûqê

Têgehên ilma hiqûqê ne. Di her beşê de têgeh hene helbet yên hiqûqê jî hene. Îcar di Kurdî de ji ber ku hîn jî me dewleteke serbixwe nîn e di vî warî de jî zimanê me di gel ku dewlemend e jî lê nepêşve û netije ye. Ji ber ku hiqûq şaxa rêvebirina dewletê ye.

Dewlet çawa tê rêvebirin, gel çawa tê îdarekirin, hêza dewletê çi ye û çi qas e, mafên mirovan li hember dewletê çi ne û çi qas in, divê têkîliyên di navbera dewlet û mirovî de çawa bin, her wiha têkîliyên di navbera dewletekî û dewletên de di vê çawa bin, mafên wan ên li hemberî hev çi ne, divê mafên mirovan, sivîlan çawa bên parastin, darizandin divê di destê kîjan dezgehê de be, darizandin divê çawa be?

Ev hemû dikeve nav karên hiqûqê de. Ha ji bo ku ziman di van tiştan de pêşve biçe divê dewleteke te hebe ku tu van tiştan bisepinî. Lê tenê li başûr dewletokeke kurdan heye ku ew jî hîn jî ne serbixwe ye, tenê federe ye; dewleteke federe ye. Ji ber van sedeman ji bo ku zimanê me di vî warî de hîn bêhtir paşde nemîne divê em dest biavêjin vî karî û vê beşa girîng a dewletbûnê ji hemû aliyên wê ve vekolin.

Hiqûq: Tevahiya normên ji aliyê qanûndanêr ve hatî danîn û hatî naskirin e. Helbet ev pênase ne bes e, divê mirov ‘dad’ê jî têxe nava vê pênasekirinê. Heke em ‘dad’ê têxin nava vê pênaseyê wê bi vî awayî be: “Hiqûq, tevahiya normên ku ji bo dadê pêk bîne ji aliyê qanûndanêr ve hatî danîn û hatî naskirin e.”

Hiqûq, ew zanista normatîf e ku tevgerên kesayet, civak û dewletê, têkiliyên di navbera wan de; ji aliyê dezgehên rayedar ve li gor rê û rêzana wê tê derxistin, bi hêza giştî tê piştgirîkirin, bi awayekî giştî ji muxatabê xwe re dibêje tu yê vê bikî an jî vê nekî, ji bo vê jî hemû dibêtiyan bi normên di meriyetê de bi rêk û pêk dike. An jî hiqûq, tevahiya qanûnên ku civakê bi rêk û pêk dike û hêza mueyîdeyî ya dewletê diyar dike ye.

Bûyera Hiqûqî: Pêkhatina bûyereke ku hiqûqê encam pê ve girê dabe, ha ji wê pêkhatinê re bûyera hiqûqî tê gotin. Ango heke bûyerek pêk bê û hiqûq encamên diyar bi wê pêkhatinê ve girê bide ew bûyer dibe bûyera hiqûqî. Bûyerên hiqûqî di encama tevgerên mirovan de çêdibin.

Rêzika Hiqûqê: Ferman û qedexe û destûrên ku ji aliyê vîna beşerî ve hatine çêkirin û ji bo tevgerên beşerî bi rêk û pêk bikin û bi kotekê(cebirê) hatî mueyîdekirin e. Rêzikên hiqûqê, ji hemû rêzikên din ên civakê cudatir in.

Kiryar: Tevgera mirovekê/a xweyhiş e. Kiryara Hiqûqî: Di hemû gerdûnê de, bûyerên ku ji aliyê tevgerên xweyhiş ên mirovan ve pêk tên û bûyerên ku pergala hiqûqê encam pê ve girê dayîn di bin navê kiryarên hiqûqî de kom dibin. Ango di kiryara hiqûqî de divê pergala hiqûqê encam pê ve girê dabe, divê ji aliyê mirovekî xweyhiş/hişmend û xweyvîn ve hatibe kirin.

Daxuyana Vînê: Ji bo encameke hiqûqê ya berbiçav pêk bê, kesek daxwaz û vîna xwe bi kîjan rêyê be ferq nake ji bo cîhanê vebêje, diyar bike.

Kirarî: Muamele Kirariya Hiqûqî: Ji bo encameke hiqûqî ya berbiçav pêk bê kesek vê xwesteka xwe ragihîne, an jî daxuyana vîna xwe ragihîne û di vê rewşê de kirariyeke hiqûqî pêk tê.

Qanûndanêr: Di pênaseya wê ya teng de qanûndanêr, dezgeha ku di çêkirina qanûnan de rayedar/desthilatdar e. Wek: parlemento an jî dezgeha qanûndanînê. Di pênaseya wê ya berfireh de qanûndanêr, dezgeh û meqamên di afirandina hiqûqê û wek hiqûq naskirin de desthilatdar e.

Mueyîde: Dema ku kesek li gor rêzikan tevnegere, berteka li hember vê tê nîşandan e. Ev bertek li wî yê/ya ku li dij rêzikê derketî xweş nayê. Mueyîdeya Hiqûqî: Gava ku yek li dijî rêzikên hiqûqê tevbigere derdikeve holê, ji aliyê dezgehên desthildar(rayedar) ve tê sepandin û dîsa cebira(zorî, kotek) ji aliyê rêzikên hiqûqê ve tê diyarkirin e.

Norm: Pîvang û pîvanên ku têkildarî kirinên ku divê bên kirin an jî neyên kirin.

Maf: Ew berjewendiya ku ji aliyê hiqûqê tê parastin û deshilatiya sûdwergirtina ji vê parastinê dide xwediyên xwe ye.

Hiqûqa Pozîtîf: Di welateke diyar de, di çaxeke diyar de, hiqûqa ku di meriyetê de jê re hiqûqa pozîtîf tê gotin. Hiqûqa pozîtîf ne hiqûqa divê ku bibe, derbirîna hiqûqa ku heye ye.(Hiqûqa di meriyetê de)

Hiqûqa Madî: Beşeke hiqûqa ku di meriyetê de ye. Darazên madî yên têkildarî çareseriya lihevnekirinê û lihevnekirinê bixwe ye. Kî mafdar an jî kî ne mafdar e li gor rêzikên hiqûqê yên madî tê diyarkirin. Hiqûqa Teşeyî: Beşeke hiqûqa di meriyetê de ye. Di çareserkirina mijara lihevnekirinê de rê û rêzanê nîşan dide. Tê de rêzikên darizandinê hene.

Hiqûqa Îdeal: Di asta razber de, ji wê pergala hiqûqê re tê gotin ku pergala herî bêhtir ligor dadê û pêdiviyên civakê bi awayê herî baş pêk tîne ye. Bi navê hiqûqa xwezayî jî tê bilêvkirin û hiqûqa divê ku bibe îfade dike. Hin rêzikên hiqûqa îdeal hene ku li her derî û li her demê ya divê ku bibe ew in, di kalîteyeke neguhêrbar de ne. Mirov bi rêya aqil digihije van rêzikan. Divê hiqûqa pozîtîf van rêzikan bibîne û nêzikî hiqûqa îdeal bike.

Hiqûqa Nivîskî-Nenivîskî: Ji wê hiqûqa ku di welatekî de li gor pergala destûra bingehîn ji aliyê dezgeha rayedar ve bi awayek nivîskî tê çêkirin re hiqûqa nivîskî tê gotin. Ji rêzikên ku ne ji aliyê dezgehekî ve hatî danîn, bi demê re ji aliyê civakê bixwe ve hatî çêkirin re jî hiqûqa nenivîskî tê gotin. Bi taybetî welatên Anglo-Sakson hiqûqa nenivîskî bikar tînin. Welatên Ewropaya Bejahî jî bêhtir hiqûqa nivîskî bikar tînin. Li welatekî ku rêzikên hiqûqa nivîskî tê sepandin rêzikên hiqûqa nenivîskî wek tune nayê erêkirin. Ango ji wan jî sûd tê wergirtin. Lê belê di rêza pêşitiyê de di rêza paşîn de cih digirin.

Komar: Awayekî rêvebirinê ye. Yek ji têgehên hiqûqê ye. Di vê pergala rêvebirinê de serokê dewletê divê ji aliyê gel ve were hilbijartin. Her wiha divê ev hilbijartin ji bo demekî be û ev hilbijartin tenê ji bo hin rayeyan(desthilatan) e.

Ango sê şertên dewleta komarê (cumhuriyetê) hene:

1) Divê serokê dewletê ji aliyê gel ve were hilbijartin.

2) Divê dema serokatiya dewletê eşkere be. Dema wê diyar be. (wek mînak ji bo 4, 5, 6 an jî 7 salan were hilbijartin.)

3) Divê ev hilbijartin tenê hindek rayeyan (desthilatan-yetkiyan) bide serokê dewletê. Mirov dikare bi vî awayî jî pênase bike: komar ew pergala rêvebirinê ya dijî têgehên monarşî û olîgarşî ye.

Monarşî: Peyveke esilbinyad Yewnanî ye. Awayekê rêvebirinê nîşan dide. Di vê pergala rêvebirinê de jî serokê dewletê nayê hilbijartin, jixwe ew serokatî heqê wî ye û heta ew kes sax e ew serokê dewletê ye. Di Kurdî de ji bo vê têgehê peyvên wek hikumdarî, şahîtî-şah, qralîtî, mîrîtî hatine bikaranîn. Rêvebirin di destê yek kesî de ye. Heta ew heye heqê wî ye. Heta ew mir jî ev heq dikeve bin destê zarokên wî an jî malbata wî.

Mirov dikare mercên wê bi vî awayî birêzîne:

1) Serokatiya dewletê di destê kesekê de ye.

2) Ev kes heta sax e ew e serokê dewletê.

3) Piştî ew mir jî ji zarokên wî an jî malbata wî kesek tê ser textê rêveberiyê. Têgeha dijî têgehên wek komar, olîgarşîyê.

Olîgarşî: Ev têgeh awayekî din ê rêvebirinê derdibire. Ev peyv esilbinyad Yewnanî ye. Ji peyvên “oligo-” (hin, hindek) ve “arkhein” (rêvebirin) pêk tê. Di vî awayê rêvebirinê de komek piçûk û bijartî heye. Ev kom desthilatdar e û ev kom dewletê rêve dibe. Ji ber vê sedemê çi xweşiya dinyayê hebe li vê komê dibare lê komên din dimînîn bêpar û dikevin bin zext û zordariyê de. Mirov dikare wek rêvebirineke zordest-despot binav bike. Her wiha têgeha dijî têgehên komar, monarşî ye.

(…)

Rênas Xendekî

09.02.2015

 

Bersivekê binivîsin