Têgehên Bingehîn yên Estetîkê

Têgehên Bingehîn yên Estetîkê

Têgehên Bingehîn Yên Estetîkê (Ciwannasiyê) 

Afirandin an jî têgihiştina berhemeke hunerî, li cem me rê li xweşîya estetîk (kêfa, heza estetîk), keyfxweşiya estetîk û li kelecana estetîk vedike. Heyîna ku ji van hest û kelecanan dibihîse, hîs dike; kirdeya (subjeya) estetîk e û jê re kirdeya estetîk tê gotin. Ji çavkaniya ku rê li xweşiya estetîk vedike, ku çavkaniya hesta ecibandinê ye jî; spehîtî an jî, spehîya (delala) estetîk tê gotin. Ji wê waneka (nesneya) ku xwediyê nîrxa delaliyêye (spehîtîyê) re, nesneya estetîk tê gotin. Ji aliyê kirdeya estetîk ve bi awayekî erênî an jî neyînî, nirxandina nesneya estetîkê (kirdeya estetîk dikare nesneya estetîk delal an jî ar “ne delal” binirxîne) jî, daraza estetîk e. Û jêre Daraza Estetîk tê gotin.

Pirsgirêkên Bingehîn Ên Estetîkê

1- Tiştên ku nesneyên spehî, spehî dikin gelo ew çî ne?

2- Pîvanên ku rê li spehîtiya nesneyan vedikin hene gelo?

3- Gelo spehîtî kirdewar (subjektîf) e? Ango ew darazeka kirdeyê ye, an na? Yan jî spehîtî, beyî kirdeyê (ê ku pê dizane, têdigihijê, fêhma wê dike) jî, bi awayekî serbixwe ji wê nesneyê der diçe?

4- Têkiliya di navbera spehî û rast, spehî û baş de çî ye?

Pirsgirêka Spehîtiyê ‘Pirsgirêka Delaliyê’

Spehî (delal), yek ji wan nîrxên estetîkî ê sereke ye. Spehî, ji hêla estetîkê ve hêja ye. Dîmenek spehî, filîmek spehî, leyîstikek spehî.  Spehîtî hem di xwezayê de û hem jî di hunerê de heye. Dema ku em dibêjin jineka spehî, dîmenek spehî û dema ku em dibêjin muzîkeke spehî û wêneyeke spehî, wateya spehîya ku em bikar tînin cihêreng e.

Di ya yekemîn de delaliya (spehîtiya) rasteqîniyeka li derveyê mirov tê vegotin û di ya duyemîn de jî, delaliya (spehîtiya) ku ji layê hest, coşî û bîra hunermend ve hatiye afirandin, tê vegotin. Li gor nêrîna Platon spehîtî, îdea ye. Heyînên ku di cîhana sehekî de ne, çiqas ku ji îdeayan para xwe wergirin, hewqas spehî dibin. Arîstoteles jî têgeha spehîtîyê bi pîvanên nesnel şirove dike. Li gor Arîstoteles, tiştê ku ji hêla matematîkî ve xwedîpîvan e, rêk û pêk û hevgirtî ye, ew spehî ye. Li gor Plotinos jî spehîtî (delalî) form e. Ev form xwe berdide madeyê û yekîtîya xwe dide wê. Delal; di laş de xwiyakirina giyan, di giyanê de xwiyakirina aqil û di aqil de xwiyakirina Xwedê ye. Ango, di heyînên gerdûnî de wek şewqeke dengvedana Xwedê ye.

Mirov vê nêrîna Plotinos, li cem Hegel û Schopenhaur jî dibîne.

Li gor nêrîna Hegel; spehîtî, xwiyakirina giyana tekez (geîst- Xwedê) e û bi sehekan, tê têgihiştin. Li cem Schopentaur jî spehîtî, di heyînên gerdûnî de dengvedana îradeya mitleq e, di heyînên cîhanî de raste rast xwenîşandana îradeya mitleq e û bi awayekî eşkere, xwe dane wê ya der e. Li gor Kant jî, spehîtî ew tişt e ku bêmenfeet li xweşê mirov diçe. Tiştekî spehî li xweşê mirov diçe, lê ev xweşî ne xweşiyeka menfeetperest e. Taybetmendiyeka din jî ya spehîtîyê ew e ku ew li xweşê hemû kesî diçe, ye.

Têkiliya Spehîtî û Rastiyê

Têgeha rastiyê li derveyê heqîqeta mentîqî- bûyerî, di wateya rastiya metafizîkî de ye. Rastiya bûyerî- mentîqî, rastiya pêşniyara (onerme) ye. Rastîya metafizîkî jî, bi têgihiştina hilika (naveroka) heyînê re têkildar e. Li gor nêrîna Platon spehîtî û rastî, heman tişt in. Li gor nêrîna Plotinos û Hegel jî, spehîtî û rastî heman tişt in. Lêbelê, Kant herdu têgehan ji hevdu cuda dike. Li gor baweriya Kant rastî, nirxeke mentiqî û zanistî ye û aîdê warê zanistî ye. Spehî jî, nîrxeke sehekî ye û aîdê warê ciwannasiyê ye.

Têkiliya Spehîtî û Başiyê 

Li gor Platon Spehî û baş (qenc, pak, rind, çak), heman tişt in. Spehî, baş e û baş jî spehî ye. Çavkaniya herduyan jî, îdeaya baş e, ku ew jî li gerdûna îdeaya ye. Nivîskarê Urûs Tolstoy jî, ramaneka ku dişibe vê ramanê dipejirîne û dibêje: “Hunera ku exlaqê me xurt neke û bi pêşve nebe, ew ne tu huner e.” Li gor dijberên vê ramanê jî, divê exlaq bikeve bin xizmeta hunerê û ji bo spehîtîyê, hege pêwist be divê exlaq jî were fedakirin. Kant, têgeha spehî û baş, ji hevdu cuda dike û wateyên cihêreng li wan bar dike. Delal, nîrxeka estetîk e û bi hestên me re têkildar e. Baş jî, nîrxeka exlaqî ye û bi tevgerên me re têkildar e.

Têkiliya Spehîtî û Xweşiyê 

Hinek dilêrînên hunerî, têgeha “spehî” û “xweşê”, wekhev dibînin. Ji vê nêrînê re “Hedonîzma Estetîk” tê gotin. Li gor vê dilêrînê, spehî ew tişt e ku xweş e û xweşiyê dide mirov. Lê hemû tiştên xweş, ne spehî ne. Di vê babetê de Kant, têgeha spehî û xweşê, ji hevdu cuda dike û cihêreng dibîne. Kant dibêje; “xweşdîtin (ecibandin) asta şexsî îfade dike, lê spehî ji şexsitiyê xwe rizgar dike û ber bi ecibandineka hevpar ve diqeside.”

Têkiliya Spehî û Berz

Berz (bilind) jî, wek spehîtîyê têgeheke (têgîneke) estetîk e. Arîstoteles, ên berz û spehî, ji hevdu cuda dike. Li gor baweriya Arîstoteles; çiyayên bilind, berz in û mirov nikare wan bi têgeha spehî biwesfîne. Spehîtî bi nesneyê re têkildar e û darazên bi sînor û kifş, îfade dike. Li cem ê spehî rêkûpêkî, hevgirî û aheng, heye. Bi têgeha berz (bilind) re jî, bêsînortîyeka ku ji sînoran derbas dibe û bêdawîtî, têne derbirîn. Fîlozofekî din ê ku têgeha berz û spehîyê ji hevdu cuda kiriye, dîsa ramanwer Kant e.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyan, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin