Têgeha Xirabiyê di Ramanên Gottfried Wilhelm von Leibniz de

Têgeha Xirabiyê di Ramanên Gottfried Wilhelm von Leibniz de

Têgeha Xirabiyê di Ramanên Gottfried Wilhelm von Leibniz de

Têgeha ‘xirabî’yê ji bo rewşa ku çavkaniya wê xweza ye, yan jî encameke tevgerên mirovan yên hişmend e û li dinyayê zererekî mezin dide hebûna mirovan de tê bikaranîn. Bêguman di çerçoveya têgeha xirab û xirabiyê de, meriv dikare behsa sê xirabiyên cuda bike, ku ew jî xirabiyên ‘metafizîkî, ehlaqî û fizikî’ ne. Wateya xirabiya metafizikî, kêmasiya forma tiştekê nîşan dide. Wate, kêmasî yan jî netemambûna tiştekê ye, ku ew tişt jî ne gihiştî û ne kamil e. Ev cure xirabî, di temelê xirabiya ehlaqî û fizikî de, hatiye bicihkirin.

Li gor bîr û baweriya Leibnizî, (Gottfried Wilhelm von Leibniz 1646-1716) kokê xirabiya ehlaqî û fizikî, xirabiya metafizikî ye. Bi gotineke din, Leinnizî dibêje ku xirabiyên fizikî û ehlaqî, encama kêmasiyên metafizikî ne. Xirabiyên metafizikî jî ew xirabî ne ku di encama nexweşiyên têger (şewbî), zelzele, bahoz, bager, ziwayî (hişkayî) û hwd. de dertên holê, ku ji tevgerên mirovan aza ne û ne girêdayî îradeya mirovan in. Ev cure xirabî di heman demê de bela û kerasetên xwezayî, rûdanên xwezayî ku dibine sebebê kul û kederan, nexweşiyên bê derman, çolên berfireh û heywanên goştxwer jî digre nava xwe.

Ev cure xirabî, wekî kiryarên Xwedê, ku dixwaze ebdên xwe bi vê rêyê ceza bike yan jî wekî encamên bûyerên xwezayî ku zererê nadin ahenga kozmîk ya gerdûnî têne nirxandin û dîtin. Mesela sermetranê (başpîskopos) Dublînê William King di nivîseke xwe de wiha gotiye: ‘Xwedê, carinan dixwaze ku ebdên xwe ceza bike û lewma jî destûra zelzele, ba û bahoz, lehî û tûfanan dide. Lêbelê ev rûdanên îlahî, zererekê mezin nadin ahenga tevahî. Rûdan û pevçûna van nûveyan (ûnsuran) helbet zererdar e, lêbelê heke ew dernekevine holê, dê zerer û tûfanên mestir rû bidin. Nexwe divabû dinya tu carî nehatiba afirandin, yan jî divabû destûra van kerasetan nehatiba dayîn.’ Lêbelê Voltaire ramanên Kingî qebûl nekiriye û gotiye ku zelzeleya Lisbonê ya mezin (1755 Lisbon earthquake), trajediyeke mezin e û nabe ku em wê bi teqdîra îlahî şirove bikin.

Ali Gurdilî
felsefevan@hotmail.com
20.05.2016

Çavkanî: Dîroka Felsefeyê – Ali Gurdilî

Bersivekê binivîsin