Têgeha ‘Baş’ di Ramanên Sokrates ‘B.Z.469-399’ de

Têgeha ‘Baş’ di Ramanên Sokrates ‘B.Z.469-399’ de

Têgeha ‘Baş’ di Ramanên Sokrates ‘B.Z.469-399’ de

Sokrates li hemberî vê îzafiyeta ku ji aliyê Sofîstên hemdemên wî ve hatibû afirandin, radiweste û wisa bawer dike ku ji bo pirsgirêkên jiyana mirovî bi helwdaneke kûr û rasteqîn, mirov dikare xwe bigihîne rastiyeka tevayî/tumelî. Sokrates, wekeheviya/zanava erdem û zanayiyê diparêze, desthilatiya ol û kevneşopan datîne aliyekî û hêjahiya aqil û ramanê, bilind dike. Ew bi awayekî xurt, baweriya xwe bi hebûna rêzikekî tîne.

Li gorî felsefeya wî: Hemû erdem, ji zanayiyê têtin. Zanayî/episteme mirovan digêjîne tevgera rast û nezanî jî, dibe sedemê tevgerên çewt. Ji ber vî sebebî çavkaniya tevgerên me yên ehlaqî, dibe zanayî. Li gorî Sokrates, naveroka vê zanayiyê jî, baş e û ew mirovên ku dizanin baş û rast çi ye, ew mirovên xwedîerdem in. Sokrates, têgehên baş, spehî û sûdmendê/bisûdê bi awayekî hemwate bikar tîne. Di sedsala 18an de jî, em rastê hevratiya baş û spehiyê dibin.

Li gorî nêrîna Sokrates: Ew karên/şolên ku alikariya jiyaneka bêazar dikin û xweş in, ew spehî ne. Hemû karên spehî jî, baş û  sûdmend in. Jiber ku wiha ye, baş xizmeta armanceke kifş dike. Tu kes, bi hemdê xwe yan bi dilê xwe; naxwaze ku yên xirab e, bike. Lewra, ne li gorî xwezaya mirov e ku yên xirab ji yên baş raser bibîne. Ji başiyê cihêkirina  xirabiyê jî, nîşana zanyarî û xwedîerdemiya mirova ye. Ji xwe, zanayî erdem e û xwedîerdemî jî, zanyarî ye. Ew mirovê ku zanayiyê û riya zanistê bişopîne, dê ew mirov baş û bextewar be. Herweha, yên ku Eudamoniayê jî diafirîne, dilpakijî/xwedîerdemtî ye.

Sokrates dibêje ku: ‘Li wê dera ku rêkûpêkî û guncanî heye, li wê derê baş dertê pêşiya mirov. Lê, li wê dera ku tevlîhevî heye; li wê derê jî xirab dertê pêşiya mirov. Yên ku tiştekî dike baş, rêkûpêkiya wê ye. Heman rewş, ji bo giyana mirovî jî wiha ye.

Giyana mirovî çiqasî bi guncan be, dê mirovî jî hewqas bextewar bibe. Mirov, bi bikaranîna aqlê xwe, digihêje guncaniya giyana xwe. Ew <baş> a ku ji zanyariyê tê, mirov bi wê digihêje bextewariyê.’ 

Ji ber ku wiha ye, ew dilpakiya/erdemiya ku ji zanayiyê tê (ehlaqdarî) û bextewarî, heman tişt in. Sokrates, li ser dilpakijî, zanyarî û bextewariyê, ramanên gelemper pêşniyar dike. Lê tu caran, danesîneka wan ya teqez (ferzîne, mitleq) nade. Yên hewl dide ku yekemîn car wan bide nasandin, bêguman şagirdê wî Platon/Eflatûn e.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

24.01.2015

Bersivekê binivîsin