Tebeqebûna Civakî

Tebeqebûna Civakî

Tebeqebûna Civakî 

Ji ber ku nifûs li gor pîvana hatiniya diravan, rêzdarîya civakî û hwd. ji hevdu cihê dibe, di nav avahîya civakî de, bi awayekî hiyerarşîk hinek texlîdên yekîneyên civakî pêk tîne. Ji vê pêkhatinê re, tebeqebûna civakî tê gotin. 

Texlîdên Tebeqebûna Civakî 

1- Tebeqebûna Dadayî: Di vê cureya tebeqebûnê de, ji tebeqeyekê derbasbûna tebeqeyeka din, qedexe ye û statûyên mirovan tu carê nayên guherîn. Mînak: Sazûmana Qestan ya ki Hindîstana Kevin û sazûmana sosyal ya civakên koledar. 

2- Tebeqebûna Nîvdadayî: Ev şeklê tebeqebûnê, piştî hilweşîna civaka koledar, di civakên feodal de hatiye dîtin. 
Mînak: Sazûmana loncayê ya selçûkîyan û rêxistina exwîtîyê ya osmanîyan. Di vê texlîda tebeqebûnê de şexs, encax di demeka pir dirêj de dikarin tebeqeya xwe biguherînin û derbasê tebeqeyeka din bibin. Derfetên derbasbûnê, gellekî kêm in. 

3- Tebeqebûna Vekirî: Piştî şoreşa Sanayîyê û guherînên girîng yên ku di avahîya civakan de pêk hatine, ev cure tebeqebûn derketiye holê. Di vê cure tebeqebûnê de şexs, li gor behre, perwerdehî û keda xwe, dikarin ji tebeqeyeke derbasê yeka din bibin. Li gor pêvajoya sanayîbûnê û girêdayê wê û bi xêra şoreşên sosyal û demokratîzebûnê, zagon û delk, rê didin ku mirov tebeqeya xwe biguherîne û derbasê tebeqeyeka din bibe. Heta radeyekê, mirov dikare bibêje ku piştevanîya vê yekê jî dikin. 

Pramîda Tebeqebûnê 

1- Tebeqeya Jorîn: Ji aliyê sermayedarên ku bi hêza xwe ya sermayeyeka mezin tevlî hilberandinê dibin, tê pêk anîn. 

2- Tebeqeya Navîn: Ji alîyê kedkarên ku bi hêza xwe û bi hêza sermayeya xwe ya biçûk, tevlî pêvajoya hilberandinê dibin, tê pêk anîn. 

3- Tebeqeya Jêrîn: Ji aliyê mirovên ku bi tenê bi hêza keda xwe tevlî pêvajoya hilberandinê dibin, pêk tê.

Ali Gurdilî
info@felsefevan.org 

Bersivekê binivîsin