Taybetmendî û Pirsgirêkên Ramana Îslamê

Taybetmendî û Pirsgirêkên Ramana Îslamê

Taybetmendî û Pirsgirêkên Ramana Îslamê

Ramana yewnan berîya her tiştî li ser pirsa “heyîn çî ye?” radiwestiya û wiha diparast ku rêkûpêkiyek gerdûnê bi rê ve dibe û hemû heyîn li gor rêkûpêkîyeke û lewnekê (şeklekî) tevdigerin û girêdayê vê rêkûpêkî û lewnê ne. Hejmarên Phytagoras, Îdeayên Platon û madde û forma Arîstoteles, rasteqînîyên neguhêrbar yên bingeha heyînê bûn. Di vê felsefeyê de yên neguhêrbar, ji yên guhêrbar girîngtir bûn. Gerdûn li gor rasteqînîyên neguhêrbar lewn (şekil) girtîye û hatiye rêkûpêkkirin. Lê di ramana rojava ya nûjen de, mirov dikare bibêje ku ramana <berfirehbûn> û <çêbûnê> zêdetir derketiye pêş.

Mijara cîhana sehekan û çêbûnê, her dem bala ramana rojavayê kişandiye. Bi vê hewldanê re jî, pirsgirêka herî mezin ya ramana rojavayê jî derdikete holê. Ev pirsgirêk jî pirsgirêkên/pirsên “çavkanîya zanayîyên mirov çî ne?” û “sînor û nirxê van zanayîyan çî ne?” û hwd bûn. Bi gotineka din, <teorîya zanayîyê> derdiket pêş. Belam di ramana îslamê de ramana heyîna bêform, neguhêrbar, bêdestpêk û bêliv, zêdetir li pêş e. Vê ramana bingehîn jî, pirsa “gelo têkiliyeka çawa di navbera mirov û heyîna mitleq de heye?” derxistiye holê. Ango, pirsa “gelo îradeya mirov azad e, yan na?” pirsgirêka navendî ya ramana îslamê ye.

Pirsgirêkên bi vî rengî, ango serbestbûn an jî neserbestbûna îradeya mirov, wateya jiyanê, rêyên jiyanê yên rast û rasteqîn, hatiye xwestin ku li gor hêmanên îslamê werin çareserkirin. Ji ber vê çendê jî em dikarin bibêjin ku di ramana îslamê de beriya her tiştî felsefeya ol û exlaqê zêdetir derketiye pêş.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Bersivekê binivîsin