Taybetmendiyên Mîtolojiya Romayê

Taybetmendiyên Mîtolojiya Romayê

Taybetmendiyên Mîtolojiya Romayê

Mîtolojiya Romayê, ji temamiya baweriyên mirovên Antîk Romayî ên mîtolojîk pêk tê. Mirov dikare bibêje ku ev mîtolojî ji du beşan pêk tê. Di beşa yekemîn de, baweriyên Antîk Yewnanê veguheriyane baweriyên mîtolojîk, ên Romayî. Lê beşa duyemîn, mirov dikare bibêje ku beşeka xwerû û serbixwe ye.

Romayî û Ol

Di jiyana Romayîyan de girîngiya ol, gelekî mezin bû. Di dîrok û jiyana mirovan ya rojane de, rola ol gelekî girîng bû û mirov dikare vê yekê, di dîroka “Livy” de jî bibîne. Li Romayê hemû bûyerên dîrokî, bi rihêtî bi ol ve dihatin girêdan û wisa jî dihatin şirovekirin. Nemaze di beşa yekemîn ya ola Romayê de hema hema mirov dikare bibêje ku, ji bo her bûyerê; Xweda an jî Xwedawendek hatiye dîtin. Polîteîzma Romayê û bastûra (avahiya) wê ya baweriyê her çiqas di demên dawî de di naveroka xwe de gelek kulturên biyanî hebandibe jî, di nav wan de ya herî bi bandor û çalak; baweriya yewnan e. Herweha sembolên hêz û îbadetên gelemperî jî, ji kultura “Etrûsk” û baweriya wê ketumet bûye. Di esasê de Etrûsk, Berîya Zayînê di sedsala 6. – an de ji bo demeka kurt bûne serwer. Bi îxtîmaleka mezin ev sembolîzm û besta îbadetê, rasterast ji aliyê romayîyan ve hatiye afirandin.

Di Mîtolojiya Dewra Pêşwext De Xwedan

Dilêrîna Romayê ya Xweda, di dewra pêşwext de; ji ya Yewnanîstanê gelekî cihêreng bû. Mesela ger mirov ji yewnanîyekî ya Demeterê bipirse, wê bi îxtîmaleka mezin, ji we re behsa wê mîta ku Hades, Persephoneyê revandibû bike, ku piştî vê bûyerê Demeterê êşeka mezin kişandibû. Lê ger tu ji yekî romayî pirsa Ceres bikî, bi îxtîmaleka mezin; wê ew ê ji we re behsa têkilî û wezîfeya wî bike. Wê behsa Xwedayên bindestê wî û raserên wî bike. Sarritor, Messor, İnsitor (pakijkirina giyayên biyanî, palehî, tov reşandin) û hwd. 

Wek ku ji vê mînakê jî xwiya dike, mîtolojiya Romayê ya arkaîk; ji hêla Xweda û dilêrîna Xweda ve,   têkiliyên Xwedayan û têkiliyên Xwedayan ên bi mirovan re girîng têne dîtin û bi hevdu re girêdaniya wan heye. Her çiqas di derheqê Xwedayan de kevneşopiyeke wan ya vegotinê tune be jî, derheqê avakirina bajarê Xwe de û dewra pêşî ya bajar de, romayî xwediyê kultureka nîv- dîrokî û nîv- efsanavî ne. Wek qralên pêşîn, Romulus û Numa; seranser xwediyê xwezayeka mîtolojîk (mîstîkî) bû û regezên efsanevî ên bi vî rengî, heta dewra pêşîn ya komarê jî hatine. 

Romaya Xweser û Xwedayên Îtalîk

Rahîbtîya berê, ayînên îbadetê û peyikandina wan; di nav du beşên Xwedayan de parve kiribû: Di navbera “Di indigetes û novensides” de. İndigetes, Xwedayên xweser ên bajarê Romayê û Dewleta Romayê bûn. Novensides jî, Xwedayên ku piştra hatine bajêr in, ku herî zêde di dewrên teng de; an jî di dema pêdiviyeke de derketine holê, ne. 

Xwedayên Biyanî

Piştî ku Roma welatên li hawirdorên xwe vedigre, Xwedayên cîranan ên herêmî jî derbasê mîtolojiya Romayê dibin. Romayî, çawa ji Xwedayên xwe re birûmet bûn û wan dihewandin, Xwedayên cîranan jî wiha hesibandine û rûmeteka mezin nîşanî wan jî dane. Bi vî awayî gelek çandên ne Romayî, tevlî çanda Romayî bûne û di mîtolojiya Romayê de, mînanî Xwedayên Romayî hatine dîtin.

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Sed Çîrokên Mîtolojîk – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin