Dawî...

Destpêk > Nivîs > Gotarên Felsefî û Zanistî > Taybetmendiyên Felsefeya Sokrates

Taybetmendiyên Felsefeya Sokrates
Parvebike!

Taybetmendiyên Felsefeya Sokrates 

Sokratesê ku navê wî ketiye gelek efsaneyan û wek fîlozofê herî navdar yê dîroka felsefeyê tê hesibandin, yek levzek (hevokek) jî nenivîsandiye. Em ramanên wî ji nivîsarên şagirdên wî Platon (Eflatûn) û Ksenophon, fêr dibin. Sokrates B.Z. di navbera salên 469-399 an de jiyaye û ne li ser rasteqînîya der û xwezayê, lê bi taybetî li ser pirsgirêkên exlaq û mirovî rawestiya ye. Lêkolînên exlaqî yên Sokrates, li ser jiyana exlaqî û erdemdarîyê (dilpakîtîyê) bûn û bi vê yekê re jî aqilê mirov cara yekemîn û bi awayekî misoger, li xwe mêze dikir û li xwe vedikoliya. 

Ji bo fîlozof zanayîya herî nirxdar, zanayîya derheqê mirov de bû. Wateya gotina Sokrates ya ku gotiye: “Bi xwe bizanibe!” ev e. Sokrates dema ku wateya mirov û jiyana exlaqî (erdeman) şirovan dikir, digot ez bi tiştekî nizanim û wiha dest bi karê xwe dikir. Ji her tiştî gumanê (şik) dikir, li her tiştî vedikoliya û her tiştî rexne dikir. Em ji van şiroveyan wiha derdixin ku di vê xalê de Sokrates dişibe sofîstan. 

Bi rastî jî helwesta Sokrates ya ku ji hemû tiştî gumanê dikir û ne li ser xwezayê, lê li ser mirov radiwestiya, wî zêdetir nêzîkê sofîstan dike. Digel vê yekê ji bo ku Sokrates wiha bawer dikir ku ramana mirov, dikare xwe bi bigihîne rastiyên derbasdar, ji sofîstan bi awayekî misoger vediqetiya. Li gor bîr û bawerîya fîlozof rasteqînîyên exlaqî yên wek başî, xirabî û dilpakî (erdem), li gor mirov û civakan nayêtin guherîn. Ew rasteqinîyên gerdûnî bûn û ku bi awayekî rêbazî, birêvebirina ramanê re mirovan dikiribûn zanayîyên wan bidest bixin. 

Erka fîlozof ew bû ku bi rêya guman, înkar, rexne û vekolanê, gihêjtina zanayîya têgehên wek <erdem>, <başî>, <xirabî> û <edaletê> û nasandina wan bû. Belam ev zanayî, di rihê mirov de ji xwe hebûn. Ya girîng ew bû ku mirov ji bo ku ew bikaribin derkevin holê, alîkariya wan bike. Ji bo vê yekê Sokrates navê rêbaza xwe danîbû <danwelidandin.> Ango, hunera danwelidandinê <maieutike>. 

Ji bo pêkhatina vê yekê jî, bi mirovekî li hember xwe re dikete xebardanê. Dema ku vê diyalogê dest pê dikir, Sokrates digot ez di derheqê babetê de bi tu tiştî nizanim û wiha dikete guftegoyan û wiha jî pirsan dikir. Dema ku mirovê li hember wî bersiva pirsa wî dida, bi awayekî Sokrates nîşanî wî dida ku di vê babetê de zanayîyên wî kêm in û têrê nakin. 

Li ser babeta exlaqê fîlozof dibêje, derheqê exlaqê de divê zanayîyên me yên misoger û derbasdar hebin. Lewra li gor baweriya Sokrates exlaqdarî ango erdemdarî, di heman demê de zanyarî ye. Herweha, mirovê zanyar ew mirov e ku jiyaneka bextewar dijî. Di destpêkê de ev nêrîn dikare ji me re wek nêrîneka ecêb were. Lê Sokrates vê nêrînê diparêze û li gor vê nêrînê, mirovê ku bextewar dijî û xwediyê jiyanek bextewar e, ew di heman demê de mirovek dilpak (xwedîerdem-exlaqdar) e jî. 

Navê vê nêrîna exlaqî <Bextewarîperest- Eudaimonist> e. Ev nêrîna exlaqî di ramana serdema pêşîn de hatiye pejirandin. Sokrates bi vê rêbaza xwe re di felsefeya exlaqê de rêya vekolanên zanistî vekiriye. Lê dîsa jî dijwar e ku mirov bikaribe bibêje Sokrates felsefeyeka berfireh û bikitekit ya exlaqê afirandiye. Digel vê yekê helwesta wî ya aqilane (rasyonalîst) di dîroka felsefeyê de cîhekî girîng jêre peyda kiriye. Sokrates li ser hemçaxên xwe û nemaze li ser ramanên ciwanan bandoreka mezin hiştiye. Sedemê vê yekê jî jiyana wî sade û fîlozofî bû ku tu carê li pey îhtîrasên xwe nebeziyaye û her dem di nav lêgerîna heqîqetê de bûye… 

Di nav raman û tevgerên wî de lihevhatinek hebû û raman û tevgerên wî lihev dihatin. Ji ber ku bawerîya xwe bi zanayîyên vale û beradayî neanîbû û bawerî, irf û adetên civakê û pêşdarazîyan rexne kiribû, bi mirinê hatibû mehkûm kirin. Sokrates ji girtîgehê nereviyabû, vê yekê li xwe dananîbû û di dawîyê de hatibû kuştin. Bi jiyan û exlaqê xwe re û bi awayê xwe yê lêgerîna rastiyê, Sokrates di nav fîlozofan de bûye mînakek baş. 

Ali Gurdilî

[email protected] 


Nûkirina Dawî : 05 Nov 2013 9:10

Şirove

Ji bo vê nivîsê 0 şirove hatine kirin

Şirove bike

Ji şirovekirinêre girtiye.


WEŞANÊN FELSEFEVAN (02) / (PDF)