Taybetmendiyên Felsefeya Skolastîk

Taybetmendiyên Felsefeya Skolastîk

Taybetmendiyên Felsefeya Skolastîk| Ali Gurdilî 

Di ramana serdema navîn de yekîtiyek heye û ew riya ku raman têde dimeşe, yan jî rêbaz û armanca ku tê xwestin, yek e. Belam di ronesansê de (renaissanc), ev yekîtî xira bûye û êdî riya rastî û babetên ramanê jî ne yek e, pirr in. Felsefeya ronesansê jî, mîna felsefeya serdema seratayî li ser pirsgirêkên gerdûnî radiweste û ji bo çareserkirina pirsgirêkan, rê û rêbazên cûr bi cûr diceribîne. Ji bo vê hindê, di ronesansê de rêçên nû derketine holê û ev rêç, pirr texlîd in. Di nava van rêçan de, pêwendî carinan kêm û carinan jî xurt bûye. Beguman, bi tenê ji bo tiştekî tenê de di navbera wan de yekîtiyek çêbû ye ku ew yekîtî jî, dijbariya felsefeya skolsatîkê ye. Ev rêçên ku me qala wan kir, li ser dijberiya skolastîkê lihev hatine û ketine nav pevxebatekê.

Ê baş e, gelo felsefeya skolastîk û hêmanên wê çi bûn û çima ronesansê wiha bi awayekî pirr dijwar li hemberî skolastîkê rabûye û bandûra wê dijberiyê heta dema me jî tê bihistîn?

Lewra, îro jî dema ku peyva skolastîkê tê bihîstîn, ev peyv ji mirovan re xweş nayê. Wek tê zanîn, felsefeya skolastîkê felsefeyeka xwendandinê bû û ne lêger bû. Bi tenê, felsefeyeka dibistanê bû. Koka bêjeya skolastîkê, ji zimanê latînî tê û di wateya dibistanê <sckola> de ye. Wateya skolastîkê jî, ji <scholastîcus> pêwendiyekê dibistanî ye. Ew felsefeya ku di serdema/heyama navîn de dihate xwendandin, ew felsefeya skolastîkê bû, piştgirê dêrê û teolojiyê bû. Û mirovîdikare bibêje ku bi tenê, bi kêrê vê yekê dihat.

Felsefeya skolastîk, di pêşiya tevgera ronesansê de hêdî hêdî riziya ye û di dewra ronesansê de jî bi temamî hilweşiya ye. Armanca vê felsefeyê ew bû ku naguhorên filehtiyê û felsefeyê bi hevûdu re girê bide û wan wiha jî bikar bîne. Lewra, pisporên skolastîkê herdem xwestine ku dîtinên dêrê û yên felsefeyê bikin yek û bi vî awayî, herduyan di nav hevûdu de bihelînin.

Li Gorî Felsefeya Skolastîzmê

Zagona Xwedê <lex deî> û zagona aqil <lex natura> mîna hev in. Lê tê dîtin ku skolasîzm, tu carê ne gihêjtiye vê armanca xwe ya paşverû. Pirsgirêka di vê xalê de, pêwendiyên di navbera îman û felsefeyê de ye. Nêzîkê xilasbûna serdema navîn, dûrîtiya îman û felsefeyê zêdetir bûye û bi vê yekê re jî, baweriyên pisporên skolasîzmê sist bûne.

Thomasê Aquînoyî (1225-1274) ku fîlozofekî wê demê bû, wiha gotiye: ‘Di ol de, ramana xefiyên herî bilind hene û ev xefî, bi aqil nayên têgihiştin.’ Dawî, bi vê pêvajoyê re dijberiya îman û felsefeyê kûr dibe û piştra, felsefe digihêje serxwebûna xwe. Li hêla din jî ramanên nomînalîstan xwe dida der. Li gorî baweriya wan jî; heta hebûna Xwedê jî bi awayekî bêdro/misoger, nikaribû bihata peyitandin. Herweha nemirbûna/zindebariya giyan û di heft rojan de afirandina gerdûnê jî, ne dihatin pejirandin. Li gorî nomînalîstan ev bawerî, naguhor û wajbaweriyên filehtiyê û pêşniyarên mirovên olî ne.

Li gorî nêrînên nomînalîstan

Bawerî her çawa bin, pêwîst e wiha werin bawerkirin. Lewra, peyitandina wan vale ye. Lewra, du hêlên rastiyê hene û ne yek tenê. Rastiyek ji bo ol û îmanê dibe ku rast bê dîtin, lê ev rastî, dibe ku ji bo zanayiyê çewt û ne rast be. Di vê dilêrîna nomînalîstan de, zanayî û ol ji hevdu têne veqetandin û sînorên wan çêtir têne salixandin/destnîşankirin. Girîngiya nomînalîzmê ew e ku, zanayiyê xistiye riyaka rast û zanayiyê bi vê yekê re xwe baştir parastiye. Tevgera nomînalîzmê, nêzîkê xilasbûna serdema navîn cihê xwe yên taybet girtiye û piştra belav bûye. Bi saya vê yekê, di ronesansê de felsefe hêza gihêjtina serxwebûna xwe di xwe de dîtiye û ev bûyer, bûye gaveka mezin a pêşverû.

Xwiya ye ku felsefeya skolastîk, heta dema ronesansê sax û li ser xwe nema ye. Lewra, nomînalîzmê kulmên şidyayî li zikê skolastîkê daye û di dilê wê de, qulên mezin vekiriye. Dawî, bi saya hilpişkinên tevgera ronesansa ciwan û zînde, felsefeya skolastîkê hilweşiya ye. Di nava rexneyên ronesansê yên tûj de ku li skolasîzmê kiribûn, navê Arîsto jî dibore. Lewra, felsefeya skolastîkê bi awayekî şidyayî xwe li Arîsto girê dabû û jê feyz, distand. Ji ber vê yekê jî, dijrabûna skolastîkê, bivênevê dibû li dijrabûneka Arîstotelesî. Lewra dema ku peyva felsefeyê yan yên fîlozofan dihat bihîstin, skolasîzmê ji vê yekê fêhma Arîsto dikir. Herweha doxmeya filehtiyê, ji bo ku xurafeyên/wajbariyên xwe bi aqil ve girê bide ji roja ewil ve, pişta xwe dabû desthilatê mezin yê felsefeyê. Ango, Arîstotelesî.

Di nava wan desthilatan de Arîsto û Platon/Eflatûn navên sereke bûn. Di destpêkê de ev desthilat Platon bû, lê piştra di dewra geşbûna skolastîkê de rêzanê wan bû Arîstotelesî. Lê em tu carî nikarin bibêjin ku e wan, ji Arîsto û ji felsefeya wî bi awayekî rast fêhm kirine. Lewra e wan, felsefeya wî li gorî berjewendiyên xwe bikar anîne. Piştî ku felsefe û îman, yan skolastîk û zanayî bi hev dihisin; felsefeya skolastîk ji felsefeya Arîsto dûr dibe. Lê çawa bûye bûye, bi awayekî ew ji bo wajbawerî û xwendandina dêrê hatiye bikaranîn. Ji ber vê çendê, dema ku ronesans li hemberî skolastîkê radibû; ew dibû tevgereka dijberê Arîstotelesî.

Di tevgera ronesansê de, dijberiya Arîstotelesî ji vê niqteyê dihat û tevgera ronesansê dixwest ku zû bi zû ji vê bandûr û ketumetbûnên Arîstotelesî xwe rizgar bike. Ev dijberî, piştra hêdî hêdî cihê xwe ji lihevhatineke nû re dihêle.

Dawî, Arîstotelesî di nava gavên ronesansê yên pêşverû de tê bikar anîn. Di ronesansê de, daxwaza ji desthilatdaran rizgarbûn heye. Piştî vê rizgarbûnê, mirov êdî ne mîna organîzmeyekê mezin, belam mîna dinyayeke biçûk <microcosmos> têne dîtin. Microcosmos, li gorî xwe xwediyê wesfên cuda ye û şexs/îndîvîdum e. Netewe jî, êdî ne perçeyekê komeleya filehtiyê ya gerdûnî ne, ew her yek li gorî rewşa xwe, di riya sexşbûnê de dimeşin. <îndîvîdualîtas>

Di vê helwestê de, felsefe ji bo armancê ne di rêyek tenê de ye û ne cûrê zanayiyeke tenê ye. Lê li ser hemû pirsgirêkên ku bi ramanên mirovî ve dizeliqin, yan wê ramanê mijûl dikin, li ser wan pirsgirêkan radiweste. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan, çi rê û rêbazên hene, yên nas û nenas; ji aliyê tevgera ronesansê ve hatine ceribandin û bikar anîn. Hasilê, ronesansê ji nava dinyaya serdema navîn; ku sekinî, dadayî, statîk, ekalî û qemirî bû, dertê û dibe tevgereke pirreng û jîndar…

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

15.04.2014

Jêder…

1- Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê. Ali Gurdilî. Çap nebûye.

2- http://www.felsefevan.org/felsefeya-skolastik.html

Ger çavkaniya gotaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye…

Bersivekê binivîsin