Taybetmendiyên Felsefeya Dahûraniyê

Taybetmendiyên Felsefeya Dahûraniyê

Taybetmendiyên Felsefeya Dahûraniyê

Tevgera Felsefeya Dahûraniyê [Felsefeya Analîtîk, Felsefeya Dewiyaniyê]

piştî şerê cîhanê ê duyemîn, li Îngilîstan û Amerîqayê derketiye holê. Li gorî vê tevgera felsefî, pirsgirêk û karê felsefeyê ya resenî, dahûrandina zimên û têgehên ku di zimên dene, ye. Bi vê rêbazê re wisa bawer kirine ku, ew pirsgirêkên kevnoşopî yên felsefeyê; ku rê li tevlîheviya mejiyan vedikin, dê ji holê rabin. Damezraner û nûnerê herî mezin yê vê tevgerê, feylozof Ludwig Wittgensteinê Awistralyayî ye.

Ev tevgera/xwendegeha felsefî ku di salên 1945- 1960- an de derketiye holê, mirovî dikare bibêje ku berdewama tevgera ‘Pozîtivîzma Mantiqî’ ye, ku ji ramana Rastîparêzî/Realîzm û Piranîparêziyê/Pluralîzmê derketiye, û ku ji aliyê Bertrand Russelî û G. E. Moure ve hatibûn berfirehkirin.

Di vê tevgerê de ramana bingehîn, zimên e û wiha tê bawer kirin ku ev yek, mijara yekda ya felsefeyê ye. Di pozîtîvîzma Mantiqî de tê parastin ku felsefe bi xwe, tu zanayiyan neafirandî ye û feylozofên ku di dîroka felsefeyê de xwedî berhemên felsefî ne, bi pirsgirêkên ku ji aliyê zimên ve hatine afirandin re mijûl bûne.

Herweha bi dahûrandina avahiya zimanî re, dê felsefe bigihêje mijar û karê xwe yê resenî. Karê felsefeyê yê resenî jî ew e ku, wan pirsgirêkên qelp yên ku ji bikaranîna zimên ya ku ji derê qada rojane dertên, çareser bike….

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

01.04.2014

Jêder

1- Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê. Ali Gurdilî. Çap nebûye.

2- http://www.felsefevan.org/felsefeya-dahuraniye-felsefeya-analitik-felsefeya-dewiyaniye.html

Ger çavkaniya gotaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye.

Bersivekê binivîsin