Taybetmendîyên Ramana Ronesansê yên Bingehîn

Taybetmendîyên Ramana Ronesansê yên Bingehîn

Taybetmendîyên Ramana Ronesansê yên Bingehîn

Bi hilweşîna skolastîkê re taybetmendîyên wekî  ji nû ve destpêkirina pirsgirêka zanayîyê, li derveyê hemû zanayîyên derheqê xwezayê ku heta niha hatine pejirandin, bi rêbaza ezmûn û çavdêrîyê li vekolana xwezayê, xebata li ser rêbaza rast û dirist ya ku zanayîyên rast û dirist û rêya fikirîna rast dide mirovan, têgihiştina bi rêya navgînîya zanayîyê serwerîya xwezayê û hwd. wesfên sereke yên ramana Ronesansê ne. Bi vî awayî aqil û ezmûn, ketina dewsa îman û desthilatdarîyê. Mirovê Ronesansê ew mirov e ku hemû perdeyên di navbera xwe û xwezayê de hene rakiriye û bi çavekî nû li xwe û xwezayê mêze dike. Pêşveçûn û berfirehbûna mezin ya zanista matematîk û fizîkê, ji bo derketina holê ya awayê fikirîna bi rengî, bibû alîkar.

Ji bilî vê yekê, mirov dikare bibêje ku tevgera Ronesansê bala mirovan kişande ser berhemên mirovî yên berîya Serdema Navîn û rê li lêkolîn û pejirandina van berhemên çandî û zanistî vekir. Di vê navberê de mirovên Ronesansê li ser felsefe û zanista yewnan, bi awayekî taybet rawestiyan. Di ramana Ronesansê de mirov xwe ji dogmeyan, îman û desthilatdarîyan rizgar kirine û Ronesans qonaxeka bi vî rengî ye. Ji ber vê çendê jî Ronesans serdemeka wiha ye ku pêngaveka nû û dewlemendbûna ramana mirovî îfade dike. Bi saya Ronesansê mirov têgihiştine ku zanayî ne tene tiştekî teorîk e, mirov bi saya zanayîyê dikare bibe serwerê xwezayê û zanayîyê bi vî rengî jî, bikar anîne.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Bersivekê binivîsin