Taybetmendiyên Bingehîn Yên Ramana Ronesansê

Taybetmendiyên Bingehîn Yên Ramana Ronesansê

Taybetmendiyên Bingehîn Yên Ramana Ronesansê| Ali Gurdilî

Bi hilweşîna skolastîkê re taybetmendiyên wekî pirsgirêka hilberandina zanayiyê, pirsgirêka zanayiyên derheqê xwezayê de, bi rêbaza ezmûn û çavdêriyê  vekolana xwezayê, bi rêya zanayiyê serwerîya xwezayê û hwd. wesfên sereke yên ramana Ronesansê ne. Bi vî awayî aqil û ezmûn, ketina dewsa îman û desthilatdariyê. Mirovê Ronesansê ew mirov e ku hemû perdeyên di navbera xwe û xwezayê de hene rakiriye û bi çavekî nû, li xwe û xwezayê mêze dike. Pêşveçûn û berfirehbûna mezin ya zanistên matematîk û fizîkê, ji bo derketina holê ya awayê fikirîna nû bûye alîkar.  

Ji bilî vê yekê, mirovî dikare bibêje ku tevgera Ronesansê bala mirovan kişandiye ser berhemên mirovî yên beriya Serdema Navîn û rê li lêkolîn û pejirandina van berhemên çandî û zanistî vekiriye. Di vê navberê de mirovên Ronesansê, li ser felsefe û zanista yewnanî, bi awayekî taybetî rawestiya ne. Di ramana Ronesansê de mirovan xwe ji dogmeyan/hişkebaweriyan, îman û desthilatdariyan rizgar kirine û Ronesans, qonaxeka bi vî rengî ye. Ji ber vê çendê jî, Ronesans serdemeka wiha ye ku pêngaveka nû û dewlemendbûna ramana mirovî îfade dike. Bi saya Ronesansê, mirov êdî têgihiştine ku zanayî ne tene tiştekî teorîk e, mirovî bi saya zanayiyê dikare bibe serwerê xwezayê û di dawiyê de jî, zanayiyê bi rengekî wiha bikar anîne.

Wesfên Bingehîn Yên Felsefeya Ronesansê…

1- Di ronesansê de sîstema ramanê, bi tenê xwe dispêre xwe, mijar û gehînekên xwe jî, bi serê xwe hildibijêre.

2- Di cîhana kevin de yekîtiyek hebû, lê di ronesansê de pirranî heye.

3- Li hemberî zagonan, şexsiyeta mirova xurttir bûye û ev şexsiyet, ji aliyê civakê ve hatiye dîtin û mirov, çêtir bûne mirov.

4- Bi alikariya hestên neteweyî, dewletên neteweyî hatine damezrandin û hestên neteweyî xwe di warê felsefeyê de jî, xwe da der.

5- Wek tê zanîn; berê ronesansê zimanê serwer latînî bû. Lê piştî ronesansê, hêdî hedî zimanê neteweyî hatin bikar anîn.

6- Di heyama navîn de; ramanwer yan nivîskarên mezin û binavûdeng, mirovên olî bûn. Lê ronesansê ev tişt jî guhêrt. Di ronesansê de, ev mirov alim û pispor in. Ango, şexs in, şexsiyet bi xwe ne.

7- Di heyama navîn de, bersiv gîşk amade bûn. Lê di ronesansê de, bersivên amade tune nin, rastî jî ne yek e, pirr in.

8- Lêgerîna rastiyê û ev hewil, piştra riya keşfan vedike.

9- Di heyama navîn de, rolê mirov û cihê wî li qata Xwedê diyarkirî bû. Lê bi saya humanîzmê re; ku rêçeka ronesansê ye, nêrînên mirovan berfireh bûn û çandeyekê nû yeke laîq derkete hola civakî.

10- Ronesans, tevgereke lixwegerîn e. Bi saya vê şoreşê, qata zanînê bilind bû û pîvanên zanyariyê hatin damezrandin.

11- Di ronesansê de, rola dêrê jî hate guhêrtin. Dêr, ji tewşiyan hate rizgarkirin û destê dêrê, ji doliwgeriya dewletê hat qut kirin. Bi vî awayî, dêr carekê din veqişiya ser karûbarên xwe yên berê, yên olî.

12- Bi ronesansê re zanayî û ramanên cur bi cur, di serada aqil de hatin derbaskirin û pozîtîvîzm derkete holê.

13- Bi ronesansê re; dinya êdî li gorî pîvan û dîtinên dinyayê hatin dîtin û momenta vê xalê jî, bû însan.

14- Ronesans her çiqas pêşengê modernîzmê be jî, dîsa jî mîratxwarê heyama navîn e.

15- Dilêrîna heyama navîn, <Ummet> bû, lê dilêrîna ronesansê, şexs e û ev dilêrîn ferdî ye.

16- Di bawerî û rewiştê (exlaqê) de, serbestiyek heye û li hemberî dêra qataolîk, dêra protestanan hate damezrandin.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

27.04.2014

Jêder…

1- Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê. Ali Gurdilî. Çap nebûye.

2- http://www.felsefevan.org/wesfen-felsefeya-ronesanse.html

Ger çavkaniya gotaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye…

Bersivekê binivîsin