Sosyolog İsmail Beşikçi: Kurd Dixwazin Ku Bijîn!

Sosyolog İsmail Beşikçi: Kurd Dixwazin Ku Bijîn!

Li gor nêrîna mamoste Beşikçî; ‘xwepêçana mar’ ya kurdan, nîşaneka jiyanê ye…

Çend in sal derbas bûn ku min mamoste ne dîtiye. Di îlona 1998- ê de hatibû berdan. Şeş (6) sal in ku xeber nade. Mamosteyê ku di her dewrê de dinivîsand û sekna xwe bi derbirînên zelal pêşkêşê civakê dikir; niha, wek derwêşên zemanê berê vekişiyabû înziwayê.

Ji aliyê zanyarekî ve wek seknekî pejirandina înziwayê, tiştekî çawa bû gelo?

Gelek pirsên bi vî rengî di mejiyê min de diçûn û dihatin û ez di ruhiyeteka wiha de ji derî derbasê hindirû bûm. Di cih de, e wî min naskir. Bi wê kena xwe ya şêrîn, aram û germ, pêşwazî li min kir. Bi hesreta salan me hevdu hembêz kir…

Piştî gotûbêjeke kurt, axaftina me di herka xwe ya xwezayî de berdewam kir. Bi navê GABAN romanekî xwendiye; ewilî, behsa vê romanê kir. Ev roman ji layê grubeke ku, li Dêrsimê çekdar in hatiye nivîsandin. Beriya derketina çiyê, hatine Stenbolê. Dema ku li kolan û kuçeyên Stenbolê digerin, rastê navên biyanî yên ku di tabelayên bajêr de ne tên û têdigihêjinê ku, welatê wan hatiye vegirtin.

Piştî vê têgihiştinê, macereya wan ya derketina çiyê dest pê dike. Heta vê derê, her tişt normal dixweyî. Lê di vê xalê de mamoste wiha dibêje: “Çî têgihiştineka çelexwarî ya emperyalîzm û çepîtiyê ye, newsa? Li Dêrsimê hemû nîrxên wan yên ku bi wan re têkildar in ji holê rabûne, ne xema wan e… Meraq nake û nabêje ka çima navê min danîne Kemal, ez çima bi kurdî nizanim û nikarim bixwînim, sedema van meraq nake. Ji ber ku navên îngilîzkî dîtiye, gotiye welatê min hatiye vegirtin û derketiye çiyê. Ev yek, nêzîkayîtêdaneke pir çelexwarî ye. Ji dîroka xwe, axa xwe, kultura xwe û zimanê xwe dûr e û di nav biyanîbûneke kûr de ye. Niha di vir de bîrdoziya (îdeolojiya) çep, dibe navgîna vê biyanîbûnê. Birdozî ev e, tewişandin e.”

Di vir de pirsa; “Gelo ma ne pêwîst e ku, mirov çepîtî û cure bîrdozîyeka wiha ji hev veqetîne?” tê aqilê mirov û ji xwe mamoste jî dibêje:

“Belê, pêwîst e.” û wiha jî didomîne: “Beriya têkoşîna gerîla, kurd mîna van Dêrsimiyan bûn. Dixwestin ku baş fêrî tirkî bibin. Nirxandina wan ya emperyalîzm û sosyalîzmê jî, bi vî rengî bû. Di 68- an de gelê kurd, vê yekê dijîya. Vê nêzîkayîtêdanê, dewletê tehdît nedikir û ev yek, serkeftineka dewletê bû. Tevgera gerîla, bandorê li vê pêvajoyê kir.”

Beriya her tiştî, divê tu bixwazî…

Gotûbêja me ya li ser têkoşîna gelê kurd a rewşa îroyîn, berdewam dike û mamoste bi destnîşankirineka xwe ya balkêş, gotûbêja me didomîne: “Ka em li çeçen û fîlîstîniyan binêrin. Ew dibêjin “welatê me” û “em dixwazin ku, welatê xwe em îdare bikin.” Dilêrîneka bi axê ve girêdayî heye û vê yekê bi pêşve dibin. Ji xwe, bi awayekî din çênabe û ne gengaz e ku mirov bi awayekî din, encameke mayende biafirîne. PKKê di 78- an de, mîna çeçen û fîlîstîniyan dest bi têkoşînê kir. 84, berdewama vê xetê ye. Lê niha, ji vê yekê dûr e.”

Û di pirsa; “Ji bilî vê yekê, gelo çî dikaribû bihata kirin? ” de jî wiha dibêje: “Tirkiyebûn, di wateya têgehek raser de tê bikar anîn. Ê baş e, ma tirk xwe wek têgehekê binî (jêr) qebûl dikin? Na, qebûl nakin. Dibêjin “Tirkiyeyîbûn.”

Çî hewcedarî bi vê yekê heye? Baş e, tu jî wek partiyeka siyasî di qada siyasetê de cihê xwe bigre. Tu ê mafên xwe biparêzî. Hinek tiştan bixwazî. Lê divê tu van tiştan, bi teqezî bixwazî. Niha, ev yek nayê kirin. Di çerçoweya lihevhatina pêvajoya YE (AB) de, di qenaleka televîzyonê de, di heftiyekî de rojê nîv seetî bernameyan çêdikin.

Ew jî, ji xwe ger tu ji 16 salan mezintir bî, ancax wê demê tu dikarî tevlî van bernameyan bibî. Ev ne çareserkirin e. Fedarasyoneka ku bingeha xwe ji axê digre, dikare pêk were; an jî, tiştekî mîna wê. Li Başûr, ev yek pêk tê. Pêwîst e tu jî li paş nemînî. Pêwîst e tu jî hinek tiştan bixwazî.”

Kurdan avêtin okyanosê…

Dema ku gotin hat ser babeta Başûr, mamoste nêrînên xwe yên li ser vê babetê, wiha şirove kir: Derdê Amerîkayê, petrol e. Ji bo vê armancê jî, Îrakê vegirt.

“Ji salên 1920- an ve hêzên mezin, kurdan diavêjin okyanosê. Fransayê û nemaze, Îngîlîstanê jî wiha kir. Sovyeta Stalîn jî, ji vê xetê derbas nebû. Hege mirov rastiyê bibêje, e wan, sazûmana kemalîst hilbijart. Kurd ji bo ku di avê de nexeniqin, dixwazin derkevin keviya avê. Amerîka marek e. Kurdên Başûr, ji bo ku nexeniqin xwe li mar dipêçin.

Ya rast ew e ku, Amerîka ji vê yekê aciz e û wê di firsendeka herî nêzîk de, wê kurdan ji pişta xwe biavêje. Lê pêwendiya kurdan û Amerîkayê, ev e. Ev yek, ne pêwendiyeke basîd e û pêwîst e wiha neyête nîrxandin. Kurd dixwazin, ku sax bimînin û bijîn. “Xwelimarpêçana kurdan,” nîşaneke jiyanê ye, dînamîzmeka jiyanê ye. Pêwîst e wiha were nirxandin.”

Gotûbêja me ji Başûr, ber bi Bakûr ve diçe. Mamoste wiha didomîne: “Li Bakûr, dev ji xwepêçanê berdin; mar nahêle ku, kurd xwe pê bigirin jî. Ev encam, bi çalakbûna siyaseta dewletê ve girêdayî ye. Saziyên feodal yên li Bakûr, ji aliyê dewletê ve bi zanetî hatine parastin.

Di sala 1994- an de ku ev sal, destpêka damezrandina saziya cerdevaniyê bû; di dema serdana axayan ya Demirelî û Agarî de, li ser pirsa; “Gelo, hûn tiştekî naxwazin?” ya Dogu Ergilî, axayan du tişt xwestin: “Ji bo jiholêrakirina terorîstan piştgirî û çek.”

Ji bo dewletê, ew mirovên biqedr bûn. Piştî du salan şaredarên ku ji layê gel ve hatibûn hilbijartin, bi armanca vegotina derdên xwe çûbûne Enqerayê. Ecewîtê ku ji feodalîzmê gazinan dikir, wan qebûl nekir û wan wek “şaxên terorê” bi nav kir.Tiştê ku ez dixwazim bibêjim ev e:Feodalîzmê hûn li ser pîyan dihêlin. Hûn wan nûnerên ku, ji layê gel ve hatine hilbijartin qebûl nakin. ”

Divê, kurd rexne bikin…

“Mar, tu carê rê nade kurdên Bakûr. Hem zordestî û hem jî, înkar didome û di vê navberê de, pêvajoya YE (AB) jî didome. Pêwîst e, kurd rexne bikin, bixwazin. Hege ew îro rastê hindek tiştên din yên dijwar nayêtin, ev yek; qasê ku bi konjoktureka taybet ya dîrokî ve girêdayî ye; hewqas jî, girêdayê 200 milyar deynên dewletê, yên hindirû û derve ye. Pêwîst e, li salên 1920- an baş werin vekolandin. Bo paşerojê, (raberdûyê) tespîtên rast pêwîst in.

Di destpêkê de Fransa û Îngîlîstan û niha jî Amerîka, bi heman hêzan re heman rolan dilîze. Kurd, divê bixwazin, rexneyan bikin. Lê ew, vê yekê bi mafên Ocalan sînor dikin. Helbet ev yek jî divê. Lê ne bes e. Qet ne bes e. Ne karê wan e, ku destê xwe dirêjê dewleta tirk bikin û bibêjin “Ger tu destê xwe bidî me, wê tu ê li Rohilata navîn û Asyayê, bibî hêzeka mezin.”

Ev yek, wan difelişîne û mercên rizînê diafirîne.”

Kurd, gelekî bûn feqîr…

Mamoste dibêje: “Kurd, gelekî bûn feqîr.” û axaftina xwe didomîne: “Ji xwe feqîr bûn. Lê ev yek, qeteka din zêde bû. Wiha kirin ku bi milyonan kurd, ji bêgaviyê koçê metropolan kirin. Armanca dewletê di vir de, asîmîlasyon bû.

Ozalî digot: “Ger em, 500 hezarên kurdan ji çiya bînin xwarê, wê mesele safî bibe. 2 milyonên wan hatin xwar, lê mesele safî nebû. Kurd birçî ne, kurd perîşan in. Heçku li gundê wan, hemû tiştê wan jî hebû. Pezê wan, zêviyê wan, mêrga wan…Baş xirab, dikaribûn jiyana xwe bidomînin. Lê îro, nikarin jiyana xwe bidomînin. Feqîrtî bi koçkirinê ve ji nêzîk ve girêdayî ye.

Lê bi sosyalîzma ekolojîk jî, çênabe. Di malekî de, çar (4) malbat dijîn. Bist (20) mirov, di odeyekî de radizên. Helbet, qulbûna tebeqeya ozonê jî girîng e. Lê kurd birçî ne, feqîr in û li ber xwe didin da ku li jiyanê bimînin. Pêwîst e, ewilî ev pirsgirêk were çareserkirin. PKK guhê xwe nade vê yekê û vê yekê diavêje pişt guhê xwe. Tiştekî bi vî rengî, naxwaze.”Ji bo pêvajoya berdana Leyla Zana û hevalên wê jî, wiha dibêje: Dewletê wan berda, da ku bikaribe tarîxa beşdarbûnê ji wan bistîne. Ji xwe wê piştî heşt (8) mehan, bihatana berdan. Ew rika ku YE (AB) di wan rojên dawî de nîşandabû jî, ne watedar bû. Mademku ev mesele ji bo wan hevqas girîng bû; çima beriya heşt (8) salan, vê yekê ne xwestin? Leyla, Hatîp û yên din, hindek tiştên ku, di civakê de deng veda gotin. Lê tiştekî nû tune û ji dema berê jî, li paştir in.”

Pirsyarîkirina sazûmana darbeyan…

Di dema gotûbêja me de min xwest ez ramanên wî yên derheqê sazûmana (rejîma) darbeyan, xwe bi cîhkirina wê ya li herêmê, şer û 78- î yan de jî hîn bibim. Qet aciz nabe û bi wê xweşdîtina xwe ya her gav, bersiva min wiha dide:

‘Salên 1970- an, pir girîng in. Çimkî, wê demê bizava civakî hebû. Girseyên mezin, her dem di bizavê de bûn. Zordestiya dewletê jî, gelekî dijwarbû. Em bi Celalettîn re beriya çar (4) salan, li ser vê yekê axivîbûn. E wî digot; “ bi rêya pirsyarîkirina 12 îlonê, pirsyarîkirina dewrekî û dadgehkirina wê, gelekî girîng e.’

Ez niha lê mêze dikim ku, sazîbûna nifşa 78- î yan di hişmendiya mirovan de berbiçûneka xurt afirandiye. Ev tiştekî girîng û gelekî baş e. Mirov bi awayekî sosyolojîkî, dibin aîdê tiştekî, an jî xwe wiha hîs dikin. Ev hesteka hevpar e. Tiştekî xweşik e ku ev yek; yeko yeko ne aîdê şexsan, lê ku aîdê nifşekî ye. Mirov, xwe aîdê 78- ê dibînin.

Ez li dîroka salên 60- î û 70- î dinihêrim. Li xwestek û xebatên ciwanan dinihêrim. Ez dibînim ku, di navbera 68 û 78 ê de ferqek mezin heye. Ji hêla çînî ve 68- î, zarokên nêzîkê burokrasiyê bûn.”

78- î, zarokên gel bûn…

“Digotin bavê filankes, serkarê (midurê) filan banqeyê ye û hwd. Dema ku em li 78- î yan dinihêrin; em dibînin ku, ew rasterast zarokên gel in. Ji taxên şevnişînê (gecekondu) dihatin. Rasterast, têkiliya wan bi sosyalîzmê hebû. Li Tirkiyeyê sosyalîzm, cara yekemîn di salên 1970- î de bû bûyerek.

78- î yan, bedela vê yekê giran dan û ku ne hewceye mirov, wan bi 68- î yan re rûbirû jî bike. Ji bo kurdan, rastgirên Ocaxên Mengî bûne pirsgirêkên mezin. Ev ocaxên navborî, di salên 1980- î de wek tîmên taybet derketin pêşiya kurdan.”

Pirsyarîkirina 78- î yan ya milîtarîzmê, girîng e…

Milîtarîzmê hemû hêza xwe, bi taybetî berdaye ser kurdan. Pêwîst e, hemû sedemên wê zilm û zora ku ji aliyê milîtarîzmê ve li kurdan hatiye kirin û sedemên vê şera ku zêdetirê panzdeh (15) sal in ku didome, bi her awayî derkeve holê.Gundên kurdan hatin şewitandin, wan bi darê zorê dane koçkirin, xwestin ku wan di bin ambargoya xurekê de terbiye bikin…

Înfazên bêdadgeh û windabûnên di dema binçavkirinê de, gihiştin hezar an. Divê ev hemû, derkevin holê û nema werin veşartin. Hege ev yek pêk neyête, ew utopyaya civakî; a ku wê di bingeheke aştiyane de bi pêşve biçe, wê ji xewnekî pêve ne tu tişt be.”

Em gelekî spasiya mamoste dikin û bi hêviya hevdîtineke din, xatirê xwe jê dixwazin…

Hevpeyîvîn: Nimet Tanrikulu

Ji weqfa 78- î yan.

Çavkanî: Kovara Tukenmez/ 78- î. Hejmar: 4

Werger: Ali Gurdilî

info@felsefevan.com

Beyî nîşandana çavkaniya malperê, wergirtina nivîsaran qedexe ye…

Bersivekê binivîsin