Sokrates

Sokrates

‘Karên (şolên) ku alikariya jiyaneke bêazar dikin û xweş in, ew spehî ne. Hemû karên spehî jî baş û bisûd in. Ji ber ku wiha ye, baş xizmeta armanceka kifş dike. Tu kes bi hemdê xwe yan bi dilê xwe, naxwaze ku a xirab e, bike. Lewra, ne li gorî xwezaya mirovî ye ku yên xirab ji yên baş raser bibîne. Ji başiyê cudakirina xirabiyê ya mirov jî, nîşana zanyarî û xwedîerdemiya mirovî ye. Ji xwe, zanayî erdem e û xwedîerdemî jî, zanyarî ye. Ew mirovê ku zanayiyê û riya zanistê bişopîne, dê ew mirov baş û bextewar be. Herweha, yên ku Eudamoniayê jî diafirîne, dilpakîtî (xwedîerdemtî) ye.

Li wê dera ku rêkûpêkî û guncanî heye, li wê derê baş dertê pêşiya mirovan. Lê li wê dera ku tevlîhevî heye, li wê derê jî xirab dertê pêşiya mirovan. Yên ku tiştekê dike baş, rêkûpêkî ye. Heman rewş, ji bo giyana mirovî jî, wiha ye. Giyana mirovî çiqasê bi guncan be, wê mirov jî hewqas bextewar bibe. Mirov, bi bikaranîna aqlê xwe, digihêje guncaniya giyana xwe. Ew <baş> a ku ji zanyariyê tê, mirov bi wê digihêje bextewariyê.’

(Sokrates)
(Çavkanî: Antolojiya Feylesofan – Ali Gurdilî)

Bersivekê binivîsin