Sokrates

Sokrates

Berî Zayînê di sala 469- an de li Atînayê hatiye dinyayê. Kurê Sophronîsê peykertraş e û navê diya wî, Phaînet e. Sokrates, di destpêkê de diçe kargeha bavê xwe û li wir kar dike. Ji aliyekê ve jî, zanayiyên dema xwe fêr dibe. Sokrates jî, mîna Sofîstan li ser pirsgirêkên pratîk yên jiyanê rawestiya ye. Belam, piştra bi ramanên xwe dibe dijberê Sofîstan û li hemberî wan radibe. Lewra, Sofîst UTÎLÎTARÎST bûn û bi tenê ji bo berjewendiyên xwe xebatên xwe yên felsefî  didomandin.

Sokrates; Berî Zayînê di sala 399- an de, di meheka gulanê de, di heftê  (7O) saliya xwe de, ji ber ramanên xwe yên felsefî û civakî, cezayê îdamê sitand û bi jehrê hat kuştin. Ev fîlozofê hemû zemanan, wek tê zanîn; bi destê xwe berhemên xwe ne nivsandiye, lê em felsefeya wî ji şagirtên wî Platon û Ksenofanes fêr dibin.

Ji Gotinên Sokrates 

1- Bi xwe bizanibe, xwe binase!.

2- Erdem, zanayî ye.

3– Erdem, navgîna armanca bextewariyê ye.

4– Xwedê wezîfeyek daye min, da ku ez xwe û mirovan binasim û li ser wan lêkolînan bikim. Ev wezîfeyekê fîlozofîk e û ku ez dev ji vê wezîfeyê berdim û ji hola şer birevim, ev şermeka mezin e. Tirsa mirinê ne zanistî ye û tu kes nizane, gelo mirin baş yan xirab e?

5– Ew wêrekiya ku me navê erdemê lê kiriye, ne lehengiyeke vale ye û mirov bi alîkariya erdemê dikare fêr bibe; gelo çî baş, çî xirab e. Erdem, ji bilî vê zanayiyê ne tu tişt e.

6- Wêrekiya rasteqîn di pêvajoyekê dirêj de li ser tirs û mebestên tirsê, li ser tiştên xeternak û çareserkirina wan; hesapkirin, kişandin, pîvan û dirûn e.

7- Jiyanekê bêlêpirsîn, ne hêjaye vejiyînê.

8- Edalet, pêkanîna karê mirov e. Ji bo pêkanîna edaletê jî, divê mirov karekî amizger pêk bîne û mafê hemû mirovan, bêkêmasî bide wan. Hege mirov bi xwe nizanibe, an xwe nasneke; ango biyaniyê xwe be, gelo wê ew mirov çawa bizanibe ku kîjan kar ji bo wî baş e? Wê çawa karê xwe bêkêmasî pêk bîne? Mirovek heta ku negihêje zanayiya giştî, wê çawa mafê wanên din bide wan? Û wê çawa li ser koma edaleta giştî, tevînekekê (lêzêdekirinekê) lê zêde bike?.

9- Ji bo mirovekê xebata herî girîng ew e ku, li giyana xwe miqate be.

10- Mirovên ku jiyaneka bêlêpirsîn didomînin, jiyana wan ne di destê wan de ye û venêrîna (kontrola) wan jî, ji derve ye.

11- Mirovê ku li ser jiyana xwe nefikire, ew mirov jiyaneka beradayî û mixab didomîne.

12– Erf û adatên civakê çawa bin, mirov jî wan wiha dihebînin û dipejirînin. Ew biraha/atmosfera ku ew tê de ne; tiştên xirab, rast û çewt, bi wan dide fêrkirin.Ango, ji bo jiyeneka exlaqî, ramanên curbicur vediguhêzîne wan.

13- Dîsa ev biraha civakî, ramanên olî ku têkiliya wan bi exlaqê re heye diafirîne û di vê navberê de jî, gehînekên şexsî disalixîne.

14- Mirov, li gorî civaka ku endamê wê ne û li gorî wê çanda ku pê girêdayî ne dijîn. Jiyanekê wiha, jiyanekê bêlêpirsîn e.

16– Mirovên ku bi nasnameya xwe ya civakî li gorî civakê dijîn, ew nikarin li jiyana xwe ya ruhî, baş miqate bibin.

17- Divê mirov li jiyana xwe baş miqate be û bi dîqet, lê xwedî derkeve. Lewra ev tişt, têgihiştinekê mirovî ye. Bi vê têgihiştinê re mirov dizane ku, wateya mirov çi ye û xwezaya çî temam dike an jî, pêk tîne.

18- Vejiyîn, hunerek e.

19- Tiştekî ku bi temamî xirab e an ku baş e, tune.

20- Tiştekî ku ez pê dizanim ew e ku ez bi tiştekî nizanim.

21- Destpêka aqil, nasandina hevoka ye.

22– Yên ku li dewlemendiyê digerin û li pey zewq, şan û şerefê dibezin; ji bîr dikin ku ew jî xwediyê hêleka ruhî ne. Beyî bizanibin ew hêza ku wan tevdigerîne çiye û beyî ku gehînekên xwe yên şexsî guftegoy bikin; wek herkesî ew jî jiyana xwe didomînin.

23- Mirov beyî ku li ser kevneşopên civakî bifikirin, bi zordestiya civakî li pey micêza laşê xwe dixiriqin.

24- Evîn, bi navcîtiya delaliyê, daxwaza pirbûnê ye.

25- Xortên  ji çînên dewlemend ji ber ku ne xwediyê tu karî ne, xwe bi gotinên min mijûl dikin. Ev gotinên min ku rûyên mirovan yên veşartî derdixe holê û ev xortên navborî, hewl didin da ku ew jî karê min bidomînin. Bi vê helwesta xwe re hejmara dijminên min zêde dikin. Lewra, ji ber ku ew bi tiştekî nizanin, ji gotina nezaniya kurêmirov, qet heznakin.

26- Di  jiyana mirovan de bextiyarî, di zanayî û têgihiştina rast de veşartî ye. Lewra, hege mirovek xwezaya xwe û neqşên/motîvên ku wî dilivînin baş binase, wê çêtir tevgerên biaqil û zana nîşan bide û wê çêtir bigihêje armanca xwe ya bextewariyê.

27- Yên baş diqedînin, ew gelekî nêzîkê Xwedê ne.

28– Bi çî awayî be bila be, bizewicin. Heke jina we baş derkeve, jixwe hûnê bextewar bijîn. Na hege xirab derkeve, wê hûnê bibin fîlozof.

29- Dostanî, wek yek rihekî ye ku di du laşan de dijî û wek laşekî ye ku di du rihan de dijî.

30-  Ji ber ez dizanim ez bi tiştekî nizanim, ez ji mirovên din bi aqiltir im. Em çiqasê zana bin, wê emê hewçend azad bijîn. Hêşînahî, kêmasiyên axê, zimanê şêrîn jî kêmasiyên mirovî diveşêre.

31-  Li dinyayê, mirov dikare bihayê hemû tiştî bipîve. Belam, mirov nikare bihayê berhemekê mamosteyekî bipîve. Berhema wî, hemû tişt e û hem jî, ne tu tişt e.

32-  Pêdiviyên dadgerekî ev in: Bi niyeteke baş guhdarkirin, bersiveka aqilane, li ser hişê xwe fikirîn û biryardayînek alînegir.                                                                                  

33– Zilamê bêşol, jixwe vale rûdinê. Ew zilamê ku ne li gorî zîrekî û hunera xwe were şuxulandin, ew jî vale rûdine.

34- Xawêna/fazîleta dadger, dîtina rastiyê ye û xawêna gotebêjan jî, vegotina rastiyan e.

35– Rastî, her dem bi pêş ve vedizile.

36- Roja ku mirov nekene, divê mirov wê rojê li lênûsa xwe ya jiyanê nenivîsîne.

37- Miroveke xwedînamus, nikare demekê dirêj di siyasetê de bihewe.

38– Tu kes bi zanebûn gunehan nake. Ji vê yekê jî, ji bo ku mirov bêkêmasî bibin xwedîerdem, pêdivî bi tenê bi zanayiyê heye.

39- Bi alîkariya pirsan, ez zanayiyên mirovan derdixim holê û ji ber vê yekê jî, ez dişibim pîrikan.

40- Mirov nikare zanayiyan fêrî tu kesî bike, lê mirov dikare bîne bîra wan.

41– Fîlozof, heta ku ji dest tê ji laşê xwe direvin û dixwazin ku vegerin giyana xwe.

42– Fîlozof, ji bo dabeşkirina laş û giyanê dixebite.

43- Wextê çûyîna min hat û bihorî jî. Rêwing, divê di riya xwe de bin. Ez diçim mirinê, lê hûn li jiyanê ne. Xwedê dizane ka kîjan baş e. Lê hege mirov bibêje, gelî mirovan, bisekinin û li benda bangawaziya Xwedê bin; çawa dora min hat wê dora we jî were. Heta wê demê jî, jiyana xwe bidomînin. Ev gotin, gotinek aqilane û di cîh de ye.

Di Ramanên Sokrates De Têgeha ‘Baş 

Sokrates, li hemberî vê îzafiyeta ku ji aliyê Sofîstên hemdemên wî ve hatibû afirandin, radiweste û wisa bawer dike ku, ji bo pirsgirêkên jiyana mirov; bi helwdaneke kûr û rasteqîn, mirov dikare xwe bigihîne rastiyeka tevayî. Sokrates, wekeheviya (zanava) erdem û zanayiyê diparêze, desthilatiya ol û kevneşopan datîne aliyekî û hêjahiya aqil û ramanê, bilind dike. Ew bi awayekî xurt, baweriya xwe bi hebûna rêzikekî tîne.   

Li gorî felsefeya wî: Hemû erdem, ji zanayiyê têtin. Zanayî (Episteme) mirovan digêjîne tevgera rast û nezanî jî, dibe sedemê tevgerên çewt. Ji ber vê sedemê çavkaniya tevgerên me yên exlaqî, dibe zanayî. Li gorî Sokrates, naveroka vê zanayiyê jî, baş e û ew mirovên ku dizanin baş û rast çiye, ew mirovên xwedîerdem in. Sokrates, têgehên baş, spehî û sûdmendê (bisûd) bi awayekî hemwate bikar tîne. Di sedsala 18- ê de jî, em rastê hevratiya baş û spehiyê dibin.  

Li gor nêrîna Sokrates:  Ew karên (şolên) ku alikariya jiyaneka bêazar dikin û xweş in; ew spehî ne. Hemû karên spehî jî; baş û bi sûd in. Ji ber ku wiha ye, baş xizmeta armanceka kifş dike. Tu kes, bi hemdê xwe an bi dilê xwe; naxwaze ku yên xirab e, bike. Lewra, ne li gorî xwezaya mirov e ku, yên xirab ji yên baş raser bibîne. Ji başiyê veqetandina xirabiyê ya mirov jî, nîşana zanyarî û xwedîerdemiya mirov e. Ji xwe, zanayî erdem e û xwedîerdemî jî, zanyarî ye. 

Ew mirovê ku zanayiyê û riya zanistê bişopîne; wê ew mirov baş û bextewar be. Herweha, yên ku Eudamoniayê jî diafirîne, dilpakîtî (xwedîerdemtî) ye.

Sokrates dibêje ku: “Li wê dera ku rêkûpêkî û guncanî heye, li wê derê baş dertê pêşiya mirov. Lê, li wê dera ku tevlîhevî heye; li wê derê jî xirab dertê pêşiya mirov. Yên ku tiştekî dike baş, rêkûpêkiya wê ye. Heman rewş, ji bo giyana mirov jî wiha ye. Giyana mirov, çiqasê bi guncan be; wê mirov jî hewqas bextewar bibe. Mirov, bi bikar anîna aqlê xwe, digihêje guncaniya giyana xwe. Ew “baş” a ku ji zanyariyê tê, mirov bi wê digihêje bextewariyê.” 

Ji ber ku wiha ye, ew dilpakiya (erdemî) ku ji zanayiyê tê (exlaqdarî) û bextewarî, heman tişt in. Sokrates, li ser dilpakî, zanyarî û bextewariyê, ramanên gelemper pêşniyar dike. Lê tu carê, danesîneka wan a teqez (ferzîne, mitleq) nade. Yên hewl dide ku yekemîn car wan bide nasandin, bêguman şagirdê wî Platon e.

Di ramanên Sokrates de Şikparêzî

Fîlozofê sereke ê ku şikê (gumanê) wek helwestekî bikar anîye, Sokrates e. Wek tê zanîn Sokrates mamosteyê Platon (Eflatûn) e û axlebî li ser babetên exlaqê rawestiya ye. Lê ji ber ku exlaqdarîyê (sincdarî, rewiştdarî) bi erdemê ve û erdemdarîyê jî bi zanayîyê ve girêdaye, ji hêla felsefeya zanayîyê ve fîlozofekî girîng e. Berhêmên Sokrates nê gihêjtine heta roja me.

Lê em dizanin ku wî nedivîsand. Ew zêdetir bi diyalogên xwe tê naskirin û bi vê yekê jî navdar e. Li kuçe û kolanên Atînayê digerîya û bi giregirên bajêr re li ser erdem, zanayî, wêrekî û li ser babatên exlaqî dikete guftegoyan.

Ramanên wî ên derheqê van babetan de di Dîyalogên Platon de cîh girtine û bi vî awayî gihêjtine heta roja me. Sokrates di nav Sofîstan de mezin bûye û perwerdeya xwe ya felsefî ji wan sitandiye. Wek tê zanîn Sofîstan wiha diparast ku zanayî ne gengaz e, lê Sokrates hewl dida xwe ku di babeta fêhmkirina mirov de, xwe bigihêjîne spartekek tevayî (tumel).

Li gor nêrîna Sofîstan mirov, pîvana hemû tiştî bû. Sokrates jî di rêyeka ku dişibe ya Sofîstan de dimeşe û wiha bawer dike ku derheqê xweza, heyîn û matematîkê de mirov nikare bi tu tiştî bizanibe. Di dawîyê de di vê babetê de dev ji xebatên xwe berdide.

Sokrates dibêje: “Ez bi yek tiştekî tenê dizanim, ew jî ew e ku ez bi tu tiştî nizanim.” û vê pêşnîyarê ji xwe re wek bingeh hildibijêre. Ev pêşnîyar di naveroka xwe de hem îronîyê û hem jî şikê (gumanê) dihewîne.

Bi awayê diyologên xwe bi girêgirên Atînayê ên ku digotin em xwedîyê zanayîyê ne, dide zanîn ku di rastiyê de ew bi tu tiştî nizanin.

Bi rêya vê rêbazê, nezanîya yên li hemberê xwe nîşan daye û xwestiye ku bibêje ez hê bi tiştekî nizanim. Ji ber vê çendê jî mirov dikare bibêje ku Soktates di derheqê xweza, gerdûn û heyînê de wiha bawer dike ku mirov nikare xwe bigihêjîne zanayîyê. Herweha wiha parastiye ku mirov dikare ya xwe bike babeta zanînê û derbasê asteka bilind ya exlaqê bibe.

Lê li hêla din jî em dizanin ku Soktates gotiye ku mirov nikare tiştekî fêrî mirovan bike, mirov dikare ancax tiştên ku ew zanin bînê hişê (bîra) wan. Ango, gotiye ku mirov ji zayîna xwe ve xwedîyê zanayîyê ne. Bi vê hewlwesta xwe re jî, di hindek babetan de wek ‘Rasyonalîstekî Dogmatîk’ hatiye bi nav kirin. Di hêman demê de wek hîmdarê rêbaza Mayotîkê (Danwelidandin) jî tê zanîn, ku ev rêbaz di felsefeyê de jî wek rêbazekê felsefî tê pejirandin.

Ji Xweparastina Sokrates 

1- “Di warê axaftina xemilandî de, ez bi tenê xwediyê hêgîna axaftina rast im. Lê hûn, hînê axaftinên ne rast û xemilandî bûne. Belam, ez bi gotina rast û ne xemilandî diaxifim û divê ku, hûn ji vê yekê aciz nebin dozkerno!”

2- “Hege hûn bi xirabî behsa min bikin û bibêjin; Sokratesê zanyar, li ezmana jor fikiriye û lêkolaye da ku hêzên di bin erdê de bizanibe û xirabiyê jî, mîna başiyê nîşan daye; wê demê ez jî dikarim behsa wan desteya zilamên neqenc bikim. Ev zilam, li çep û rast digerin û xirabiya min dixwazin. Wisa tê bawerkirin ku, ev desteya zilaman, baweriya xwe bi Xwedayan nayênin.” (ji dadgeran re dibêje.)   

3– “Ez ne zilamekî zanist im û bi ramanên fizikî re jî tu danûsitandina min tune. Ez ne mamoste me û ne jî, ji bona perweriyê peran distînim. Ez ne Sofîst im jî. Ez ne xwediyê wê zanyariyê me, ku ew dibêjin em xwediyê wê ne. Hasilê, hûn ji bo çî ji min re dibêjin zanyar û giraniya gotinekê wiha xirab, dixin sitûyê min? Sedem çiye?”

4- “Gotinên min, hê xilas nebûn. Dibe ku dema hûn bi gotinên min bihesin, hûn devê min dadin. Lê, daxwaza min ew e ku, hûn devê min danedin. Hege hûn zilamekî mîna min bikujin, hûnê xirabiyê bi xwe re bikin. Bi vê yekê bizanibin, ku tu tişt nikare xirabiye li min bike. Ne Meletos û ne jî Anytos, dikare xirabiyê bi min bike. Lewra, tu carê zilamekî xirab nikare xirabiyê li zilamekî qenc bike.

Destûra vê yekê, tu carê nedane tu kesî. Ez nabêjim na! Anytos, dikare zilamekî bikuje an bişeyne sergûmê, an wî ji hemû mafên wî bêpar bihêle. Ew dikare wiha bifikire ku xirabiyê li wî zilamî kiriye. Yên din jî, dikarin wiha bifikirin. Niha di vê derê de, rêyên me ji hevdu vediqetin. Lewra, xirabiya dawîanîna jiyanekî, ji hemû xirabiyan mezintir e, ya herî mezin e.”   

Axaftina Dawî Ya Sokrates

Gelî mirovên ku min mehkûmê mirine kirin! Ez dixwazim ji we re behsa pêşerojê bikim. Lewra, wê di nêzîk de ez ê bimirim. Dema demjmêra mirina mirovan tê, ji wan re hêza gotina pêşerojê tê bexşkirin. Ji we merkujan re ez dixwazim vê yekê bibêjim:

Piştî mirina min, cezayekê girantir li hêviya we ye. Hege hûn bawer dikin ku bi riya kuştinê, hûnê rê li gotina xirabiyên xwe bigrin, hûn gelekî dixapin. Ev tevgera we, rêbazeka bêşeref e. Riya herî hêsan û ader ne xirabnîşandana mirova ye, xwe rastkirin e. 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî 

Beyî nîşandana çavkaniya malperê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.  

Bersivekê binivîsin