Simone De Beauvoir
Ramanwereka fransî (1908-1986) ye. Jin. İmrê xwe bi Sartre re derbas kiriye. Demekî mamestatîyê kiriye, lê duvre dev ji vî karî berdaye û bi tenê nivîskarîyê kiriye. Roman, kurteçîrok û ceribandinan nivîsandiye. Ji bo azadiya jinan têkoşîyaye. Ji ber ku mijarên wek zina, kurtaj û hwd. parastiye, rê li niqaşên mezin vekiriye.
Bi gotina xwe ya ku gotiye: ‘ Sal, xwe ne bi heman giranîyê berdidin ser milan.’ navdar e. Dîsa gotiye ku ‘Mirov jin nayê dinyayê, dibe jin.’
Berhemên Simone De Beauvoir…
1– Keçika Mêvan (1943)
2- Pyrrhus û Cineas, (1944)
3– Xwîna Yên Din (1945)
4– Wê Kê Bimre? (1945)
5– Hemû Mêr, Bergorn in. (1946)
6- Li Ser Exlaqa Nexuyatîyê (1947)
7- Zayenda Duyemîn (1949)
8- Roj Bi Roj Emerîqa (1954)
9- Mandarin (1954)
10– Sade Divê Were Şewitandin? (1955)
11– Rêveçûna Dirêj (1957)
12– Bîranînên Keçeka Ciwan (1958)
13- Kalitî (1960)
14- Mirineka Bêdeng (1964)
15- Les Belles Images, (1966)
16- The Woman Destroyed, (1967)
17- Hesab Temam e. (1972)
18– When Things of the Spirit Come First, (1979)
19- Dêlindêza Mirinê (1981)
20- Nameyên Ji Sartre re
21- Nameyên Evînê (Ji Nelson Algren re) (1998)
Ali Gurdilî
Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî
Beyî nîşandana çavkaniya malperê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.