Şikparêzên (Gumanparêzên) Pirole

Şikparêzên (Gumanparêzên) Pirole

Şikparêzên (Gumanparêzên) Pirole

Çavkaniya vê şikparêzîyê (gumanparêzîyê), sedemên exlaqî ne. Fîlozofên di vê lodê de, li rêya aramîya giyanê û bextewarîya wê digerîyan. Bi taybetî jî Pyrrhon û şagirdê wî Tîmon, di lêgerînek wiha de bûn. Piştra di aqademîya Platon de Arkesilaos û di dewra Romayê de Ainesidemos gumanparêzên sereke têne hesibandin.

Mirov dikare pêşnîyarên fîlozofên gumanparêz yên pirole wiha rêz bike:

1- ji ber ku xwezaya her mirovekî ji hevdu cuda ye, dîtinên me yên derheqê tiştan de jî; wê cihêreng bin. Mesela mirovekî ku zerekî dibe, hemû tiştî zer dibîne.

2- Dîsa ji ber ku xwezaya mirovan ji hevdu cuda ye, têgihiştinên me jî cihêreng in. Ji ber vê çendê jî, em ne xwediyê raman, hest û çavdêrîyên (intîbayên) me jî ne hevpar in.

3- Derheqê wanekan (nesneyan) de, hestên me ne wek hev in. Mesela dibe ku hinekên me telefonên mobîlan estetîk bibînin û hinekên me jî, dikarin wan ne estetîk bibînin.

4- Ji ber rewşa (şert û mercên) mirovên ku têdigihêjê (çav lê digerîne), wanek dikarin cihêreng werin têgihiştin. Mesela dema mirov di xew de ye, wanek ji mirovan re cihêreng xwiya dikin.

5- Rewşa nesneyan, nêzîkatî û dûrbûna wan û şert û mercên cîhê ku ew lê ne, dikarin çavdêrîyên me biguherînin. Mesela dema ku em bi roj ampûla odeya xwe vedikin, ji me re wiha tê ku ew tu şewqê nade odeya me. Dîsa dema ku mirov li bilindahîyekî mirovan mêze dike, ji mirov re wiha têk u mirov biçûcik in. Dîsa carinan dema ku em di behrê de keştîyeka bi rêya xwe ve diçe dibînin, em dibêjin qey ew rawestîye ye û hwd.

6- Nesafîya (nearîtîya) sehekên me. Mesela di odeyeka germ de gelekî bêhn ji biharetê tê. Lê di odeyeka sar de, biharet hewqas bêhn nade.

7- Guhêrbarîya wesfan, ku carinan girêdayê çendanîyê (nîcelîkê) diguherin. Mesela bi serê xwe tenê jehr, dikare mirovan bikûje. Lê bi hinek teamên din re, jehr dibe derman.

8- Nezanîya mirovan ya derheqê nesneyan de, ku her dem em wan bi gurza têkîlîyekê dinirxînin û bi vê yekê; em ji naskirina wan ya bi serê xwe, dûr dikevin.

9- Berhêlîkirina têgîhanên me, ku sedemê vê yekê jî, jiyana me ya civakî ye. Em hemû di bin bandora irf, adet, perwerde û ola civaka xwe de ne û ji ber vê çendê jî, em dibin xwediyê gelek hînbûnîyan.

Ji ber ku em Rojê (Tavê) her dem dibînin, em bala xwe nadinê. Lê dema ku em dûvstêrkekê dibînin, di cîh de bala me dikşîne. Em gelekî qîymetê didin ên ku kêm in. Lê ji ber ku pir in, em carinan qîymetê nadin yên xwe. 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Ger çavkanî neyê nîşandan, wergirtina nivîsaran qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin