Sigmund Freud

Sigmund Freud

Sigmund Freud (1858-1939)    

Freud, Bi eslê xwe cihû ye û hemwelatiyekî Avusturyayê ye. Psîkîyatrîst… Wekî damezranerê psîkanalîzmê hatiye dîtin. Psîkanalîz, texlîdek dahûrandina derûnî ye. Rêbazeke pakkirinê ye. Bi vê rêbazê re li pevçûn ajoyên di binhişê mirovan de hene, têne vekolan û piştre jî ev pevçûn û ajo, ber bi asta hiş ve têne dahfdan/derxistin. Di vê rêbazê de, jiyana mirovan ya zarokatîyê (temenê di navbera salên 0 û 7 dan de) girîng tê dîtin û wisa tê pejirandin ku kesayetîya mirovan, di temenê 0-7 an de bi lewn dibe, bi cîh dibe. 

Sigmund Freud, nexweşên xwe hîpnotîze dike û wan dide xeberdan. Girîngîyeka mezin daye xewnan. Dîsa li gor bawerîya wî sedema nexweşîyên ruhî/derûnî, ‘libîdo’ ye. Ango, vejena/enerjîya cinsî ye, şehwet e. Sigmund Freud mijîna zarokan ya şîrê diya xwe jî, bi libîdoyê şirove dike. Derheqê jinan de jî gotiye ku ‘ Min sih (30) salan li psîkolojîya jinan vekola, lê bi rastî ez tênegihêjtimê ku ew çî dixwazin?’ 

Psîkanalîz û Taybetmendîyên Psîkanalîzê 

1- Di dawîya sedsala 19 an de bi serpereştîya Sigmund Freud dest pê kiriye. Sigmund Freud û çend hevalên xwe yên dixtor gotine ku nexweşîyên aqllî û ruhî, nexweşîyên psîkolojîk in. 

2- Di dema vekolana nexweşîyên aqlî de, binehişê kifş kirine. 

3- Piştra, Freud û hevalên wî wiha bawer kirine ku sedemên nexweşîyên aqlî û ruhî, têrnekirina hest û ramanên me yên zarokatîyê ne, ku ber bi binehişê ve têne dahfdan û tê xwestin ku bila werin ji bîr kirin. 

4- Li gor bawerîya Sigmund Freud, hiş ji sê (3) meretebeyan pêk tê. 

1- Hiş: Ya ku em têdigihêjinê.

2- Berîya hiş: Tiştên ku li gor xwestekên me têne bîra mirov.

3- Binehiş/Binehişî: Xwestek û hestên me yên ku me wan bi temamî ji bîr kiriye. 

5- Kesayetî/şexsîyet, ji sê (3) mertebeyan pêk tê: 

1- Îd: Hilika/navenda kesayetîyê û hêla bîyolojîk ya ku xwe dispêre zewqê.

2- Ego: Rewşa hevsengî (parsengî-denge) ya ku rasteqînî lê serwer e.

3- Superego: Hêla sosyal/civakî ya ku nirxdarazî têne pejirandin. 

6 – Binehişî ne pasîf, her dem aqtîf e. Carinan lewna xwe biguherîne jî, di xewn û xeyalan de xwe dide der. 

7 – Pirraniya tevgerên me, li gor vê yekê pêk tên/çêdibin. 

8- Freud û hevalên wî wiha têgihiştine ku sedemên bûyerên ruhî/derûnî, bîyolojîk in jî. 

9 – Di bingeha tevgerên kesayetîyan de, jiyana wan ya zarokatîyê heye. 

Binehişî çi ye? 

Avahîya ku ji alîyê hest, bîranîn û xwestekên me yên hatine dewisandin pêk hatiye… Sedemê dewisandina van hestan, bîranîn û xwestekên zayendîtîya hov û vajoyên êrîşkar in, ku bi demê re êş û şermê didin mirovan… 

10 – Ji bo têgihiştina tevgerên mirovî, divê mirov bi zarokatî û rabirdûya wan bizanibe. 

11 – Hindek sedemên tevgerên me, bîo-psîkolojîk in. 

Rêbazên Psîkanalîzê… 

1- Dahûrandina Xewnan

2- Hîpnoz

3- Bibîrxistina Serbest 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com 

Çavkanî: Destpêka Zanista Psîkolojiyê – Ali Gurdilî   

Bersivekê binivîsin