Şevşevoka ku Xwîna Mirovan Dimije

Şevşevoka ku Xwîna Mirovan Dimije

Lêkolîner ji ber vedîtineke tirsnak ya li Brezîlyayê bêkêf û nerihet in: lewre perçemka/şevşevoka xwînmêj xwe ne tenê bi xwîna çûkan, her wiha bi xwîna mirovan jî têr dike. Zanyar ji vê rewşê bêkêf in, ji ber ku şevşevoka xwînmêj bi vê awayê dikarin bi hêsanî veguhestina nexweşiyên giran û bixeter li ser laşê mirov pêk bihînin. Zanyarên ji Zanîngeha Pernambucoyê ya li bajarê Recifeya Brezîlyayê ye, xebatên xwe li ser jêmahiyên 70 şevşevokên xwînmêj yên çaqotên bipirç ku ji sê cureyên şevşevokên xwînmêj yek şevşevoka xwînmêj ya çaqotên bipirç e û li Amerîkaya Navîn û Başûr dijîn, pêk anîne.

Lêkolîn bi taybetî li ser şevşevokên xwînmêj yên li parka neteweyî Catimbauya bakur-rojhilatê Brezîlyayê ye, pêk hatiye. Şevşevoka xwînmêj ya çaqotên bipirç bi şevê destpê lêgerîna xwe nêçîra xwe dike, û xwe bi xwîna çûkên mezin têr dike. Bi qîlên (diranên tûj) xwe çermê nêçîra xwe jê dike û piştre destpê mijîna xwîna nêçîrê dike. Ji dehûpênc jêmahiyên ku wergirtina analîzên DNAyê pêk hatibû, sê heb bi xwîna mirov bûn. Tiştê seyr û ecêb e ku şevşevoka xwînmêj ya çaqotên bipirç nedikaribû xwe bi xwîna guhandaran têr bike.

Proteîna di xwîna endamên ji malbata guhandaran zêde û bi rûn e. Ji lêkolînên berê hatibû dîtin ku dema şevşevokên xwînmêj bêgav dihatin hîştin ku xwîna xinzîr/beraz û bizinê bimijin, ber xwe didan û xwîna xinzîr û bizinê nedimêtin ku car caran hin şevşevokên xwînmêj ij dibûn. Lêbelê ji ber heyîn û pê re jî bandora mirov ya li parka neteweyî, hejmara nêçîra şevşevokên xwînmêj zêde bûye.

Li parka neteweyî çend malbatên cihêreng, ajalên weke guan û kedanî jî dijîn. Di pirraniya DNAyan de şopa xwîna mirîşkê hatiye dîtin. Li wê hawirdorê malbatên cihêreng bi xwedîkirina ajalan mijûl dibin. Lêkolîner di wê bîr û baweriyê de ne ku şevşevokên xwînmêj jî xwe adebteyê hawirdora xwe dikin û ji xwarinên nû sûdê werdigirin. Dîsa ji lêkolîneke berê hatibû dîtin ku cureyeke şevşevokên xwînmêj xwe bi xwîna berazê kovî têr kiribû. Helbet şevşevokên xwînmêj yên bi hînbûniyên nû ji bo mirov xeteriyeke mezin e.

Şevşevokên xwînmêj dikare veguhestina nexweşiyên bixeter yên weke harîtî (sebenêzî) û vîrûsa-hantayê pêk bihînin. Zanyar hê jî nizanin ka şevşevoka xwînmêj çawa dikare xwîna mirov bimije, guman dikin ku şevşevokên xwînmêj bi şevê di pencere an jî qulên di banê xaniyan de dikevin hundirê malê, an jî êrîşê mirovên ku bi rojê di bax û bostanên xwe de radiketin, kirine.

Metîn Eser

Çavkanî: Kovara Acta Chiropterologica / 16.01.2017 

Bersivekê binivîsin