Şerê Qelemê û Pêşveçûn

Şerê Qelemê û Pêşveçûn

‘Ez ne bi wê fikrê re me ku bi qelemê şerê birakijî pêk tê! Bilekis tunebûna şerê bi qelemê, rê li ber şerê birakujîyê vedike. Xurtbûyîna şerê bi qelemê nîşaneyên civakeke xurt û ronak e. Hemû dîroka dunyayê vê nîşanî me didin. ew civakên ku hizrên xwe bi vê riyê anîne zimên pêşkêşîya dunyayê kirine, fikrên wan ji bo gellek sazûmanên nû, şoreşên dunyayê bûne bingeh.

Yewnanîstana kevn çawa bi felsefeya xwe serkêşîya vî karî kir, ewropa bi ronesansa xwe ev xurtir kir. Di serdema dawîn de hemû reform bi xêra vî şerî qewumîne û hêj jî dom dike. Em kurd hêj qîmet nadin qelemê îca dev ji şerê wê berdin! Kurd civakek bê hizr e, tenê reçeteyên rojane li gor konjukturê bi kar tînin, ji ber wê jî em nikarin di meseleyên xwe de xwedî pêşbîniyeke dûvdirêj bin.

Ya ku ne praktîk be di nav kurdan de pere nake. Kurd civakek lawaz e lewma hizir jî lawaz e, gavê tiştekî em bidin dunyayê nîn e!’

Ali Kut

Bersivekê binivîsin