Selahattin Demirtaş

Selahattin Demirtaş

‘Divê ji mafê kurdan ya avakirina dewletê re rêz were girtin.’

‘Hem dewlet ne dewleta kurda ye û hem jî, li Rojhilata Navîn dewleteke kurdan tune. Di vê gotinê de mexseda min, li Tirkiyeyê avakirina dewleteke kurdan ya serbixwe nîne, lêbelê mafê kurdan heye ku li Rojhilata Navîn dewleta xwe ava bikin. Divê hemû kes jî, ji vê yekê re rêz bigrin. Ne mecbûr e ku ew dewlet, dewleta Kurdistana yekgirtî û serbixwe be, lê li Îraqê Kurdistana Federal heye û divê rêz lê were girtin. Li Rojavayê, gavavêtina (pêkhatina) dewletê ya kantonan heye, divê rêz lê were girtin.

A niha, kurd li Tirkiyeyê serbixwetiyê dixwazin. Temamiya wan, modelên dewletê ne. Ne bêgav in ku serbixwe bin, lêbelê heke serbixwe bin jî, divê rêz li wan were girtin. Welhasilê kelam, em civakeke pir mezin a bêdewtet in û ew dewletên ku em di nav sînorên wan de dijîn, sepandinên wusa dikin ku em wan weke dewleta xwe hîs nakin, wê hissê nadine me.’

Selahattin Demirtaş

Werger: Ali Gurdilî / Çavkanî: ZERnews 

Têbinî: Siheta birêz Demirtaş xweş. Bêguman li çar perçeyên Kurdistanê jî, mafê kurdan heye ku dewleta xwe ya serbixwe ava bikin û ev yek mafekî wan ê rewa ye. Herweha di vê demê de, daxwaza vê yekê ji bo hilweşandina wê paradigmaya kevin gelekî girîng e.

19.12.2015

Bersivekê binivîsin