Şehadeta Xellac û Dengvedanên Şehadetê

Şehadeta Xellac û Dengvedanên Şehadetê

Şehadeta Xellac û Dengvedanên Şehadetê

Em zanayiyên di derheqê îdama Hallac de, ji  Îbnî Bâkû fêr dibin. Ev şexs dibêje ku: “Xelk gellek li meydanê civiyabûn. Yên çavzelk, hezker, dost û hevalên wî û hemû çavnebar li meydanê civiyabûn û li benda mûcîzeyekê bûn.” 

Berê îdama wî rojekî, ji aliyê serokê zabitan Muhammed Bîn Abdilsamed ve, tê radestkirin û piştra jî, wî tînin navenda bajêr. Dotira rojê, Hallac  tînin meydanê û teslîmê celadê wî dikin.

Roj 24 “Dhülkada” 309 (mîladî 26 adar 922) e. Piştî girêdanê, celad dest bi qirbackirinê dike. Li ser hejmara qirbackirinê, çend rîwayetên cûda hene. Li gorî rîwayetekê piştî çarsed (400) qirbacan gotiye ku: “Vêga Kostantiniye (Stenbola vê demê) hat vegirtin.”

Di derba seşsed (600) an de jî, ji Abdilsamed re gotiye ku: “Ezê ji te re tiştekî bibêjim, gelo ma ji vegirtina Kontantiniyê girîngtir çi heye?”

Abdisamed jî dibêje ku: “Te vê gotina xwe berê jî vegotibû. Ka tu ji min re bibêje, tu dikarî pêşî li van qirbacan bigirî an na? Tu vê yekê bibêje!”

Wisa hatiye zanîn ku, hazar (1000) qirbacan lêdane. Piştra destekî wî û lingekî wî, dûre dest û lingên din jê kirine. Tê gotin ku dema serê wî jêkirine, di laşê wî de hê jî rih hebû ye. Laşê wî, bi çarmixê ve girêdidin, piştî girêdanê bi petrolê wî dişewitînin û xweliya wî diavêjin çemê Dicleyê. Serê wî yê şerjêkirî, wisa du rojan bi dîrekekî ve dimîne, piştî birina sarayê, serê wî yê şerjêkirî, li bajarê Horasanê di nav gel de digerînin.

Piştî sed (100) salan, ew cihê ku xweliyên wî avetibûn çem, dibe ziyaretgeh…

Li gorî rîwayetekê jinikekê li wê derê, ji wê avê vexwariye û avis maye.

Mirîdên wî gotine ku, wê ewê piştî çil (40) rojan ji çem sax derkevî û li keviya çem, li benda derketina wî mane. Wê salê ava Dicleyê pirr zêde bûye û xelkê, sedema vê yekê bi avêtina xweliyên wî ve girêda ye.

Li gorî rîwayetekê jî, dema ku bi çarmixê ve girêdayî bûye, di wê gavê de gotiye: “ENEL HEQ.”

Du helbestvanên Farisî, di helbestên xwe de vê yekê bikar anîne.

Di eslê xwe de Hallacvan  peyva ku gotibû ez heqîqet im, ez heq im, berê jî gellek caran bikaranîbû.

Piştî kuştina wî, wezîr Hamd  hemû “şuhûdan” dicivîne û ji wan daxwaz dike ku ew bibêjin biryara kuştina wî, biryara me ye û li gorî dilê me ye. Ew jî belavokekê îmze dikin û tê de dibêjin ku: “Xwîna wî di sitûyê me de ye.”

Bi vê belavokê armanc ew bûye ku, bila tu kes kuştina wî ji xelîfe, polês, wezîr û desthilatdarên din nizanibe û bi vê yekê re jî, ew berpirsiyariya doliwgeran, ji holê rabe. Li gorî rîwayetekê din, hatiye vegotin ku ew jî mîna Hz. Îsa nemiribû û di şûna wî de, yekî din hatibû çarmix kirin. Herwiha, Hallac ji ber ku berê hişyarbûna heftên razayî, elametekê qiyametê nîşan dabû û ji ber ku xelkê bawer nedikir ku Hallac  miriye, rîwayetên qiyametê derketine holê…

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com 

ÇAVKANÎ: Louis Massignon. Yên vediguhêzîne: Prof. Dr. Niyazi Öktem. Dar-ı Mansûr. Weşanên Ant. Rûpel: 56- 57

Ev nîvîsar, beşa 10 an, ya kitêba mamoste Ali Gurdilî ye…

Hege çavkaniya nivîsaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye… 

Ferhengoka Tevlîhev (Bi Kurdî- Tirkî)

Dengvedan: Yankı

Çavzelk: Meraklı. Bir şeyi anlamak ve bilmek isteyen.

Navend: Merkez.

Vegirtin: İşgal etmek, bir yeri ele geçirmek.

Xwelî: Kül

Avis: Hamile. Karnında çocuğu bulunan.

Belavok: Bildiri.

Berpirsiyari: Sorumluluk.

Zanayî: Bilgi.

Radestkirin: Teslim almak.

Helbestvan: Şaîr.

Hişyarbûna heftên razayî: Yedi uyuyanın uyanışı.

Çem: Nehir.

Bersivekê binivîsin