Sebebên Tunebûna Gorillayên Mirovokî

Sebebên Tunebûna Gorillayên Mirovokî

Yekitiya navneteweyî ya ji bo parastina çavkaniyên Xwezayî IUCN (International Union for Conservation of Nature), “gorîllayê rojhilatî” ku mirovokiyê herî mezin ya ji malbata prîmatan e, li lîsteya sor ya ajalên bi metirsiya tunebûnê ne, zêdekir. Ji malbata mirovokiyên herî mezin ku hejmara vê malbatê şeş e, çar heb mirovokî ku orangûtana Sumatrayî û orangûtana Borneoyî jî ji wê malbatê ye, bi metirsiya tunebûnê re rû bi rû maye. Sebebek ji sebebên tunebûna mirovokiyan, nêçîra îlegal e.

Du jêrecureyên gorîllayê rojhilatî hene: gorîllayê çiyayî ku hejmara vê cureyê 880ê ye û lewre jî pirr nadir tê dîtin, û gorîllayê deştî ku hejmara vê cureyê di sala 1994an de 16.900 bûye lê ji ber nêçîra xedar di sala 2015an de tenê 3.800 heb gorîlla hatiye hejmartin. Rêvebira giştî ya IUCNê Inger Andersen wiha dibêje: “Gorîllayê rojhilatî yek ji pismamên me yê herî nêzik e, em ji ber rewşa xerab ya gorîllayê rojhilatî pirr xemgîn in. Dewr, dewra veguherînin mezin û zû bi zû ye, û em vê yekê di rojanekirina lîsteya sor de dibînin lewre tunebûn meşa xwe bi çargavê berdewam dike.”Hejmara cureyên tunebûnê ya di lîsteya sor ya IUCNê de 82.954 e ku 23.928 heb cure bi metirsiyeke pirr zêde têne tehdît kirin.

Metîn Eser

Çavkanî: BELGA

Bersivekê binivîsin