Sebebê Nemana Mamûdên Li Alaskayê

Sebebê Nemana Mamûdên Li Alaskayê

Sebebê Nemana Mamûdên Li Alaskayê

Zanyarên Amerîkayî yên ji zanîngehên cihêreng encamên lêkolîna xwe di kovara Proceedings of the National Academy of Sciencesê de eşkere kirin. Mamûdên bihirî yên li Saint Paul, girava li Deryaya Beringê ku beşek ji Alaskayê ye, 5.600 sal berê ji ber hişkayiyê tunebûne. Zanyar lêkolînên xwe li ser jêmayiyên dehûçar/çardeh ajalên laşgiran (dişibiyan fîlê) ku di şikefteke li girava Saint Paulê hatibûn bidestxistin, pêk anîn. Ji lêkolîna li ser jêmayiyên bidestxistî, hate dîtin ku jêmayî yên mamûdên bihirî û 5.600 sal berê tune bûne.

Dîsa zanyar nimûneyên xwe ji keviya golekî û herwiha ji toza kulîlkan, nebat û bakteriyan wergirtine. Ji lêkolînên li ser nimûneyên wergirtî, encameke pirr zelal hatiye dîtin. Zanyar Russell Grahamê ji Pennsylvania State University wiha dibêje; “Me ji nimûneyên wergirtî agahiyên pirr girîng yên derbarê avhewaya wê serdemê bidestxist. Lewre bêyî nimûneyên wergirtî me nedikaribû sebeba tunebûna mamûdan bipeyitînin ku sebeba tunebûna mamûdan ji ber hişkayiyê bûye.”

Russell Graham didomîne; “Saint Paul giraveke bê robar û çem bûye ku hê jî wisa ye, û ava ku dikaribû were vexwarin tenê li golên ne kûr dihate dîtin. Ji ber guherîna avhewayê, li erdê girava Saint Paul ava deryayê ku şor e, zêde dibe û xwe digihîne golên vê giravê. Ji ber ku ava vexwarinê li vê giravê kêm dibe, destpêka tunebûna mamûdan pêk tê.”

Li gorî encamên vê lêkolînê, tunebûna mamûdan bi qasî 7.850 heya 5.600 sal berê pêk hatiye. Mamûdên li girava Saint Paul, ku girava Saint Paul pirr berê parzemîna Amerîkayê û Asyayê gihandiye hev, ji mamûdên bihirî yên li girava Wrangel ya li Rûsyayê şûnde yên herî temendirêj bûne û dîsa tê guman kirin ku mamûdên bihirî yên li Wrangelê 4.700 sal berê tunebûne.

Metîn Eser

06.08.2016

Çavkanî: BELGA

Bersivekê binivîsin