Saziya Hevberdanê

Saziya Hevberdanê

Saziya Hevberdanê 

Hevberdan: Bi negihêjtina armanca zewacê re, bi biryara dadgehê hev berdana jin û mêrên zewicandî. Şexs, bi rêya zewacê dibin pismamên hevdu û dikevin nav têkilîya pismamtîyê. Dema ku jin û mêrên zewicî, ji ber sedemên cihêreng nikaribin zewacê bidomînin û yekîtîya malbatê biparêzin, dev ji hev berdidin. Ango, hevdu berdidin. Di civakên pîşesazîbûyî de, ji ber ku asûna jinan bilind dibe û ji hêla aborîyê ve serbixwe ne, hevberdan zêdetir tê dîtin. Li gor daneyên zanistî, sedema herî sereke yê hevduberdanê, kul i gor cî û warên çolwar; li bajaran zêdetir tê dîtin, bêaqûbetî (Geçîmsîzlik) ye. Sedemên din jî zina, alqol û bikaranîna maddeyên kêfdêr, lêdan, bi armanca kuştinê êrîş, nexweşîya aqil û terkkirina malê û hwd. in. Pirsgirêkên mirovên ku hev berdidin, yên ekonomîk, psîkolojîk û sosyal, rê li xirabûna psîkolojîya zarokan vedike, ku li cem zarokên malbatên ku hev berdane, axlebî pirsgirêkên kesayetîyê û nasnameyê, têne dîtin. 

Di Civakê De Cihê Jinan 

Her ku civak bi pêşve çûne û nûjen bûne, mafên ku dane jinan jî zêdetir bûne û vê yekê jî, di civakê de nirx û hêjahîya jinan bilindtir kiriye. Rewşa hiqûqî ya jinan, di sedsala 18 an de baştir bûye. Nemaze, zayîna endustrîya mezin, di vê yekê de rolekî mezin leyîstîye. 

Di civakê de bilindbûna cîhê jinan girêdayê sê unsûra ye 

1- Pêşveçûna karbeşîyê

2– Bilindbûna nirxa laîsîzmê

3- Tevgera femînîzmê 

Femînîzm, wekhevîya jin û mêran diparêze. Piştî Şerê 2. an yê Cîhanê, li Ewropayê belav bûye. 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com 

Çavkanî: Destpêka Zanista Civaknasiyê – Ali Gurdilî 

Bersivekê binivîsin