Şahî û Dêlindêzên Eleusis

Şahî û Dêlindêzên Eleusis

Şahî û Dêlindêzên Eleusis

Li Yewnanîstana kevin, dêlindêzên ku her sal ji bo Demetera Xwedawenda Dexlê (Ceres) û Persephoneya keça wê dihatin çêkirin, li Yewnanîstana kevin, dêlindêza herî pîroz dihat hesibandin. Ev dêlindêz û şahî li bajaroka Eleusis pêk dihatin, ku kêm zêde; bîst (20) km li rojavaya Atînayê bû. Dîroka vê dêlindêzê jî, nêzîkê 2000 salan e.

Di destpêkê de ji çar aliyên Yewnanîstanê û piştra jî, ji çar aliyên Romayê qefle qefle mirîd dihatin cem hevdu, di rêya di navbera Eleusis û Atînayê de bû dimeşîyan; dibûne hacî û piştra jî beşdarê dêlindêzên veşartî ên Eleusis dibûn, ku mertebeya herî mezin dihat hesibandin. 

Li gorî vê mîtosa navdar Demetera Xwedawenda Dexlê, ji aliyê İasonê bergorn ve hatibû xapandin. Li ser vê yekê Xwedayê Zeus, ji vê yekê gelekî aciz dibe û diçe, di dewsa İasonî de, bi Xwedawenda Demeter re şa dibe.

Ji vê pevşabûna wan jî, bi navê Persephoneyê, keçaka wan çêdibe. Hadesê (Pluton) Xwedayê bin erdê, Persephoneya keça Zeus; ji bo ku ji xwe re bike jin jê dixwaze û Zeus jî vê yekê dipejirîne.

Lê Demetera Xwedawenda diya Persephoneyê, vê biryara Zeus qebûl nake û li dijê vê biryarê derdikeve.

Zeus bi vê biryara Demeterê dihise û biryar dide, ku ji bo revandina Persephoneyê alîkariya Hades bike. Zeus ji Gaiaya Xwedawenda Axê xwest ku, ew li ser rêya axa ku Persephone lê digere; kulîlkên rengorengo bişkivîne.

Demeka ku Persephone bi keçhevalên xwe re diçe wan kulîkan dicivîne, Hades bi erebeya xwe ji bin erdê dertê; wê diavêje erebeya xwe û ber bi bin axê ve diçe.                  

Xwedawenda Demeter, xwe dixe kirasê yeka bi mirin û bi şev û roj, li keça xwe digere. Lê mixabin wê nabîne. Lê Demeter diçe kîjan gundî, sirên erd û çandiniyê  fêrî wan dike.

Di dawîya lêgerînên xwe yên vale de Demeter wiha radigehîne mirovan ku, hege ew keça wê Persephoneyê nebînin û ew cardin nezivire cem wê; wê ew ê rabûna (mezinbûna) debr û dexlan rawestîne.                           

Li ser er vê yekê Zeus, biryara vegera Persephoneyê dide. Lê dema ku Persephone di bin erdê de bû, çend libên tovê hinaran xwaribû û ji ber vê yekê jî, divabû herî kêm çar (mehên) salê bi Hades re di bin erdê de derbas bikirana.

Dema ku Persephone di bin axê de dimîne, Demeter rabûna debr û dexlan radiwestîne û dema ku dertê ser rûyê erdê jî, wan dibişkivîne û mezin dike.  

Şahî û dêlindêzên Eleusisê, her sal ji bo pîrozkirina vê bûyerê tê amade kirin…

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Sed Çîrokên Mîtolojîk – Ali Gurdilî 

Ger çavkanî neyê nîşandan, wergirtina nivîsaran qedexe ye…

 

Bersivekê binivîsin