Roscelînus

Roscelînus

Di navbera salên 1050-1125 an de li Fransayê jiyaye. Nîqaşa tevayîyan (tumelan) daye despêkandin û nîqaş, di dawîya Serdema Navîn de bûye sedemê nîqaşeke mezin û sereke û dibe ku yek ji wan sedemên girîng ya hilweşîna Serdema Navîn be. Roscelînus di nîqaşa tevayîyan de nomînalîzmê parastiye. Li gor nomînalîzmê, bi serê xwe tenê rasteqînîya têgehên tevayî tune, ew bi serê xwe tenê ne xwediyê hebûneke ne. Ango tevayî ew nav e ku mirov ji bo taybetmendiyên hevpar yên nesneyan, wan li nesneyan dike.

Yên ku rasteqînin, nesneyên yeko yeko ne, ne têgehên tevayî (tumel) in. Hege rasteqîn yeko yeko nesne bin, wê demê dêr ji bilî têgehekê ne tu tişt e û bi tenê şexsên di nav de rasteqîn in. An jî gunehê yekemîn bi tenê navek e û ya rasteqîn, bi tenê gunehê şexsî ye. An jî yê rasteqîn bav, law û rihê pîroz e û ramana Xwedayê ku ji van sê navan pêk hatiye, wek ku dêr ji me re wiha dibêje, di rastiya xwe de tune, ew bi tenê navek e.

Dema ku Roscelînus ramanên xwe wiha dianî ziman, dêr gelekî bihêz bû û destê dêrê di hemû warê civakê de hebû. Meclîsa Soissonsê bang lê kir û jê doza poşmanîyê kir. Di sala 1092 an de Roscelînus li gotinên xwe poşman bû û lêborîna xwe xwest. Di dawîyê de jî nomînalîzm hate qedexekirin.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî 

Beyî nîşandana çavkaniya malperê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin