Romanek Lîrîstîk

Romanek Lîrîstîk

ROMENEK LÎRÎSTÎK

      ‘’Mijara-naveroka romanê heman demê de şêwaza romanê ye, welew şêwaz heman demê de naveroka romanê û qalikê mijarê ye.

Mijar û şêwaz jî nivîskêr-romanûs diteyisîne. ‘’

        Romanûs û helbestvan Îlhamî SÎDAR xwedî şêwazeke lîrîtîkîst û dîrokîtîstîk e.

      Romana ‘’Xewneke Payizê’’ ya nivîskar Îlhamî Sîdar wekî romanên wî’y dinê, dîsa bi awayekî lîrîtîkîstîk û hestwarî hatiye honandin. Zimanê Îlhamî Sîdar zimanekî nermik e, zimanê helbestê di xwe de dihebîne, jixwe em giş dizanin ku Îlhamî Sîdar heman demê de Helbestvan e, loma bandora helbestê xwe li ser romanên wî de rapêçaye. Helbet, şêwaza romanên Îlhamî Sîdar ne tenê lîrîtîkîst e, heman demê de bêhna dîrokê jî ji navenda romanên wî difûre, diherike û belawela dibe…

 Mînak ji romanê:

 ’’ Heskîf derba xwe ya mezin ji wan êrîşên dijwar yên Teter û Tacikan ku hemû milkên Îslamê serobino kiribûn xwaribû û careke din jî pişta xwe rast ne kiribû. Piştî wan êrîşên kambax ew qewmên Moxolî wekî gelek deverên din yên Kurdistanê li heskîfê jî kevir li ser kevir nehiştibûn. Belê piştî wan êrîşên dijwar yên Teter û Tacikan û piştî şerê Çêldiranê Heskîf ji îhtîşama xwe ya berê zehf tişt winda kiribû.’’ (Rp-171)

     Piraniya romanên Îlhamî Sîdar axa xwe ji lîrîzmê distîne, ango Îlhamî Sîdar romanûsekî lîrîtikîstîk e û dîrokîtîkîye ye, Romanûs, helbestvan û ramanger Rênas Jiyan jî romanûsekî dîrokîstîk e, lê dîrokîstîkekî mîtolojîk e bi vî awayî herdu nivîskar ji hevdu vediqetin, ji hêla helbestê ve Rênas jiyan him Epîkîstîk e, him jî lîriztîke ye, lê bêtir epîkîst e. Welhasil îcar em werin ser romana wî ya bi navê ‘’ Xewneke Payizê.’’ Roman li dû pêga heqîqeta dilî ketiye ango li dû şopîna evîndariyê ketiye, helbet ‘’Xewneke Payizê’’ kirasê xwe tenê bi heqîqeta evîndariya metayî-madî nefesilandiye ango nenixumandiye. Evîna karakterê wî evîneke tesewûfî ye. Belam, çiqasî ev evîn ravekiriye an jî ruh dayê, ew jî tiştekî dinê ye. Xewneke Payizê şopîngerê, dojehê, bihûştê û arafê ye, helbet şopîngerê eşqa bûjeniyê ye jî. Piştî ku em li tevahiya naveroka romanê dinêrin em fêm dikin ku dewsa lingên şopên Dante û Melayê Cizîrî û Shakespaere xuyanî dibe, lê li gorî van her sê romanûsan Xewneke Payizê qels dimîne, li dû dewsa wan lingan dimîne, xwêrre dikêşe, nikare xwe bigihêjînê şopa wan lingan. Belam, roman jixwe li ser jiyana Melayê Cizîrî hatiye nivîsandin, jixwe tenê yek rola Cizîrî dileyze ew jî karekterê me Edîp û hezkiriya wî Selma ye. Di romanê de karekterên alîkar jî Bêrîvan, Salih û Leyla ye, ango ev her sê karekterên me’y dinê jî dirûvekî û rengekî dinê dide romanê. Helbet karekterên sereke Edîp û Selma ye, ne xelet bim herdu karekter jî ketine dewsa Melayê Cizîrî û hezkiriya wî Selmayê. Lê yê ku carinan vediguheze Melayê Cizîrî Edîp bixwe ye carinan jî Edîp dibe şagirtê Cizîrî. Mînak:

‘’ Bişirî, Baweriya me bi te heye.’’ Got.

‘’Xwedê mîre me ji serê me kêm neke.’’

‘’Bi qasî ku me bihîst, eleqa te bi şi’rê re jî heye?’’

‘’Belê mîre min, tiştina rêz dikim.’’

‘’Nexwe melayê me şa’irek e!’’

(Rp-117)

          Edîp mîna ku timî di xewn-xeyalan de be… di rastiya jiyanê û xeyalan de diçe-tê, ango di navbera pira rasteqiniyê û xewnên xwe de timî dipêle, geh rola xwe dileyze ango karekterbûna xwe’y romanê, geh vediguheze Cizîrî… Talî dibe şagirtekî Mela di medreseyê de û di medreseyê de fêr dibe, îcar xewn e an jî rasteqîn e, ne diyar e. Belam, li gorî romanê xewn e, ango roman xwe eşkere dike û xwe dide dest… Karekterê ketiye dewsa Cizîrî an jî rola wî wergirtiye, timî tê guherandin-dadigere-vediguhêze. Carinan di dema borî de tê di dema niha de dialiqe, dema a-niha û borî di navende hevdu de dihele û lehîm dibe, lê timî di navbera deman de tê eciqandin, asê dibe. Ango timî cihê xwe diguherîne. Mijara romana Xewneke Payizê li ser eşqa tesewifî-bûjenî û li ser dojeh-araf-bihûştê rawestiya ye. Mînak ji romanê:

‘’ Seyda, divê mirov li ku derê li rastiyê bigere?’’

‘’Rastiya mirov ne li derve ye, li hundirê mirov e. Derve û heyberên derve tiştên ku mirov bi xwe afirandine ne. Xwarin, vexwarin, mal û menal, tiştên herî nirxdar ên dinyewî hemû pêwistiyên hêla heywanî yên însan in. Ev hêla heywanî yên însanan pêwistiyên berdewamiya dinyaya madî ne. Bi alikariya şewqa vana dinyaya madî çavên însana kor dike, rihê wan pûç dike û wan ji kaniya Xwedayî dûr dixe. Vê baş bizanibin ku dinya wekî ava şor e, vexwarina wê bi tenê tîbûna meriv zêde dike. Şehwet û lezetên dinyayê dawiya dawî derd û kederan ji mirov re çêdikin. Nefsa mirov xirabiyan di xwe de dihundirîne. (Rp-145)

       Wekî em dizanin ku yê ku jiyana duyemîn ango dinya dinê an jî dinyaya giyanî xweş îdealezekiriye Danteyî bixwe ye, lê Dante dema ku kirde û bireserê rave dike gelekî xwe bera kurahiya mijarê dide, bi gotinên pirrûpirr bi bingeh şîrove dike-dinirxîne. Ango gotinên wî têr û tijî ne û bi bingeheke sexlem dihûne, gotinên wî tîrîn. Dema ku em li kitêba wî’y Komediya Îlahî dinêrin em fêm dikin ku bê çawa gotinên wî bi bingeheke hêja hatiye honandin û bi çêj e.

Mînak: ‘’Azweriyên we mirov bi tiştên biçûkxistinê ve girêdide, û ji ber ku hûn di navenda gelek kesan dimîne hûn tijî nefrîn dibe(Rp-187, Komediya Îlahî, Dante, Weş-Oda)

Di navenda guriya êgir de, girseyek di ber guriya êgir ve dihate, gelekî bala min kêşand, li wê derê, ji herdu hêlan, min nêrî bênavber hevdu diramûsin, bi hevdu şa dibin dîmen, di vê şabûna kurtasî de min dît têrbûn. Gêrik mîna vagonên trêna, wilo nêzî hev dibin, û belkî jî rê ji hevdu dipirsin û rewşa hevdu dipirsin. Vana jî piştî lihevrashatina dilsozî û dostayî şûnde, hîna gava xwe’y ewilî-yekemîn neqadand, ketin binê deshilatdarbûna hevdû welew serê xwe tewandin, û diqêriyan. Civaka nû digotin’’ Sodom ve Gommore’’ ên dinê, digotin ‘’Pasîphae’’ dikeve hundirê çêlekê’’

-Ji bo ku şehweta xwe bi cange re pêkbîne jinik, çêleka ku ji textan çêkiriye dikeve hundirê wê (Rp-229, Dante, Komediya Îlahî, weş-Oda)

  Dema ku em li vê benda jor dinêrin em fêm dikin ku Xewneke Payizê li gorî kitêba Dante gelekî qels e û lawaz e, ji ber ku İlhamî Sîdar xwestiye Melayê Cizîrî, Dante û Xwe di hundirê tabloyekê de bibîne an jî xwestiye xwe bigihêjîne radeya wan. Melayê Cizîrî jî mîna Dante li ser van têgehan rawestiya ye, em giş dizanin ku agirê eşqê Mela ye û tenûra wî timî dadayî ango timî harr e tenûra wî, heman şêwaza harr bi Dante jî re heye lê şêwaza Dante pirtir li ser dojehê ye, agirê wî dojeh dixuye. Agirê Shakespaere jî bêtir li ser evîndariya bûjenî ye mînak: Julia û Roberts herdû eşkeke bûjenî dijîn ango têkiliya wan têkiliyeke zayendî ye. Belam, nayê vê wateyê ku di Shakespaere de eşqa giyanî tune ye, eşq di ya Shahkespaere de jî him madî û him jî ruhî ye, lê di Dante û Cizîrî de Eşq Xwedayî ye, ya Shakespaere de ne tam wilo ye. Ji ber ku di Dante û Mela de bêtir dojeh heye, lê di Dante de Azwerî jî têgeheke sereke ye. Agirên wan dojeh e, lê ên Şekspîr agirê(hest) wî bêtir bihûştî ye. Loma jî İlhamî Sîdar jî li dû şopa wan ketiye… talî li xwe gerîneyeke jiyan, şopandina afirandinê ye, şopandina hebûnê-tûnebûnê ye, loma jî Cizîrî û Dante li dû ger-gêra eşqa tesewifî û bûjenî ne, li dû heqîqeta û rastiya Xwedayî ne( em ji bîr nekin ku Dante berî Cizîrî ye, loma jî dibe ku cizîrî di bin bandore Dante mabe). Ji ber ku bûjenî tune be, tu nikarî li dû heqîqeta tesewifê jî bigerî, peve girêdayîne mîna kirdeyê û bireserê hevdu diafirîne û ava dikin. Jixwe di xwezaya dîyalektîka jiyanê ev heye, loma jî bihûşt-araf-dojeh bixwe mijara diyalektîkê ne, wê çaxê em dikarin bêjin Cizîrî û Dante serê xwe bi diyalektîkê re êşandine. Xewneke Payizê jî xwestiye serê xwe pê re biêşîne loma jî, xewn û rasteqîn di laşekî civiyaye, bûnin yeklaş, yekruh û yekxewn… Roman, ji hêla mijarê ve arafîk, dojehîk û bihûştîk e, eşqîk e (tesewûfîk û bûjenîk e.) û ji hêla şêwazê ve jî Lîrîtîsk û dîrokîstîk e.

      Naverok û mijara romanê di navbera Salih, Leyla(hevsera Salih e), Bêrîvan, Selma û Edîp re derbas dibe, helbet gelek karakterên dinê jî hene, lê roman li ser van karekteran hatiye hûnandin. Pirtir jî li ser serlehengên me Selma û Edîp rawestiyaye, ji ber ku herduyan rolên eşqa Melayê Cizîrî wergirtine û dileyzin ango Edîp dadigerî Cizîrî, Selma jî dadigerî eşqa Cizîrî, carinan rasteqîniyê dijîn carinan jî dikevin rûpelên dîrokê û carinan jî rûpelên lênûska dîrokê şûnde diqulipînin, car caran jî rasterast dema a-niha dijîn. Edîp nêt kiriye ku di der heqê cizîrî de kitêbekê binivîsîne, heman demê de Edîp mamosteyê zaningehê ye, û diçe cem pisporê Cizîrî Mele Îmamedîn, bo ku der heqê cizîrî de agahiyan bistîne. Bi kurtasî roman bi lêgerînekê dest pê dike, ango Edîp timî di lêgerînekê de ye, roman jî wilo didome mîna Xewneke Payizê. Welhasil em werin ser encama romanê, roman li ser eşqê(ne tenê eşqek metayî, eşkek pirhêlî) hatiye nivîsandin, roman ji warê mekanê jî dewlemenbû, ango di naveroka romanê de Stenbol û Amed û Heskîf û hwd..derbas dibe. Ji hêla kitekitan ve dewlemen bû, ji hêla nivîskaran ve jî têra xwe dewlemend bû, lê rastî ewqasî qalkirina nivîskaran gelekî zêdeyî romanê bû. Îlhamî Sîdsar dîsa wek romanên xwe’y dinê qala gelek nivîskaran kiriye, di vê romana xwe de jî pirûpir qalkiriye. Mînakin:

     ‘’Li vir tenê klasîkên rojhilatê henin: Atar, Mewlana, Firdewsî, Heyyam, Nizamî, Hafiz, Mele Camî, Cizirî, Bate, Siyahpoş, Baba Tahir, Feqiyê Teyran, Şêx Evdirehmanê Axtepî, Seyid Eliyê Findikî… hwd (Rp-81) ‘’

      Hin mînakên ku di rûpelên dinê de qalkiriye: Dante, Shakespaere, Artur Rimbuad, Gogol, Maupassant, Dostoyewski,Marquez, fuzulî, Montaigne, Carvantes, Bacon, Çexof, Balzac, Tolstoy… hwd, gelek nivîskar jî min nenivîsandiye, demêg ji bo ku mirov bêje min xwendiye, qey gerek hemû xwendinê xwe têxin hundirê romanekê, qet hewce nake. Pîvana romaneke baş ne qalkirina gelek nivîskara ne, qet tu dikarî qala romanûsekî jî neke û dibe ku romana te gelekî serkeftî be jî. Loma jî romana me Xewneke Payizê di binê lingên van romanûsên ku di romanê de hatiye qalkirin de dibe Xewneke Zivistanê…

      İlhamî Sîdar, gerek gelekî jê biavîje, ji ber ku romana wî di binê giranbûna van nivîskaran de dieciqe. Belê hemû nivîskar-romanûs-çîroknûs di metnên xwe de qala nivîskaran dike, lê ne bi vê ecêbê. Gelek nivîskarên ku xelata nobelê wergirtiye jî ewqasî behsa nivîskaran nakin di metnên xwe de. Heger bahsa wan kiribe jî bi gotinên îronîk qal dikin-kirine. Welew gotinên nivîskaran di metnên xwe de qal dikin-qal kirine û hwd…

31.01.2017

Çorê ARDA

Bersivekê binivîsin